Kîr

Ji Wîkîpediya
(ji Penîs hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kîr, xir yan penîs (bi grekî: πέος) organa zayender a mêran e. Herwekî organa zayender a ajalên nêr e jî.

Mêr û nêr bi kanala mîzê ya di penîs de ye, mîzê berederve dikin. Dema ejekûlasyonê spermên mêr an nêr dikevin kanala mîzê ya penîsê û ji wir dipişke der.

Di zimanê latînî de tê wateya boçîk. Dema kîr (penîs) tê nixurçîn (stîmûlîzekirin, hişyarkirin) organ bi xwînê tê dagirtin û kîr(penîs) hişkerepî dibe. Ev yeka han ejekûlasyonê hêsan dike û ji bo wê ye.

Di hişkerepiyê de dirêjî û berayiya penîsê mezin dibe. Piştî ejekûlasyonê organ dîsa vediçilmise, sarsistî dibe. Xwîna ku penîs hişkerepî kiriye bi qasî demekê di organê de dimîne. Ango kîr(penîs) ji nişka ve na lê hêdî hêdî sarsistî dibe.

[biguherîne] Hin parçeyên kîrê (penîsê)

[biguherîne] Galerî

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din