Turgut Özal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Turgut Özal
Image dans Infobox.
Serokkomarê Tirkiyeyê yê berê Turgut Özal
Serokkomarê Tirkiyeyê
-
Serokwezîrê Tirkiyeyê
-
Turgut Özal
Serokwezîrê Tirkiyeyê
-
Bülent Ulusu (en)
Turgut Özal
Deputy Prime Minister of Turkey (en)
-
Turhan Feyzioğlu (en)
Kaya Erdem (en)
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Jidayikbûn
13ê çiriya pêşîn a 1927
Meletî
Mirin
Cihê goristanê
Topkapı Cemetery (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Cîwar
Perwerde
Zanîngeha teknîkê ya Stembolê (Bachelor of Engineering (en)) (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Siyasetmedar, serokkomar
Malbat
Özal family (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Semra Özal (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
3
Partiyên siyasî
National Salvation Party (en) (-)
Partiya Welatê Dayikê (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xelat
Honorary Companion of the Order of Australia (d) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Turgut Özal
Şanenav

Turgut Özal, carina jî bi kurdî Turgut Ozal (jdb. 13ê çiriya pêşîn a 1927an li Meletî - m. 17ê nîsana 1993an li Enqereyê), yek ji serokkomar û serokwezîrên navdar ên Tirkiyeyê ye.[1]

Bavê wî Kurdekî ji Çirmikê a Meletiyê, daye wî jî ji Melkişî, Dêrsîmê bû.

Di sala 1950î de xwendina xwe ya endazyariya elektronîkê li Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê bi dawî dike. Du sal şûnde bo xwendina bilind ji aliyê fîrmaya ku lê dixebitî tê şandin û vegerê dîsa li heman fîrmayê kar dike. Sala 1958an de Turgut Özal dibe serokê sekretarya komîsyona pêşvebirinê ya dewletê. Di sala 1960î de li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn dest bi mamostetiyê dike.

Di sala 1966an de dibe di hikûmeta hemandemî de wekî teknîker cih digire. 1971ê de li IMFê dest bi xebatê dike. Herwekî di gelek fîrmayan de wekî plansaz cih digire.

Piştî destdayîna leşkeran a li ser dezgehên dûgelê, di hikûmeta Bülent Ulusu de wekî cîgirê wezîrê karê aboriyê berpirsiyar dibe. Di 20ê gulana 1983anyan de partiyeke bi navê Anavatan Partisi (Partiya Welatê Dayikê) dadimezirîne û serokatiya wê dike. Di hilbijartinên fermî yên 6ê çiriya paşîn a 1983anyan biserdikeve û heya 1989an serokwezîrtiyê dike. Di [[31ê çiriya pêşîn|31ê çiriya pêşîn a 1989an de bo serokkomariyê tê hilbijartin û heya mirinê didomîne.

Cihê Özal di dîroka Tirkiyeyê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin ronakbîr Özal wekî duyemîn girîngtir kesê di dîroka Komara Tirkiyeyê de dinirxînin. Di dema wî de polîtîkayên lîberal bo cara pêşîn dikeve Tirkiyeyê. Dixwaze bandora bûrokrasiya dûgelê û ya leşkeran li ser xebatên hikûmetê û jiyana rojane kêm bike. Ji bo pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê, pirsgîrêka kurd çareser bike hin gavên wêrek davêje.[2] Bi dizî têkilî bi PKKê re datîne û dixwaze PKK agirbestê îlanbike. Li ser daxwaza wî PKK hin gavan davêje. Lê rojberoj, mihalefateke mezin li dijî wî tê lidarxistin. Artêşa tirk naxwaze Özal biserbikeve û çi ji destê wê tê dike. Li dijî Özal çalakiyên kuştinê tên organîzekirin. Özal carekê ji destê xwe birîndar dibe.

Özal hin caran mecbûr dimîne ku di riya artêşê de bimeşe û biryarên ku artêşê bo Kurdistanê digirtin mor bike.[3] Avakirina OHAL (Olağanüstü Hal - Desthilatiya herêmê (Kurdistanê) ya awarte), damezrandina hêzên cerdewanan (bi tirkî: Koruculuk sistemi), valakirina gundên kurdan û koçberkirina wan ji Kurdistanê hwd di dema Özal de hatin pejirandin û ketin rojevê.

Mirîne Özal û Şikên Mezin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Turgut Özal roja 17ê nîsana 1993anyan ji vegera xwe ya ji Azerbeycanê bi mirina masûlkeyên dil jiyana xwe ji dest dide. Lê di heman demê de malbata wî û bijîşkê wî yê taybet didin xûyakirin ku "di mirîne wî de şik heye, Özal bi rêkûpêk di sehêti rewşa bêxên koronar de bûye û ew hatiye jehrkirin".[çavkanî hewce ye] Hin rêxistinên rastgîr ên dewletê jî piştî mirîne Özal daxûyakirin ku Özal "cahşê welat bû û hate siza kirin".[çavkanî hewce ye] Mirîne Özal hêj jî tê guftûgokirin. Özal zewicî bû û xwedî 3 zarokên bû.

"Dapîra min Kurd e, Ez jî Bingeh Kurd im"[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Özal di rêzaniyê de erdem bingeh Kurdbûna xwe di anî her tim. Wî dixwest pirsgirêkî Bakurê Kurdistanê di nava sazûmaniya Komara Tirkiyeyê de were çareserkirin û Tirkiyeyê bi cîhana lîberal a rojava re bibe hevalbend. Ji bo tevlîbûna YE'yê gelek xebat dikir. Özal dema desthilatdariya xwe de nasyarî bi DYA'yê re dimeşand.[4] Di seremoniya binerdkirina wî de bi sed hezaran mirov kom dibin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Purvis, Andrew (27 tîrmeh 2003). "Not Just Business As Usual". TIME. Ji orîjînalê di 29 kanûna pêşîn 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 tebax 2008.
  2. ^ Dündar, Can (8 kanûna paşîn 2002). "'Özel Harp'çinin tırmanış öyküsü". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2006.
  3. ^ "Kartal Demirağ'a 20 yıl hapis cezası". Hürriyet (bi tirkî). Anadolu Ajansı. 31 kanûna pêşîn 2008. Roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2009.
  4. ^ Internationalism is the only response to the Kurdish issue (2013)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Turgut Özal de hene