Mihemed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Mihemed
تخطيط إسم محمد.png

Nave Mihemed bi erebî

Navê rastî Mihemed bîn Ebdillah
محمد بن عبد الله
Bernavk Mihemed, Ehmed, Mistefa û Mehmûd
Roja jidayikbûnê 20 Nîsan 571
Mekke
Roja mirinê 8 Hezîran 632 (61 Salî)
Medîne
Eslê xwe Ereb
Dîn Îslam
Hevjîn Xetîce
Zarok Law;

Qasim
Ebdillah
Îbrahîm
Qîz;

Zeyneb
Ummu Gulsim
Rukîyye û Fatima

Pîşe Şivan, Tucar
Jidayikbûna Hz. Mihemed li gorî nîgarokeke farisî (sedsala 14'em)
Pêxember Mihemed, tevî firişteyên Cibraîl, Mîkaîl, Israfîl û Izraîl
Şkefta li ser çiyayê Hirayê ya ku nêzîkî Mekeyê ye

Mihemed, Hezretî Mihemed an Pêxember Mihemed, (bi erebîمحمد بن عبد الله بن عبد المطلب بن عبد مناف بن هاشم القريشي, Muhammed bin Abdullah bin Abd al-Muttalib bin Hashim bin Abd Manaf al-Qurayshi) ku di sala 570î de li bajarê Mekeyê hatiye dinê û di sala 632an de li Medîneyê çûye ser heqiya xwe, Li gorê bawermendên misilman Mihemed pêxemberê Xwedê ye û pêxemberê dawîn e.[1][2]

Jiyana wî

Zarokatî

Pêxember Mihemed li bajarê Mekeyê li Erebistana Siyûdî ê di Sala Fîlî de li dû mirina bavê xwe hatiye dinê. Navê bavê wî Ebdulla (bi erebî: Abdullah) û navê diya wî jî Emîne (bi erebî: Amina) ye. Mihemed ji malbata haşimî û ji eşira qureyşiyan e. Di şeş saliya xwe de diya wî Emîne dimire û Mihemed diçe ba bapîrê xwe Ebdelmutelib (bi erebî: Abd al-Muttalib). Du salan şûnde bapîrê wî jî dimire û Mihemed diçe mala apê xwe Ebû Talib (bi erebî: Abu Talib) û bi tev pismamên xwe mezin dibe. Di zarokatî û xortaniya xwe de Mihemed ji bo eşira xwe bi salan şivantiyê dike û dû re dibe bazirgan. Tevî zarokatiya xwe a bi zexmet û sêwîbûn, Mihemed bi durustî û rastî ya xwe dihat naskirin. Bi vî avayî hîn di xortiya xwe de mirovan ji wî re "Mihemedê Emîn" (bi erebî: Muhammad al-Amin) digotin. Emîn bi kurdî tê maneya "yê ku mirov dikanî jê bawer bike, dilsoz".

Xortanî û destpêka pêxemberiyê

Di sala 595'an da Mihemed bi jinikeke bî û dewlemend bi nav Xedîce keça Xuweylîd (bi erebî: Khadija bint Khuwaylid) re ya ku 40 salî bû, zewicî. Xedîce yek ji misilmanên yekemîn e û di sala 606-an de keçek bi nav Fatime ji wan re dibe. Heta ku Xedîce dijiya pêxember Mihemed bi qet jinekî din re nezewiciye. Dema Mihemed nêzikî 40 saliya xwe dibe, di jiyana xwe de hinek guherandinan hîs dike. Ji ber vê yekê ji gelê xwe vediqete û pirraniya dema xwe hundirê şikeftekê de li ser çiyayê Hirayê li nêzikî Mekeyê derbaz dike. Bi rojan di wî şikeftê de dimine û li ser jiyana mirovan mijûl dibe. Ji ber ku li wî demê mirovên Mekeyê pûtperest bûn. Di 40 saliya xwe de, li çiyayê Hirayê, wehiya yekemîn jê re hat. Wehî ji ayetên pêşîn ên sûreya bi nav "Iqra" (Bixwîne) pêda dibû û ji hêla Xwedê da bi wesayîta firişte Cibra’îl hatibû şandin. Cibra’îl milê wî girt û got: “Bixwîne!”, ewî got: “Ez çi bixwînim?”. Cibraîl cardin pirsî, û Mihemed cardin ji serfirişteyê Bihiştê re got: “Ez çi bixwînim?”. Piştî sê caran Cibraîl got: “Bi navê Xwedê yê ku merivî ji perçeke ‘’xwînê’’ çêdike, bixwîne!” (bi erebî: Iqra’ bismi Rabbik alladhî khalaq, khalaqal insâna min ‘alaq). Li ser vê bûyerê Mihemed bi heyecaneke mezin û bi tirs hat mala xwe û ji Xedîceyê xwest ku wî bi cilan por bike. Dû re jî ji Xedîceyê re bûyera ku hatibû serê wî got û ayetên ku ji wî re hatibûn şandin xwend. Êdî ji Hz. Ebû Bekir, Elî û Zeyd re jî pêxemberiya xwe eşkere kir û hemû bûn misilman.

Mihemed ji mirovên ku baweriya xwe pê dianî, pêxemberiya xwe ji pûtperestan dizî neql dikir. Êdî heta sê salan qet wehî ji wî re nehatin. Piştî sê salan gava pêxemberê Xwedê dîsa li şikeftê de bû wehiya duyemîn hat. Îcar wî bi fermana Xwedê pêxemberiya xwe ji mirovan ra eşkere kir û ji gelê Mekeyê xwest ku pê bawer bikin. Di pêşiyê de serokên eşîra Qureyşê guhê xwe nedan gotinên Mihemed û bi wî yariyê xwe kirin. Lê ola Îslamê bi taybetî di nava mirovên belengaz û kolan de roj bi roj belav û xurt dibû. Li ser vî serokên Qureyşê ji bo xwe ketin telaşê û dest bi îşkenceyên cûr be cûr kirin. Ji ber ku Îslamiyet dijî pût û rejima wan dihat, serok û mirovên dewlemend ditirsiyan ku hêzên polîtîkê û bazirganiyê ji dest wan here. Li bin îşkenceyan jî, Hz. Mihemed dest ji doza xwe nekişand û bi vî awayî Îslam hê çû hê mezin bû. Lê hinek misilman nikaribûn dijî van zordestiyan hê pirtir berxwedin û mecbûr man ku koç bikin herin Hebeşistanê.

Bûyereke mezin ku yê li ser Mihemed tê gotin jî Şeva Pîroz a Mirac e. Di vê şevê de Hz. Mihemed bi alîkariya Xwedê ji bajarê Mekeyê çûye bajarê Qudisê mizgefta bi navê Mescîda Eqsa û li wê derê jî bi tev firişteyan bûye asîman çûye ba Xwedê. Li ser vî bûyera serokên eşîra Qureyş Mihemed bi derewan tawanbar kirin û hê dijwartir dijî wî derketin. Êdî mayîna Pêxember li bajarê Mekeyê ne mimkûn bû û biryar da kû ji bajêr derkeve. Bi vî avayî Hz. Mihemed çû Ta’ifê û li wê derê pêxemberiya xwe eşkere kir. Lê ta’ifiyan bi bin bandora serokên Mekeyê heqeret li wî kirin û ji bajarê xwe derxistin.

Koçkirin (Hicre)

Êdî Mihemed biryar da ku bi hemû misilmanan koç bike here bajarê Medîneyê, wê demê navê bajêr Yesrib (bi erebî: Yathrib) bû. Dema Mihemed çû wir êdî ji bajar re gotin Bajarê Pêxember (bi erebî: Madinat an-Nabi). Ew nav li Yesribê ma û navê wê bû Medîne (“Bajar”). Ji ber vî yekî bi çend serokên eşîrên Medîneyê, yên misilman, dizî hevdîtinek ava kir. Lê di demekî kurt de serokên eşîra Qureyş fêrê vî hevdîtinê bûn û ji bo ku ola Îslamê li bajarên din belav û xurt nebe, biryar dan ku Hz. Mihemed bikujin. Lêbelê Mihemed ev plana wan bihîst û bi tev heval û apê xwe Ebû Bekir, ji bajarê Mekeyê derket. Herdu bi hev re sê rojan di şikefta bi nav Sewr de xwe veşartin û roja 20-ê îlona sala 622'an gihîştin nêzikê Medîneyê gundê Qubayê. Li vê derê Mihemed bi tev hevalên xwe yên ji bajarê Medîneyê yekemîn mizgefta ola Îslamê ya bi navê Mescîda Teqwa (bi erebî: Masjid at-Taqwa) çêkir.

Dema Medîneyê

Yesrib (Medîne) ewdem di civateke ji Mekeyê cûdatir bû. Eşiretên Ews û Xezrec di şerr de bûn û li wir çend malbatên cihûyan hebûn, wek Benû n-Nadir, Benû Qureyze û Benû Qeynuqa yên bihêz. Xêncî van li bajêr kesên beriya Hicreyê bibûn misilman jî hebûn. Ji van re digotin “alîkar” (bi erebî: ansar). Di dawiyê de jî misilmanên Mekeyê, yên beriya Hicreyê hatibûn Medîneyê, “muhacîr” (bi erebî: muhajirun).

Berî her tiştî Hezretî Pêxember eşîrên di şerr de li hev anî. Di peymana Medîneyê de her kesên Medîne cîh girtin. Civate misilmanan “umet” û civata cihûyan hev û mafên hev naskirin. Li Medîne Xeyber, cihûyekî dewlemend ket destê misilmanan û hemû cihû ji Medîne hatin derxistin, ji ber ku ew neyartî bi misilmanan dikirin.

Mz. Mihemed sê caran bi pûtperestên (muşrikên) Mekeyê re ceng kir. Nêzîkê calên avê, li Bedrê cengek qewîn çêbû. Misilman serketin û hemû qenîmeta muşrikan ket destê wan. Di şerrê Uhudê de misilman perîşan bûn, ji ber ku ew leşkerên bi tîrkeban ku Mz. Mihemed li sere çiya cîhkiribû û ji wan re gotibû: “Çi dibe bila bibe, ji cihên xwe neleqin”, dîtin ku wa misilman serdikevin, cîhên xwe berdan û ber dan leşkerên muşrikan. Lê leşkerên sîwarî muşrikan yên xwe veşarti bûn ji cîhên xwe derketin û bi pişt ve li misilmanan xistin. Misilman di nav her duwan de man û pirr kes brîndar û şehîd ket, wek Hz. Hemze. Diranê bimbarek ê Mz. Mihemed jî di şerr de şikest. Cengeke din jî li Medîneyê çêbû. Muşrik ji Mekeyê bi rê ketin û hatin Medîneyê. Mz. Mihemed ferman da û got bile li dora bajêr çelên kûr û fireh werin kolîn ku hespên wan nikaribin ser re bazdin. Herwaha şerekî girîng çê ne bû û muşrik ji birçîbûn û betalbûne para zivirîn. Misilman pey wan ketin û ew heta dûr ji Medîneyê teqîb kirin.

Piştî van cengan, 6 salan piştî hicreyê Hz. Mihemed umeta xwe komkir û ketin rê ku biçin Mekeyê Kebeyê tewaf kin, “umre”. Li Hudeybiyeyê, gundekî nêzîkê Mekeyê muşrikan rê li wan girtin. Pêxember Mihemed nexwest şerr çêbe û bi serokên qureyşiyan peymanek damezirand. Herwiha qureyşiyan pêxemberiya wî nepejirand, lê ew wek serokê kesên Medîne û misilmanan qebûl kirin:

  • Ji bo 10 salan çekberdan, qedandina cengê.
  • Ewlehiya misilmanên ku wê werin Mekeyê an başûr ji bo bazirganî an tewaf û hec.
  • Ewlehiya qureyşiyên wê biçin bakûr.
  • Kolên ku bê destûra xwediyên xwe ji Mekeyê werin Medîneyê wê para bişînin.
  • Sala peymanê kes ji Medîneyê naçe Mekeyê, li di salên dû re misilmanê bikaribin biçin Mekeyê ji bo hec û umre.

Dema salên peymanê Hz. Mihemed çû Mekeyê leşkerên bi hêz wek Xalid ibn el-Welîd (bi erebî: Khâlid ibn al-Walîd) û Emr ibn el-Asî (bi erebî: Amr ibn al-’Asi) û pirr kesên bi nav û deng û dewlemend hatin der riya rast. Di riya standina Mekeyê de êdî tiştek ne mabû. Du sal pişt peymanê Hz. Mihemed bajarê Mekeyê bê şerr ji muşrikan stand. Mz. Mihemed pûtên Kebeyê bi destê xwe hilşand.

Bi kesên derdorê Mekeyê re cengek çêbû. Di wê cengê de misilman bi dijwariyê serketin. Hin pûtên mezin li wan deran jî hatin hilweşandin.

Di sala 632'an de Hz. Mihemed ziyareta dawî li Mekeyê kir. Li wir di xutbeya xwe ya dawî de ji umeta Îslamê re nesîhet kir. Got: "Misilman birayê misilman e, ji hev re zulmê nekin, mafên birayên xwe ji wan negrin. Muheqeq hûnê bigihîjin Xwedayê xwe. Ewê jî hemû kirinên we ji we bipirse."

Ewsal çû ber Rihma Xwedê.

Navên cudayî yên Mihemed pêxember

Di nav misilmanan de Pêxember Mihemed zêdeyî du sed navên wî hene. Çend ji wan ev in: Evîndarê Xwedê (bi erebî: Habib Allah), Pêxember (an-Nabi), Bavê Qasim (Abu’l-Qasim), Giyanê Heqê (Rûh al-Haqq) û gelekên din. Bi erebî, bi navê Mihemed ve mirov pir caran gotina “sellallahu ‘eleyhî we sellem” jî dike.

Misilman dema qala Mihemed pêxember dikin ji bo ku giramîyê dibejin Hezretî Mihemed û selewat li ser tînin.

Herwiha navên wî yên din Ehmed, Mehmûd bi navê Muhemmed ra hevreh in û bi manaya "yê ku pesnê wî hatiye dayîn" in. Navekî din jî Mistefa ye.

Çavkanî

  • Gibb, H.A.R. & J.H. Kramers (1995). Shorter Encyclopaedia of Islam. E.J. Brill, Leiden. ISBN 9004 00681 8 (ji bo sererastkirinên bikarhêner MikaelF)