Xwînhêner

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Xwînwerîn, xwînhêner an jî demara xwînhêner (bi îngilîzî: vein) coreyek ji coreyên xwînboriyan in ko xwînê ji endamên laşî ber bi dilî dibin. Bi giştî, xwînwerîn xwîna kêm-oksîjen û pir-duanoksîda karbon ji endamên laşî ber bi dilî vedigerînin. Awarteyeka vê gotinê xwînwerîna pişik ye ko xwîna oksîjendayî ji siyan ber bi dilî dibit. Lewma şaş e ko navê şîndemaran li xwînwerînan bikin, jiber ko hemî xwînwerîn xwîna kêm-oksîjen têda nîne.

Pesta xwînê di xwînwerînan da ji xwînberan kêmtir e. Xwîna ko bi rêya xwînberan digehit endamên leşî û bi rêya hûrxwînboriyan digehit xaneyên laşî bi rêya xwînwerînan dihat komkirin û ber bi dilî dihat hinartin.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)