Ziman (endam)
Ziman yek ji organên ajal û mirovan e. Ziman (bi latînî lingua) masûlkeke girîng ji devê mirov û caneweran e, rengê xwe sor e. Mirov bi zimên dixwe, tamdike û diaxive. 17 masûlk bi zimên kontrol û lebat dike. Bi livikên hûr ku ser riwê zimên mirov bi şîranî, talî, tirşî û şorî seh dike.
Em dikarin bi alîkariya reseptorên, ku li ser ziman, di kefika dev û li qirika me de cih digrin, tama xwarin û vexwarinan bigrin. Bi taybetî mirov dikare bi alîkariya reseptorên li navçeya ziman de cih digrin, tiştên tirş tambike. Ji bo tamkirina tiştên tal, reseptorên li paşiya ziman berpirsiyar in. Em dikarin şor û şîrîn bi alîkariya serê zimanê xwe tam bikin.
Ziman, ew gijilokên li ser wê, ku ziman bi wan Şor, Şêrîn, Tahl bûnê û hwd, ku wan fahm dike û bi wan sinyal diçina mejî, ji wan re Pertek têne gotin. Ne ji wan pertekan bê, wê ziman nikaribê, jevcuda bike. Ew pertek, her yek ji wan bi sînîran ve girîdayî na.
|
|||||