Amêdî

(Ji Amediyê hat beralîkirin)
Amêdî
Amedi
Bajarê Amêdiyê
Amêdî li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Amêdî
Amêdî
Amêdî (Iraq)
Kargêrî
Welat Başûrê Kurdistanê
Dûgel Îraq
Parêzgeh Duhok
Navçe Amêdî (navçe)
Demografî
Gelhe 6.000 (2008)
Erdnîgarî
Bilindayî 1.190
Koordînat 37°05′33″Bk 43°29′14″Rh / 37.09250°Bk 43.48722°Rh / 37.09250; 43.48722

Amêdî (ji tîpên erebî guhêzkirî: Amedi) li devera Behdînan qeza û bajarekî biçûk e. Di serdema Mîrektiya Badînan de paytextî kiriye.

Amêdî bajêrkekê Kurdistana Başûr e û dikevîte di nav sinorê Behdînan da. Daniştiyên vî bajêrkî nêzîkî 6.000 kesan e. Di serdemê mîrnişîna Behdînan da Amêdî paytextê vê mîrnişînê bû. Li vê deverê peymangeheka teknîkî bi navê Peymangeha Teknîkî ya Amêdiyê heye.

Rûberê qeza yê 93 km², hijmara gundên rex û durên wê 15 gund bon hem hatîne wêrankirin, lê piştî damezirandina hikûmeta herêmê pêtiriya gundan hatine avakirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajêrkê Amêdiyê dikevîte bakurê rojihelatê senterê Parêzgeha Dihokê bi dûriya 70 km. Bajêr yê ava kiriye li ser keliheka siroşt ku rûberê wê digehît 17,5 km² û bilindahiya wê ji dewrû bera 1000 ne vî bajêrk dîrokeka kevnar û pir rûdan heye ku dizivirît bo Împeratoriya Aşur, zanayên şînwaran dibêjin Amêdiyê bajêrê Amat e yê ku di belgenamên aşuriya da li serdemê Şems Addê pêncê (823-810) ber bunê û nivîsînên Adedinîrar siyê (804-782) berî bunê û behsê Amat di nivîsînên çerxê Babiliyê nû da hatiye û paş rewşa wê hatiye guhirîn û keftiye jêr desthelata dewleta Îslamî Yaqût el-Hemewî derbare Amêdiyê dibêjît ewê avakirî dibêjnê Imadedînê Zengî sala 537'ê koçî (1142'ê zayînî) mişextî, belê Hemdalle Alimstufa el-Qezwînî[çavkanî hewce ye] bo wê çendê diçît ku ewê Amat nûkirî dibêjnê Madaldule al-Dilîmî[çavkanî hewce ye] ewê li sala 0338'ê[çavkanî hewce ye] mişextî mirî û wî Amêdiyê binavê xwe nav kiriye.

Dîroknas Ibn el-Esîr[çavkanî hewce ye] çendîn caran navê Amêdiyê înaye ev bajêre toşî ne aramiyê bûye heta ku mîrên mîrgeha Sêvdîna kurdî kiriye paytextê desthelatê xwe li nêzîk sala 740'ê koçî (1339'ê zayînî) mişextî û libin desthelata wan ev cihe pêşkefit û berdewam ma paytextê mîrgeha Behdîna heta sala 1842'an a zayinê demê ji layê Mihmed Ance Beyireqdar[çavkanî hewce ye] ve hatiye dagîrkirin paşî sultanê osmanî Mihmudê dûyê sîstemê nawendî yê raste û xwe li wîlayetên Osmanî li ser sepand û bi êk car dest bi ser mîrgehên kurdî da girt û bi wîlayeta Colemêrgê paşî wîlayeta Mûsilê ve hate girîdan.

Li ser demê Brîtaniya sala 1918'ê zayinî desthelatdarekê brîtanî liser hate sepandin û digel pêkhatina dewleta Îraqê Amêdiyê bu qezayek ser bi lîwa Mûsil ve û êkemîn qayimqam li sala 1924'ê zayinî lê hate damezirandin. Amêdiyê bi ciwaniya xwe û çem û bîstanên û cihê xwe yên guzarî navdare nexasim Sîlavê û Sincê ku berdewam kesikatî û ava kaniya lê heye û siruştekê ciwan û sermesit heye, û geliyê Sîlavê bi çendîn corên fêqî navdar e weku: hijîr, gwîz, hulîk û sêv. Herçende biyavê erdê çandinê yê kêm e lê cihekê qelew û xudan berhem e, pêtiriya dar û barên Amêdiyê bi ava kaniya dihête avdan, ev bajêre bi sazkariyên millî navdare weku guskên axê û çendîn karên dî yên destî di hên çêkirin nexasme li gundê Dirignê hindek taybetmendî bi sazkariyên axê hene; dibêjin ev cihe qutabxaneka ser bixwe û avabu jibilî van karan jî xelkê vê deverê yan ku Amêdiyê karê çandin û xwedîkirina teriş û kewalî û karên bazirganiyê diken.

Bajêr bixwe bi bazarekê bazirganî dihîte niyasîn li deverê aşikiraye ku Amêdiyê hemî muzexaneke çendîn cih û avahiyên keltur û şînewar lê hene û heta nuke di beriz û aşikirane çîruka berebabên êk li dîv êk vediguhêzin û rêveberiya şînwara li Dihokê 34 cihên şînwara lê tomar kirîne:

Şûnwarên Amêdiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dergehê Rojhilatê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dergehê Rojavayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dergehê Rojava: Dibêjnê dergehê Mîsil, dergehê Sipneyî û Seqafa çiwar wêne li ser hene ji mirovê siruştî biçûktirîn behira pêtir ew wêne dizivirine serdemê farisiyan ji sala 148'an a berî bunê heta sala 226'an a zayînê, dihêt hizirkirin ew wêne yên hindek şahên farisiya bin ewên şerê romaniya dikir, dergeh bixwe gelek yê mezin e û hemî ji berê helanî yan ku bazî hatiye çêkirin.

Minareya mizgefta Amêdiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Minara mizgefta Amêdiyê: Bilindahiya wê digehîje 30 m û ji 102 dereçka pêk dihêt ku digehine bilindahiya minarê lê dîrokê hindek ji ruyê wê biriye, behira pêtir ya li ser demê Siltan Hisên Welî di navbera salên 940-981 mişextî da ji parçên berê helanê sipî hatiye avakirin bi destên peykersazên şareza, herparçeka berî ji wan sêkara diket berê serkeftina mirovane û senterê serê minarê ye û dîwarê wê yê der ve ye, li serê minarê qupeka mezin û berçav heye li ser şengstekê heşt qulî yê mezin ji kevirê hişik hatiye çêkirin.

Cihê Mîrgehê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Cihê Mîrgehê: Dikevîte layê joriyê rojihelata bajêrî bi şêwazê çiwar guşe û bi dûqata pêk dihêt lê bitinê dergeh jê maye û diruişmê mîrgehê lisere ku balindê Enqayî û libin pêt wî du mar in, eve jî belgeye liser şarezaya desthelatê û xemxuriya wê liser çavdêriya xelkê xwe.

Goristana Mîran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gurstana Mîra: Dikevîte layê rojihelata bajêrî û gurên hemî mîrên Amêdiyê li wêrêne lê bitinê du qupe jê mayine, bi şarezayî û hunerekê ciwan hatîne çêkirin êk ji wan gorê Sultan Hisên Welî ye dibêjin heta nuke têda ye gor ji sindirîkeka darê mêwê dirust kiriye ji ber hindê heta nuke maye û xirab nebûye. Li ser layê derve yê gorî nivîsiye "Kulu şeyiîn halikun îla wechehu" sultanê mezin û Adil Sultan Hisên Beg li meha Şeibana sala 981 mişextî wexer kiriye. Qupa duwê ya li ser gorê Rewşen Xana kiça Îsmaîl Paşayî hatiye avakirin û liser nivîsiye "Rewşen kiça Îsmaîl paşay wexe kirin 1202 zayînê".

Dibistana Qubehan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xwandingeha Qubehan, yan jî Dibistana Qubehan: Dikevîte rûbarê Amêdiyê bixwe, xwandingeheka ayînî ya dêrîn û kevnare li ser demê mîrên Behdînan geşe kiriye û gelek xelkê pertûkên xwe bo kirîne diyarî heta bûye xudan pertûkxaneka dêrîn û navdar li cîhana îslamî, zêdebarî terxankirina dahatên mezin ji bo mezaxtiyên mela û karê xwandinê heta salên bîstan li sedê burî berdewam bo, eve ji bilî bi dehan cihên wê yên kulturî û şînwara weku Sêrîc, Îç Qela, Pira Îsê Dela li rûbarî.

Pêşangeha şûnwarên Amêdiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nahiyeyên Amêdiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]


Nahiya Şêladizê

Great Zab , Sheladize in Winter
Zêyê Mezin Di Werzê Zivistanê da Li Şêladizê

Şêladizê(شێلادزێ) Li Destpêkê Gundekbo Biser Hoza Doskî jorîve Ku Dewruberên Sedê Hejdê Lê Akincî Bibon, Navê Wê Ji Cugrafîya Wê Hatîye Şêl-a-do-zê u Hatye Sivikirin bu Şêladizê Ku Herdo Zêyen Avaşîn Ji Bakurve u Zêyê Mezin Ji Rojava ve Dihên Digehine Êk u Derbazdibin Bu Rojhelata Şêladizê, Piştî Kuça 1988 ê Xelikên Gundên Hozên Dewruber (Doskî , Rêkan , nêrwe) Berev Şêladizê ve Hatin u Lê Akincî bon , Li 2012 ê Şêladizê Wek Nah'îyek Biser Parêzgeha Dihokê Hate Danan , u Gundê Şêladizê Nuke Wek Taxekê Mezinê Şînwarî Li Navenda Nah'îya Şêladizê Maye Bi Navê Şêladiza Kevn , u Hijmara Akincîyên Şêladizê Bi nêzîkî 50,000 Kesan Dihête Xemlandin , Şêladizê Bi Kelturekê Taybetê Kurdî bxuve Dewlemendî u Canîya Civak u Kelturê Kurdî Dîyardket u Herwesa Zaravekê Taybet Bixuve Jî heye Ku Ji Malbata Zaravê Badînî/Kurmancî ye, u Gelek Kesatyên Şareza u Navdar Di Bwarên Cuda Da Jê Raboyne Ku Xizmeta Civak u Keltur u Ziman u Xelkê Kurdistanê Kirîne.

Nahiya Sersinkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dikevîte ser rêka serekî ewa ji senterê parêzgehê diçîte qeza Amêdiyê û 41 km ji bajêrê Dihukê dûr e û 1046 metran ya bilind e ji astê deryayê û bilindtirîn pila germatiyê li havînê digehe 24 pila û dihate hijmartin ji xweştirîn û beriniyastirîn havîngehên herêma Kurdistanê ji ber keş û hiwayê wê yê tena û hîn û ava wê ya mişe ye, ramana peyiva wê ji sîngê çiya hatiye ji ber ku di kevîte sîngê Çiyayê Garey dîsan buçoneka dî heye dibêjît: Ser û Sinik yan ku serê Sinkî ku cihê çêbuna kêza Sinkî û li van salên dîmahiyê aşikira bo ku kêza Sink qesta serê Garey diket ji bo zêdebun û veşartina hêka xwe li payîz û zivistanan.

Daristaneka sirûşt ya berfireh li sinurê nahiyê heye mifa ji dar û barê wê dihîte wergirtin ji bo xwedî kirina teriş û kewal lê li van salên dîmahiyê ji ber durpêçên aborî û nebuna sutemeniyê ziyanên mezin geheştîne dar û barê wê, xelkê nahiyê bara pêtir jiyara wan li ser çandina derametê zivistanê ye weku genim, ceh, nuk, nîsk û bo çandinê jî mifa ji deşta sipney di hête werigirtin zêdebarî çandina derametê havînê weku birinc, bacanik û kesikatî û pîvaz û tutin ku devera Berêgarey ya beriniyase bi çandina tutinê herwesa gelek bîstanên fêqî weku sêv û xux û hurmîk û hulîk û mêwên tirî lê hene zêdebar gwîz û bahîv û hijîr û [[spîndar] û mazî û guhîşik, ji giringtrîn û beriniyastirîn çiyayên wê çiyayê Gare ye ewê dikevîte naverasta erdê nahiyê, dîsan çiyayê Metîna ewê dibîte sinurê nahiyê digel nahiya Kanî Masê û ji giringtirîn rûbarên wê rûbarê Sipney yê rojava ewê ji gundê Eredina dizêt û diçîte Berbankê û Dawdiyê û Hemza û Dukerê heta digehîte Xabîrî.

Li nahiya Sersinkê gelek cihên şînwara hene û rêveberiya şînwara li Dihukê 14 cih tomarkirîne diser hindîra ku çi lêgeriyanên hur bu nehatîne kirin ji wan Kelha Aşewa ewa gelek navê wê dinav pertûkên keldaniyan da hatî zêdebarî şînwarên Amêdîka Xirab.

Ji beriniyastirîn havîngehên wê zêdebarî senterê nahiyê, Siyaretîka, Aşewa, Geregu, zêdebarî çendîn gund û cihên dî li devera Berê Garey ku ji ciwantirîn deveraye bo burandina demên xweş li havînê.

Dîsan ji bo xwe hulîsandina ser befirê cihên xweş hene eger destê avakirinê û gehandina rêka bigehîtê, herçende serê Garey û Aşewa hatibune avakirin ji layê rejîma beis ya gur bigur ve lê careka dî boyinene havîngeh û xelkê geşt û guzar demên xweş lê di burînin.

Rûberê nahiyê 918 km² û hejmara gundên wê 35 gund in hemû li hewa enfalên reş hatibune wêrankirin bitinê senterê nahiyê û komelgeha Qedşê ya bixurtî çêkirî mabune ava, lê paş Serhildana pîroz û damezirandina Hikûmeta Herêmê pêtiriya gundên wê hatine avakirin.

Nahiya Kanî Masê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Senterê wê li bajêrkê Kanî Masê ye mirov dişêt bi rêka Zaxo deşta Sindiya û Bêguva ra diçîte Kanî Masê, dîsan rêka duyê ji Bamerinê bu Kanî Belavê û nêzîk gundê Birîfka digehîte rêka ji zaxove dihêt dîsan nuke rêkeka dî ji serê Amêdiyê buserê Amêdiyê û hêsê ji layê Hikumeta Herêmê ve hatiye vekirin, ramana navê wê ji (Kaniya Masiya) hatiye, jiyar û jiyana xelkê deverê li ser çandina Sêvaye ku ji baştirîn curên Sêvên cîhanê livê deverê dihête çandin, lê li hewên Enfalên reş hemî bîstanên wê digel gunda hatibune sutin û bi kerestê Kîmyawî hatibu reşandin û hemî hişik bibun, paş damezirandina Hikumeta Herêmê careka dî xelkê deverê bîstanên xwe yên Sêva şîn kirin ve, herwesa çendîn derametên dî yên havînî dihêne çandin weku Birinc-Bacanik-Maş-Pîvaz-Lubîk û hemî curên Kesikatiyê û dihêne avdan bi ava Kaniya û rubarên biçuk weku:

  1. Rubarkê Ure–Bêduhê–Mayê–Kanî Masê–Yatê–Tirwaniş–Baluka–Ziyê mezin.
  2. Rubarkê Sereru–Bêqulkê–Cidîdkê-ٍSeferiya–Nihnîk-Xabîr .
  3. Ruîbarkê gabnêrk–Şîlaza-Xankê–Girêsur–Mîska–Nihnîk–Xabîr

Zêdebarî mifa wergirtin ji rubarê Zêyê mezin û Xabîr, Kanî Masê yaberiniyase bi dar û barê Giwîza û Bahîva û Kezana û Maziya û Hurmîka û Guhîşka, ji giringtirîn çiyaên wê Çiyayê Metîna ye ku sinurê Başurî ye digel nahiya Sersinkê û Bamerinê herwesa gelek Çiyaên dî hene weku çiyaên Serzêrî û Hirurê û Gabnêrk, gelek cihên şînwara lê hene di ser hindê ra ku ji ruyê şînwarave nehatiye mesih kirin hindek ji wan di aşikirane weku dipertukên (bilidaniya) hatîye weku Keliha Hirurê yan Keliha Qumiriyê û Keliha Baluka û Baruxê , Bêtenîrê û Keliha Mîrsêvdîna û Keliha Şêxu û Pira Bilbil ewa li serdemê Îmareta Badîna hatiye çêkirin û devera kanî Masê bi devera Nêrwe Rêkan ve girêddet, zêdebarî dêra Mar gurgîs û Mar Qumaya li gundê dêrê.

Ruberê nahiyê 608 km2 û hejmara gundên wê (87) gund in hemî hatibune wêrankirin ji layê rijêma Beis ya gur bi gur ve û xelkê wan li Kumelgehên bixurtî çêkiriyên Bêguva û Qedişê û Derkarê û Hîzava û Bêrisivê hatibune akincîkirin, lê piştî Serhildanê û damezirandina Hikumeta Herêmê pêtiriya gundên deverê hatine avakirin zêdebarî çendîn pirojên xizmetguzarî û avakirina gundên hevçerx weku gundê Birîfka û Tirwaniş û Bêduhê ku ji hemê pêdiviyên jiyanê pêk dihêt.

Lîstê Gundên Nahiya Kanî Masê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nahiya Dêreluk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Dêrelûk
Bajarê Dêrelûk

Li demê damezirandinê senterê nahiyê li gundê (Bêbu) bu lê hate veguhastin bu Kumelgeha Dêrelukê li devera Nihêlê ewa bixurtî xelkê deverê lê hatiye xirivekirin piştî hewiyên kavil kirin û wîçirankirina deverê, nahiya Dêreluk dikevîte Bikurê Rojihelatê parêzgehê, cihê wê yê kure û pêtiriya gundên wê rêka Tirumbêlê nîne ji bilî rêka Amêdiyê–Dêreluk–Şêladzê–Balnda-Çem cî, piştî Serhldana pîroz û damezirandina Hikumeta Herêma Kurdistanê pêtiriya gundên wê rêka Tirumbêlê bu hatiye vekirin, jiyan û jiyara xelkê vê deverê li ser çindina herdu rengên derametê havînê û zivistanê ye weku Genim û Ceh û Gars û Birinc û Kesikatî bu avdana van derameta mifa ji ava Kaniya û Rubarên biçuk dihête wergirtin dîsa li devera nahiya Dêreluk gelek Giwîz û Bahîv û Mazî û Kezan û Kengiruk hene, ji rubarên deverê:

  1. Rubarkê Ava Mark ku ji van jêderan dihêt: Kiniyaniş–Zêwa sîtuy-Xarî –Gamêşka–Dukera Mazî –Çem Cî – Pêperxa–Geliyê Balinda –Ruyêşîn — Şiruk–Ariş-keliyankê-Geliyê Rişave–Ure .
  2. Rubarkê Bêbu ku ji dw ta pêk dihêt: Bêbu–Spiyê–Serinê –Şîviyê–Zere–Zêy -Zêwa Serî ––Başê.
  3. Dutaza-Nêrwa Jêrî–Kanî Sarkê- Kare–Zêy.

Eve û zêdebarî Rubarê Zêyê Mezin ewê dikevîte sinurê Rojava digel devera Berwarî Bala dîsan Rubarê Şemdînan (Ruyê Şîn) ewê dibîte sinurê Rojihelatê digel devera Barzan û Mizîrî Joriya.

Heta nuke ji ruyê şînwarave çi lêgeriyan nehatîne kirin ji ber hindê heta nuke çi cihên şînwara ku dizurin weku Keliha Nêrwe–Kelha Bêbşrê-Dêra Zal-Pira Keliya ewa dikevîte ser Rubarê Zêyê Mezin nêzîk gundê Reşava ku devera Amêdiyê bi nahiya Dêreluk ve girêddet zêdebarî pira Bilbil ewa devera Berwar bala bi devera Nêrwe û Rêkan ve girêddet û êk ji şînwarên Îmareta Behdîna ye zêdebarî çendîn Kelih û cihên dî yên kevnar li gundên Zêwa Şkan û Sigêrê.

Ruberê nahiyê (1007) km² û hejmara gundên wê (162) gundin hemî li hewên kavil kirin û wêrankirina Kuridistanê ji layê rijêma Beisa gur bi gur ve hatiye wêrankirin û xelkê wan gunda li Kumelgehên (Sîriyê-Şêladzê–Dêrelukê–Kiwanê) û hjmarek li Kumelgeha Qedşê hatine Akincîkirin, lê piştî Serhildanê Hikumeta Herêmê destê avedaniyê gehandiye hejmareka gundên deverê lê pêtiriya wan hêşta ji ber kawdanên ne aram yên deverê kavlin û nehatîne avakirin.

Nahiya Bamerinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Bamernê

Gundê Bamerinê dikevîte binarê Çiyayê Metîna û Firokexana Bamerinê ya beriniyas nêzîkî wê ye dîsan dikuvîte nêzîk gundê Eredina yê guzarî, livê dîmahiyê pêşkeftineka mezin ya avedaniyê bixweve dîtiye, nahiya Bamerinê cihê huzanivan û ٍSufî û şêxa bûye sufiyatî Qutabxaneka ayinî bu û gelek zanayên ayinî û zimanî û şarezaya Tture û Edebî qesta werê di kir ev nahiye ji nu hatiye damezirandin bi fermana kargêriya hejmar (1197) li 19/02/2000 bi daxaziya Nêçîrvan Ehmed parêzgarê Dihukê yê wî çaxî, u ji ber pêdiviyên giring yên deverê bu berfirehbuna avedaniyê çendîn Fermangehên Hikumetê lê hatine danan evejî harîkar bu ji bu başibuna barê aburî û peydakirina delîvên karî.

Nahiya Çemankê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev nahiye bi fermana kargêrî ya hejmar (1182) li 19/02/2000 piştî wî demî parêzgarî bi ferî dîtî ku nahiyek li wêrê bihête damezirandin daku sinurek bu mişext buna ji gunda Bihête danan û xelk bihête handan bu qest kirina gunda, piştî damezirandina wê çendîn dezgayên Hikumeta Herêmê lê hatine danan, li Çemankê kumelgeheka akincîkirinê ya hevçerx hatiye avakirin û hemî pêdiviyên jiyanê ji pirojên xizmetkarî têda hatîne bicih înan û mirov dişêt bêjît çi cudahî dinavbera wê bajêrî da nînin.

Navdarên Bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Akterekî komêdîye naseyaeî bi jelo Qedişî

berniyasê deverê

stranbêj

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]