Dîroka Mezopotamyayê yan jî dîroka mirovî ya di navbera Firat û Dîcleyê de dîrokeke ji koçberbûyîna mirovî ya herî kevnê ji Serdema Paleolîtîkê heya serdema kevnare ya dereng e ku di navbera çemên Firat û Dîcleyê û li deverên wan qewimiye. Dîroka Mezopotamyayê, ji delîlên kolandinên arkeolojîk, piştî destpêkirina nivîsandinê, di dawiya hezarsala 4ê b.z. de ji çavkaniyên dîrokî hatine berhevkirin. Mirovahî di serdemên Paleolîtîk û Neolîtîka destpêkî de tenê li beşên Mezopotamyaya Jorîn de cîwar bibûn. Bicîhbûna mirovahiyê li alûviyûma başûr jî di dema neolîtîka dereng de qewimiye. Mezopotamyayê, di Serdema Bronzê ya Destpêkî de ji bo gelek şaristaniyên mezin ên herî kevn ên cîhanê re cîwartî kiriye. Ji ber vê sedemê ye ku Mezopotamya wek dergûşa şaristaniyê tê binavkirin. Navê Mezopotamyayê bi yewnanîya kevn tê wateya "erdê di navbera çeman de". (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1926 – Maraşal Josel Pîlsudskî tevî yekîneya xwe ya 15 kesan paytext Varşova bi destxist. Pîlsudskî, ji pevçûnên li kolanan bi serkeftî derket û 15 Gulanê de jî desthilatdarî xiste destê xwe. Serokdewlet Stanîslaw Wojciechowskî dest ji wezîfeya xwe berda û wezîrên di kabîneya wî de jî bi giştî dest ji kar kişandin. Bi vî awayî Pîlsudskî bû hukumdarê hemu Polonyayê. Pîlsudskî, di 31 Gulanê hilbijartinên serokkomariya Polonyayê de dengên hemu Almanên li welêt jî wergirt. Lê belê jiber ku bi yekdengî nehatiye hilbijartin hilbijartinan red kir.
1998 – Li dijî serokê Komeleya Mafê Mirovan ÎHDêAkin Bîrdal suîkastek pêk hat.
2002 – Serokê berê yê Amerîkayê Jimmy Carter çû li Kubayê bo serdana pênc–rojî bi Fidel Castro re û bû yekemîn serokê Amerîkayê, ê ko ji şoreşa Casroyê yê sala 1959'an ve serdana giravê kiriye.