Aşik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Aşik
Stomach diagram.svg
Şûna aşikê di navendeya laşê mirove de dikeve.
Illu stomach.jpg
Diagram from cancer.gov:
* 1. Laşê aşikê
* 2. Fundus
* 3. Dîwarê pêşî
* 4. Greater curvature
* 5. Lesser curvature
* 6. Cardia
* 9. Pyloric sphincter
* 10. Pyloric antrum
* 11. Pyloric canal
* 12. Angular notch
* 13. Gastric canal
* 14. Rugal folds

Work of the United States Government
Latînî Ventriculus (Yewnanî Gaster)
YaGray subject #247 1161
Sîstem Sîstema hezmê
Demara xwînber Right gastric artery, left gastric artery, right gastro-omental artery, left gastro-omental artery, short gastric arteries
Xwînhêner Right gastric vein, left gastric vein, right gastro-omental vein, left gastro-omental vein, short gastric veins
Rehik Celiac ganglia, vagus[1]
Xwîna spî Celiac lymph nodes[2]
Prîkursor Midgut
SnMB Stomach
Dorlands/Elsevier Stomach

Aşik, made, m′ede , gedek anko mîde (bi înglîzî stomach) endamek ji ko endama herisê ye. Gedek dikevit navbera sorîçik û dazdegirêyê. Gedek berpirsa qonaxa duyê ji heriskirina zadî ye.

Şayes[biguherîne]

Bi alîkariya ava mîdeyê, ku bi asîd pêkhatiye û bi alîkariya enzîman (li livikên -tosbiyên- bedenê mirovan da tên çêkirin û ji bo hezmê u pir tiştên din hewce ne) xwarin tê hezimkirin. Mîde kareki wek ambar pêktîne û xwarinê perçe perçe dide rûviya danzdeh gire, him ji destpêka hezma xwarine dike. Dawiya wê rûviya zirav tê, ku 3 metre dirêjiya xwe heye. Dawî rûviya zirav xwarin tê û digiheje rûviya stûr. Rûviya stûr nêzîkî 1,5 metre dirêj e.

Nava gedekê bi giştî gelek tirş e. Rêje ya tirşatî ya gedekê anko pH a gedekê, di navbera 1 heta 4'ê da ye. Xaneyên serekî yên gedekê maddeyekî bi navê pêpsînosênê dirêjin nav gedekê ko bi tirşê hîdroklorîk dibit pêpsîn. Gedek rojane 2 heta 4 lîtreyên şîrê gedekê dirêjit.

Erk yan fanksiyon[biguherîne]

Erkê serekî yê gedekê şkandina molêkûlên mezinên zadî jibo molêkûlên biçûktir e da bikaribin ji rûviya biçûk bihên vemêhtin. Ev şkandin bi arîkarî ya trişê hîdroklorîk û pêpsînê (şîrê gedeyê) çêdibit.

Erkê neserekî yê gedeyê vemêhtina hindek maddeyên wekî qehwe, alkohol û aspirîn ê ye. Hindek av û proteîn û ayon jî ji gedekê dihên vemêhtin.

Nexweşiyên Aşik[biguherîne]

Ji nexweşiyên aşik yan mîdeyê gelekin, wek tirşiya serdil ,pençîra aşik yan kansera mîde û brîna herisê ye.

Toşpiyên Aşik[biguherîne]

Toşpiyên Kardiyak
(li cardia)
Toşpiya Pîlorîk
(li pylorus)
Toşpiya Fundîk
(li fundus)
Gray1053.png Gray1054.png Gray1055.png

Pêşangeh[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

Wîkîferheng Wîkîferheng: aşik – Wate, Etîmolojî, Hevwate, Werger