Here naverokê

Çaqmaqa

(Ji Çaqmaq hat beralîkirin)
Çaqmaqa
Çakmak
Çaqmaqa li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Çaqmaqa
Çaqmaqa
Çaqmaqa li ser nexşeya Ewropa nîşan dide
Çaqmaqa
Çaqmaqa
Çaqmaqa li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Çaqmaqa
Çaqmaqa
Koordînat: 39°26′56″Bk 41°46′12″Rh / 39.44889°Bk 41.77000°Rh / 39.44889; 41.77000
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehErzîrom
NavçeXinûs
NahiyeXinûs (navend)
Bilindahî
1.821 m (5974 ft)
Nifûs
 (2012)
369[1]
Gel
 • EşîrDimilî, (Kuderî)
Koda postayê
25600
Koda telefonê(+90) 442
Map
biguhêreBelge
Dûrahî
Bajar gund Navçe
? km ? km

Çaqmaqa an jî Çaqmaqan (1928: چاقمق , "Tchakmak" (Çaqmeq)[2], 1946: Çakmak[3], bi tirkî: Çakmak), gundekî Xinûsê ye.[4]

Gund, di derdorê salên 1830an de ji aliyê Osmanê kurê Îsmaîl ve hatiye avakirin, navê bavê Osman jî Îsmaîlê Kuderî ye. Îsmaîlê Kuderî bi xwe dimilî bûn, ew jî di sala 1800î de ji Bîngolê qezaya Bongilan (Solxanê) hatiye Xinûsê gundê Sowaran ji wir jê hatiye Mîrseîdê bi cîh bûye. Piştê çend sala disekine Îsmaîlê Kuderî li Mîrseyîdê wefat dike, kurê wî Osman jî di zewice tê Çaqmaqa ava dike.

Piştî çend salan disekine sê zarokên Osman çê dibe yê mezin Eyûb diçe Pornagê, yê ortê Yûsif diçe Gomikê ava dike, ê piçûk Hesenxan jî di Çaqmaqa de dimîne. Çaqmaqa, Gomikan û Pornak hemî pismamên hev in.

Navê bavê gund Hesenxan û Navê dêya gund jî Fatê ye.

Gundî hemî misilman in û bi eslê xwe kurd in û kurmancî qise dikin (diaxivin).

Di gund de 65 mal heye lê belê 45 mal jî li derve heye, bi piranî li Fransayê, hinekî jî li Almanyayê ne.

Ji berku Pornag û Gomik ji Çaqmaqa veqetiyane ji bo wî Çaqmaqa wek paytexta gundên Kuderiyan tê zanîn.

Ji bo navê gund her çiqas çavkanî tinebe jî, li gorî pirrê mezinên Kuderiyan demê berê di gund de çaqmaqê çekan hatine çêkirin,

Her waha hacetekî ji pola hebûye ku ew haceta dema li kevir dixistin çirûsk dida û ji ber wî tiştên bibarûd dikarîbûn vêbixin û ji bo çekên wisa jî dixebitandin.

Ji ber wê yekê navê gund danîne Çaqmaqa.

Lê tê zanîn ku dema Osmanê kurê Îsmaîl hatiye gund ava kiriye gund valabûye.

Eşîreke bi navê çaqmakan di nav kurdên Xoresanê de heye[5], dibe ku navê vî gundî û navê gundê cîran ê pornagan ji navên eşîrên tarixî hatibin peydakirin. Li devera Xinûs û Qereyazîyê şopên eşîrên xoresanî hîn zindî ne. Dîyar e ku hinek gundên herêmê (bnr. tatikan, dondaran, dêlikan, çapan, koçan hwd..) berê sirgunkirina wan a xoresanê hatine avakirin, loma ku hîn navên wan li ser in. Jixwe pirên van jî îdia dikin ku ji Erziromê hatine sirgunkirin.

  • Nanê loş: bi ar, xwê û hevîrtirş tê çêkirin. Bi desta tê vekirin û di tendûrên bin erdê de tê pijandin;
  • Dolme: hundirê dolman ji bulxur, lorik, pîvaz û ji îsota sor tê çêkirin. Bi pelên rezan tê pêçandin û tê kelandin;
  • Dîz: goşt, xwê (sol), qatix û îsot bi hevre rojekê tên terbiye kirin. Roja din di dîzikê de tê kelandin;
  • Girara Dew: bi birxwir, qatix, û noka ve tê çêkirin.

Gundê Çaqmaqa birawêjî nêzikî 369 gelhe ye.

Sal Gelhe[6]
2012 369
2000 372
1990 365

Gundê Çaqmaqa, gunde kuderiyan yê herî mezin e. Her wiha ji gundên Xinûsê ên ji herî xweşan e.

Hûdûdên gund li bakûr bi Axwêranê ve, li rojava bi Sogiltî û Qizmûsa ve, li başur bi Gomik û Çamûrlîyê ve û li rojhilat jî bi Pornagê ve tê girêden.

Çiyayên herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gund di ber Çiyayê Reş û Çiyayê Gewrik de ye.

Çemê gund ji Pornagê ji çiyayê têxtabê tê ser gund û piştê Çaqmaqa diçe gundê Qizmûsayê.

  1. ^ tuik 2012, ji orîjînalê di 20 çiriya pêşîn 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 13 îlon 2014
  2. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  3. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
  4. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 5 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2014{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  5. ^ "The Kurds in Khorasan, North-east of Iran". www.zazaki.net. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2024.
  6. ^ Yerelent, Çakmak, ji orîjînalê di 30 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 13 îlon 2014

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]