Çaqmaqa
Çaqmaqa Çakmak | |
![]() Wêneyê gund ji palê ve hatiye kişandin. Sala 2009
| |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Erzîrom |
Navçe | Xinûs |
Nahiye | Xinûs (navend) |
Demografî | |
Gelhe (2012) | 369[1] kes |
Eşîr | Eşîra Kuderiyan |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 39°26′56″Bk 41°46′12″Rh / 39.44889°Bk 41.77000°Rh |
Bilindayî | 1.821 m |
Koda postayê | 25600 |
Koda telefonê | (+90) 442 |
Nexşeya cihan Tirkiye
|
Dûrahî | ||
![]() |
gund | Navçe ![]() |
---|---|---|
163 km | ![]() |
13 km |
Çaqmaqa an jî Çaqmaqan (1928: چاقمق , "Tchakmak" (Çaqmeq)[2], 1946: Çakmak[3], bi tirkî: Çakmak), gundekî Xinûsê ye.[4]
Gund, di sala 1800î de ji aliyê Osmanê kurê Îsmaîl ( عثمان بِن اِسماعيل) ve hatiye avakirin, navê bavê Osman Îsmaîlê Kuderî ye Îsmaîlê Kuderî bi xwe dimilî bûn, ew jî di sala 1770î de ji Bîngolê qezaya Bongilan (Solxanê) hatiye Xinûsê gundê Mîrseîdê, piştê çend sala disekine Îsmaîlê Kuderî li Mîrseyîdê wefat dike, kurê wî Osman jî di zewice tê Çaqmaqa ava dike.
Piştî çend salan disekine sê zarokên Osman çê dibe yê mezin Eyûb diçe Pornagê, yê ortê Yûsif diçe Gomikê ava dike, ê piçûk Hesenxan jî di Çaqmaqa de dimîne. Çaqmaqa, Gomikan û Pornak hemî pismamên hev in.
Navê bavê gund Hesenxan û Navê dêya gund jî Fatê ye.
Gundî hemî misilman in û bi eslê xwe kurd in û kurmancî qise dikin (diaxifin).
Di gund de 65 mal heye lê belê 45 mal jî li derve heye, bi piranî li Fransayê, hinekî jî li Almanyayê ne.
Ji berku Pornag û Gomik ji Çaqmaqa veqetiyane ji bo wî Çaqmaqa wek paytexta gundên Kuderiyan tê zanîn.
[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ji bo navê gund her çiqas çavkanî tinebe jî, li gorî pirrê mezinên Kuderiyan demê berê di gund de çaqmaqê çekan hatine çêkirin,
Her waha hacetekî ji pola hebûye ku ew haceta dema li kevir dixistin çirûsk dida û ji ber wî tiştên bibarûd dikarîbûn vêbixin û ji bo çekên wisa jî dixebitandin.
Ji ber wê yekê navê gund danîne Çaqmaqa.
Lê tê zanîn ku dema Osmanê kurê Îsmaîl hatiye gund ava kiriye gund valabûye.
Çanda gund[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Xwirakên gund[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Nanê loş: bi ar, xwê û hevîrtirş tê çêkirin. Bi desta tê vekirin û di tendûrên bin erdê de tê pijandin;
- Dolme: hundirê dolman ji bulxur, lorik, pîvaz û ji îsota sor tê çêkirin. Bi pelên rezan tê pêçandin û tê kelandin;
- Dîz: goşt, xwê (sol), qatix û îsot bi hevre rojekê tên terbiye kirin. Roja din di dîzikê de tê kelandin;
- Girara Dew: bi birxwir, qatix, û noka ve tê çêkirin.
Gelhe[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gundê Çaqmaqa birawêjî nêzikî 369 gelhe ye.
Sal | Gelhe[5] |
---|---|
2012 | 369 |
2000 | 372 |
1990 | 365 |
Erdnîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gundê Çaqmaqa, gunde kuderiyan yê herî mezin e. Her wiha ji gundên Xinûsê ên ji herî xweşan e.
Hûdûdên gund li bakûr bi Axwêranê ve, li rojava bi Sogiltî û Qizmûsa ve, li başur bi Gomik û Çamûrlîyê ve û li rojhilat jî bi Pornagê ve tê girêden.
Çiyayên herêmê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gund di ber Çiyayê Reş û Çiyayê Gewrik de ye.
Çem û gol[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Çemê gund ji Pornagê ji çiyayê têxtabê tê ser gund û piştê Çaqmaqa diçe gundê Qizmûsayê.
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ tuik 2012, ji orîjînalê di 2013-10-20 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 2014-09-13
- ↑ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
- ↑ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
- ↑ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2016-03-05 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 2014-10-20
- ↑ Yerelent, Çakmak
Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]