Dimilî (eşîr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dimilî, Dunbulî an jî Dumilî, eşîreke mezin ê kurdan e.

Li Xinûsê, Çewligê, Sêwregê û Makûyê. Navê Dimilî di sedsala 11'mîn de, di nav eşîrên Kurdên ên li Surî derbas dibe. Herwuha îro jî gundekî bi navê Dumilî li herêma Çiyayê Kurmênc de heye.

Şerefxanê Bedlîsî diyar dike ku, Dimilî esle xwe ji Botan û dînê wan Êzdî bûye, paşê bibûne Misilman. Ji wan rê "Dunbuliye Boxtî" hatiye gotin. Di sedsala 16. de mîrengeha Sekmanabade û wextekî jî a Hekariye di destê wan de bûye.

Ziman û Ol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dimilî ên Sekmanabade (Makû) Şiîne, zûdaye asîmîle bûne û wa 200 sale tenê bi Tirkî diaxavîn. Ên Erziromê û Sêwrege hemû Misilman in û li Erziromê navçeya Xinûsê û Qereyaziyê Kurmancî û li Sêwrege Dimilkî diaxavîn. Li Şêxan û Şengale jî Kurdên ji wê eşîre hene, li vir bi Kurmancî diaxavîn û Êzdî ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]