Çemê Dunayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Danûb hat beralîkirin)
Duna
Danûb, Dunaî, Dunav, Donau
Duna di navbera tixûbên Mecaristan û Slovakyayê de
Cih
Herêm Ewropa
Dewlet  Almanya,  Awistriya,
 Slovakya,  Kroatya,
 Serbistan,  Bulgaristan,
 Romanya,  Moldova,
 Ûkrayna
Taybetî
Dirêjayî      2.860 km km
Tejane 817.000 km2
Debî 6.500 m3/s
Robar
Milên wê Morava, Drava, Tisa, Sava, Olt, Siret, Prut
Cihderk Almanya (ji Brege û Brigach)
 - Cih Donaueschingen
 - Bilindayî 678 m
 - Koordînat 47°57′03″Bk 8°31′13″Rh / 47.950833°Bk 8.520278°Rh / 47.950833; 8.520278 (Cihderk - Duna)
Dev Deryaya Reş
 - Cih Deltaya Duna (Romanya û Ûkrayna)
 - Koordînat 45°13′03″Bk 29°45′41″Rh / 45.2175°Bk 29.761389°Rh / 45.2175; 29.761389 (Dev - Duna)
Nexşe
Hewzeya Çemê Duna
biguhêreBelge

Çemê Dunayê[çavkanî hewce ye], Danûb[1], piştî çemê Volgayê li Ewropayê çemê herî mezin ê duyem e. Ew weke rêava navneteweyî ye. Duna ji başûrê Almanyayê, herêma Daristana Reş (Schwarzwald), bi yekbûna çemên Breg û Brigach ên li navçeya Donaueschingenê destpê dike. Piştî vê navçeyê weke Duna tê binavkirin. Bi dirêjbûna 2860 kîlometre, di nava Ewropayê re (Almanya (7,5%), Awistirya (10,3%), Slovakya (5,8%), Mecaristan (11,7%), Kroatya (4,5%), Serbistan (10,3%), Bulgaristan (5,2%), Moldova (1,6%), Ûkrayna (3,8%) û Romanya (28,9%)) ber bi Deryaya Reş ve diherike. Deltaya Dunayê berî ku Duna tevlî Deryaya Reş bibe, di navbera Romanya û Ûkraynayê de pêk tê.

Hewzeya çemê Dunayê 817.000 çargoşe kîlometre ye û heta ku ji jêderka xwe ber bi Deryaya Reş ve diherike 120 robarên bi dirêjbûnên cuda tevlî Dunayê dibin. Ji van çeman yên dirêj ev in: Drava (707 km), Tisa (965 km), Sava (947 km), Morava (354 km), Olt (615 km), Siret (706 km) û Prut (953 km).

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê Dunayê di çavkaniyên latînî de weke Danubius, Danuvius, Ister û di dema Yewnanistana kevnare de weke Ἴστρος (Istros) tê zanîn. Bi trakî peyva Donaris ji bo Dunaya jor û Istros ji bo Dunaya jêr dihate bikaranîn.[2]

Tê gotin ku peyva Dānuvius ji zimanên keltî yan jî ji îranî tê. Di zimanên proto Hind û Ewropî de peyva dānu ji dêla robarê dihate bikaranîn. Mîna vê peyvê gelek peyvên ji hevdu (Don, Donets, Dnieper û Dniestr) ji bo robarê tên bikaranîn. Di zimanê gelê îranî, îskîtan, de *Dānu apara "rûbara paş" û *Dānu nazdya- "rûbara pêş" dihate bikaranîn.[3]

Navên vê robarê bi hinek zimanan li jêr in.

Bajarên Duna tê re derbas dibe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Duna li Donaueschingenê
Duna li Ulmê
Pelîkan di nava Dunayê de li Romanyayê
Çemê Duna li Budapeştê
Morava li Slovakyayê bi Duna re dibe yek
Duna li Romanyayê di herike Deryaya Reş
Duna li Bulgaristanê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Î.O. Farîzov (1957). Ferhenga ûrisî-kurmancî. Neşirxana Dewletê ya Ferengê Xaricî û miletiyê, Moskva.
  2. ^ Katičic', Radislav. Ancient Languages of the Balkans, Part One. Paris: Mouton, 1976: 144.
  3. ^ Mallory, J.P. and D.Q. Adams. The Encyclopedia of Indo-European Culture. London: Fitzroy and Dearborn, 1997: 486.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Wîkîpediya bi zimanê îngilîzî ya çemê Duna, 26/9/2011