Adnan Menderes

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Adnan Menderes

Adnan Menderes (18991961) ramyar, serokwezîrê Tirkiyê yê ku ji aliyê leşkeran ve hatiye xeniqandin e.

Di nava salên 1950 - 1960 de serokwezîrtiya Tirkiyê dike. Perwerdeya dadmendiyê ditiye. Bi partiya Serbest Cumhuriyet Firkası dest bi jiyana polîtîk dike.[1] Hin caran di nava baskên CHP de dixebite.[2]

Di 7'ê pûşperê 1946 de yekemîn partiya oppozîsyon a Tirkiyê dadimezirîne, DP. Cara yekemîn bi newêrekî be jî hin gotinan li dijî sazûmaniya yek-partî dibêje. Ev yeka han ji mêj ve bala leşkeran dikişîne û leşker wî bisînordikin.

Menderes wekî kes, xwedî nêrînên demokratîk û lîberal bû. Miroveke nûjen û oldar bû. Lê carekê artêşê wî ji çav derxistibû.[3] Di cûntaya leşkerî ya 27'ê gulanê 1960 de tê girtin û darizandin. Bi tevî Hasan Polatkan û Fatin Rüştü Zorlu di 17'ê rezberê 1961'î de li girava İmralı tên xeniqandin.[4][5]

Çavkanî[biguherîne]

  1. İnönü'nün MBK'ye gönderdiği Menderes mektubu
  2. Heper, Metin; Sayari, Sabri (2002). Political leaders and democracy in Turkey. Lexington Books. ISBN 978-0-7391-0352-4.
  3. Adnan Menderes'in Kendi Sesinden Savunması
  4. "Adnan Menderes'in idamı". Samanyolu.
  5. Adnan Menderes'in yayınlanmamış görüntüleri (2011)

Girêdanên derve[biguherîne]