Cemal Gürsel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Cemal Gürsel
Gursel and Norstad.jpg
Hevwelatî  Tirkiye
Şanenav Cemal Gürsel-signature.png
biguherîneBelge

Cemal Gürsel (jdb. 1895 li Erzîrom, bakurê Kurdistanê - m. 14ê îlonê 1966, li Enqere, Tirkiye), serokkomarê Tirkiyeyê yê çaremîn bû. Ji 27ê gulanê 1960 heya 28ê adarê 1966 serokkomarî kiriye.

Cûntaya leşkerî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di 27ê gulanê 1960ê de artêşa Romê dest dide ser desthilatê, ango cûntayeke leşkerî pêk tê. Parlamen, hikûmet tê betalkirin. Li seranser Tirkiye û bakurê Kurdistanê siyasetmedar tên girtin. Serokatiya vê cûntayê Cemal Gürsel dike. Yek ji giregirên vê cûntayê jî, giregirê nîjadperestiya tirk, Alparslan Türkeş e ku di cûntayê de berdevkiyê dike.

235 general, 3500 serbaz, 1402 dersdarê zanîngehê, 520 dozger û dadger ji peywirdariyên xwe tên dûrxistin an malnişînîkirin. Li bakurê Kurdistanê zilm û zordarî tê kirin, asta pişavtina kurdan tê zêdekirin. Berê tenê li navendên bajarên mezin tirkî dihat bikaranîn, lê di dema vê cûntayê de bo cara pêşîn, tirkî dikeve navendên bajarok an navçeyan jî. Di salên 2000î de, îcar tirkî dikeve gundên Kurdistanê jî.

"We kurdekê dît, tûfê rûyê wê bikin!"[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Biryara komkujî, koçberkirin, pişavtina kurdan de rola wî jî gelek bû. Bangewaziya "We kurdek dît, tûfê (tûk) rûyê wê bikin!" a wî bû. Ev slogan heya salên 1965î di pîrozbahiyên fermî de li dîwarên bajaran dixemiland.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]