Cilîn, Stewr

(Ji Cilîn Menda hat beralîkirin)
Cilîn
Çınarönü
Wêneyek ji nava Cilîn
Cilîn li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Cilîn
Cilîn
Koordînat: 37°35′43″Bk 40°40′58″Rh / 37.59528°Bk 40.68278°Rh / 37.59528; 40.68278
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMêrdîn
NavçeStewr
NahiyeEwîna
Bilindahî
885 m (2904 ft)
Nifûs
 (2010)
970[1]
DemonîmCilînî, xelkê Cilînê
Koda postayê
47860
Koda telefonê(+90) 482
Map
biguhêreBelge

Cilîn (1928: جللين / Cillîn; 1946: Cillin; bi tirkî: Çınarönü) gundekî bi ser navçeya Stewra Mêrdînê ve ye. Cilîn ji 3 taxa pêk tê: Qerneqûç, Mexzen û Bekira.

Li derdora wê Şûtê, Xindeq, Çilstûn, Ewîna he ne. Piştî salên 1990î ev gund jî weke gundê derdora xwe hat şewitandin û talankirin. Pişti vê şewitandin û talankirinê devletê ji gundiyan xwest ku bivin cerdevan an jî gund vala bikin. Lê gundi ne bûn cerdevan û ji gundê xwe derneketin. (Ji ber vê bûyerê ji gundiyan re dibêjin ku ew pir serhişkin.) Piştî vê bûyerê hinek gundî çûn Bismila Amedê niştecih bûn. Niha gund ji 150 mala pêk tê.Gund li nava çiyaya ava bûye. Avhewaya wê hişk e. Zivistanî serma û berf e, havînî jî zûha û germ e. Gund 35 km dûrî Stewrê, 52 km jî dûrî navenda Mêrdîn e.


Debara gund bi xwedîkirina heywanan, rezvanî û çandina fêkiyan li ber Çemê Cilîn e. Kesên rezê wan hene dims û bastîqê jî difiroşin. Hin malbat havînî ji bo komkirina bindeqan derin bajarê deryaya reş ya tirkiyê.

Di dema osmaniyan de di bin hîmayeya Ehmed Axa yê Ewînî de bû. Ehmed Axa sala 1921 ji alîyê Reşo Kûrî hat kuştin.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe
2008 1.140[2]
2000 687
1990 1.113
1985 1.105

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]


koylerim.com/savur-cinaronu-koyu-