Budapeşt
Budapeşt Budapest (Macarî) | |||||
![]() Galeriya Budapeştê
| |||||
| |||||
Damezrandin 17ê çiriya paşîn 1873 | |||||
Kargêrî | |||||
---|---|---|---|---|---|
Welat | ![]() | ||||
Herêm | Macaristana Navendî | ||||
Navçe | 23 navçe (kerület) | ||||
Şaredar | Gergely Karácsony | ||||
Demografî | |||||
Gelhe | 1.733.685 (2011) | ||||
Berbelavî | 3.301,3 kes/km² | ||||
Erdnîgarî | |||||
Rûerd | 525,16 km² | ||||
Koordînat | 47°28′19″Bk 19°03′01″Rh / 47.47194°Bk 19.05028°Rh | ||||
Dem (UTC) | UTC+1 | ||||
Agahiyên din | |||||
Koda postayê | 1011–1239 | ||||
Koda telefonê | 1 | ||||
Malper | http://english.budapest.hu | ||||
Nexşe | |||||
![]() Budapeşt li ser nexşeya herêmên Macaristanê
|
Budapeşt paytexta Macaristanê ye. Navê wê ji yekbûna du bajaran (Buda û Peşt) pêk hatiye. Bajarê herî mezin ê Macaristanê ye. Herwiha navenda siyasî, çandî û bazirganî ya macaran e.[1] Li gorî serjimara 2011an li Budapeştê 1.733.685 niştecih hene.[2] Bajar li ser erda 525 çargoşe kîlometre hatiye avakirin. Budapeşt di 17ê çiriya paşîn a 1873an de, bi yekbûna sê bajarên li derdora çemê Dunayê, yên bi navên Buda, Peşt û Óbuda pêk tê.[3][4]
Dîroka Budapeştê bi niştecihbûna keltan destpê dike.[5] Cihê ku kelt pêşî lê bicehdibin piştre dibe paytexta herêma Panonyaya Jêr a Împeratoriya Roma. Gelê macar di sedsala 9an de digihne herêmê.[6] Ev cihê pêşî di navbera salên 1241-1242an de ji aliyê mongolan ve tê talankirin.[7] Di sedsala 15an de ji nû ve tê avakirin. Piştî şerê Mohaçê ku bajar dikeve destê Osmaniyan û 150 salî li vê herêmê serweriyê dikin.[8] pêşketina Budapeştê heta sedsalên 18 û 19an didome. Piştî sala 1873an ku yekbûna wê pêk tê, Budapeşt dibe bajarekî girîng ê gerdûnî.[9] Di sala 1918an de dibe paytexta duyem a Awistriya-Macaristanê.
Gelek cih û berhemên dîrokî li Budapeştê hene. Keleha Buda, Kolana Andrássy, Qada Lehengan hinek ji wan e. Metroya Budapeştê di cîhanê de rêhasina binerdê ya kevn a duyem e.[10][11] Herwiha sînagoga duyem mezin a cîhanê û parlementoya sêyem mezin a cîhanê jî li Budapeştê ne. Lewma her sal 2,3 milyon turîst diçine bajar.[12]
Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Cihê pêşî yê li herêma Budapeştê ji aliyê niştecihên kelt ve berî sedsala yekem a berî zayînê hatiye avakirin.[13] Ew cih piştre ji aliyê Romayiyan ve hatiye dagirkirin. Ew cih ku bi navê Aquincum tê zanîn, di sala 106ê b.z. de dibe bajarê sereke yê herêma Panonyaya Jêr. Romayî li bajar, rê, hemam, amfîşano û avahiyên din ava dikin.
Di sala 829an de bi peymana aştiyê Panonya tevlî dewleta bulgar dibe, ji ber ku artêşa Omurtag reda serdarê Louis Pious ê Împeratoriya Pîroz a Romê dibe. Budapeşt ji di kelehên dewleta bulgar Buda û Peşt, ku li her du aliyên çemê Duna ne, derdikeve holê. Macar bi serweriya Árpád herêmê dikine bin destê xwe de. Piştî vê bi salekê Keyaniya Macar tê avakirin.[14] Di sedsala 13an de dagirkirina Tataran pêk tê. Lewma keyê macarî biryar dide ku bajar bi bedenên qewîn biparêze û herwiha qesra xwe li ser kaşê li Budayê ava dike.[7][14] Bi vê pêşketinê bajar dibe paytexta Keyaniya Macaran.
Rola bajarê Budayê di dema Matthias Corvinusê Macaristanê de pir berbiçav dibe. Pirtûkxaneya wî ku li Ewropa ya herî mezin bû, (bi navê Bibliotheca Corviniana), di sedsala 15an de li pêşiya Pirtûkxaneya Vatîkanê bû. Yekemîn zanîngeha macar li Pécsê (Pêç) di sala 1367an de tê avakirin. Ya duyem jî li Óbuda di sala 1395an de tê avakirin.[15] Pirtûka bi zimanê macarî ya pêşîn li bajarê Budayê tê çapkirin.[16]

Împeratoriya Osmanî herêm di sala 1541an de dagir kir. Osmaniyan hinek hemam li bajar avakirin lê di dema wan de piraniya xiristiyanan ji bajar çûn. Di 1547an de nêzîkê hezar xiristiyanî li bajêr hebûn lê heta sala 1647an tenê 70 xiristiyan mabûn. Lewma li bajar bêhtir misilman dihatin bicihkirin.[17] Beşa rojava ya nehatî dagirkirin weke Macaristana Keyanî bûbû beşek ji Împeratoriya Habsburgê. Di sala 1686an de artêşeke ji gelek gelan (alman, kroat, macar, çek, îngilîz, spanî, îtalyan, fransî, swêdî) pêk tê li hemberî tirkan bi ser ketin û herêma Temaşwar (Timişoara) bi dest xistin. Piştî Peymana Karlowitz herêm di 1718an de tevlî Keyaniya Macar bû. Di dema şer de bajar hatiye xerakirin. Piştre herêma Macaristanê tevlî Împeratoriya Habsburgê bû.
Piştî têkoşîna serxwebûnê ya macaran, bajar ji destê Împeratoriya Habsburgê rizgar bû. Di sala 1867an de Awistriya û Macaristan yekbûna xwe pêk anîn lewma Budapeşt bû paytexta cêwî ya monarşiyê. Di 1873an de Buda û Peşt bi awayê fermî bûne yek bajar. Bi yekîtiya her du keyaniyan bandora zimanê almanî li Budapeştê xurt bû. Herwiha di salên 1880î de 23% gelheya bajar cihû bû, lewma jê re Mekeya cihûyan dihate gotin.[18] Di şerê cîhanê yê yekem de Awistriya-Macaristan têk çû lewma rewşa xurt a li ser bajar bi dawî bû.
Di şerê cîhanê yê duyem de Budapeşt ji aliyê artêşên brîtanî û amerîkî ve hatiye xerakirin. Di Şerê Budapeştê de ku Yekîtiya Sovyetan êrîş bire ser hêzên alman û macaran, li bajar xerabûna mezin pêk hat. Hemû pir ji aliyê almanan ve hatin xerakirin û 38.000 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di navbera salên 1944-1945an de 250.000 cihûyên Budapeştê ji aliyê artêşa nazî ve hatine kuştin.[19]
Di 1949an de li Macaristanê rejîma komunîst hatiye avakirin. Bi vê re Keleha Buda weke sembola rejîmê hatiye bijartin û nava wê hatiye xerakirin. Di navbera salên 1960 û 1980î de Macaristan weke cihê xwediyê rewşa kêfxweş a Bloka Rojhilat dihate zanîn û gelek tiştên xerakirî hatin nûkirin. Pira Erzsébet 1965an de hatiye avakirin. Di destpêka 1970'yî de xeta M2 ya metroya Budapeştê hatiye çêkirin. Di sala 1987an de Keleha Buda û derdora çemê Duna keta lîsteya UNESCO'yê. Di salên 90î de peykerên ji diktatoriya komunîzmê mayîn ji qadên bajar birine Memento Parkê.
Erdnîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Bajarê Budapeştê li Macaristanê xwediyê 525 km² erd e. Çemê Duna ji bakur ve dikeve nava bajar. Piştre ev çem li derdora du giravên bi navên Girava Óbuda û Girava Margeret di zîvire. Giravê sêyem Csepe yê herî mezin e li Budapeştê. Cihê herî teng yê çem di nava bajarê Budapeştê de 230 m ye. Bajarê Peşt ji erdeke rast û bajarê Buda jî ji erdeke bi kaş pêk hatiye. Daristanên li Budayê bi awayê hawirdorî têne parastin.
Çand û Mirov[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Li bajarê Budapeştê ji gelek neteweyan mirov dijîn. Li gorî agahiyên sala 2001ê ji gelheyê bajar 1.631.043 kes (91,2%) macar, 18.097 kes (1%) alman, 14.019 kes (0,8%) roman (ango mitirb), 4.929 kes (0,3%) slovak û 16.762 mirovên ji neteweyên din hebûn. Herwiha 93.071 kes nedihatin zanîn ka ji kîjan neteweyî bûn, ji ber ku bersiv nedabûn.[20]
Dîsa li gorî agahiyên sala 2001ê li bajar 808.460 (45,5%) Katolîkên Roman, 224.169 (12,6%) Kalvînîst, 46.449 (2,6%) Lutherî, 28.901 (1,6%) Katolîkên Yewnanî, 9.468 (0,5%) cihû, 20.523 xiristiyanên din û 374.209 (21%) ateîst dijîn.[20]
Galeriya Budapeştê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Di sala 2010an de panoramaya wêneyan ya herî mezin li Budapeştê tê çêkirin.[21]
Kolana Andrássy (Andrássy út)
Qada Lehengan (Hősök tere)
Xuyakirina bajar ji Bazîlîkaya Îştvanê Pîroz
Bajarên hevçeng[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Welat | Bajar | Navçe / Herêm / Dewlet | Dîrok |
---|---|---|---|
![]() |
Stembol | Stembol | 1985 |
![]() |
Viyana | Viyana | 1990 |
![]() |
Sarayevo | Kantona Sarayevo | 1995 |
![]() |
Izmîr | Izmîr | 1985 |
![]() |
Sofya | Sofya | |
![]() |
Beijing | Beijing | 2005[22] |
![]() |
Zagreb | Zagreb | 1994[23] |
![]() |
Paris | Parîs | 1956 |
![]() |
Berlin | Berlîn | 1992[24] |
![]() |
Frankfurt am Main | Hessen | 1990 |
![]() |
Jakarta | Herêma Taybet a Paytextiyê ya Jakarta | 2009[25] |
![]() |
Tel Aviv | Navçeya Tel Aviv | 1989[26] |
![]() |
Florence | Tuscany | 2008[27] |
![]() |
Warşova | Masovya | 2005[28] |
![]() |
Lîzbon | Herêma Lîzbonê | 1992 |
![]() |
Bûkareşt | Bûkareşt | 1991 |
![]() |
Košice | Herêma Košice | 1997[29] |
![]() |
Daejeon | Daejeon | 1994 |
![]() |
Bangkok | Bangkok | 2007 |
![]() |
Lviv | Ukrayna | 1993[30] |
![]() |
Fort Worth | Teksas | 1990[31] |
![]() |
Dîlok | Dîlok | 2010 |
![]() |
New York City | New York | 1992[32] |
Panoramaya bajar[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ http://www.britannica.com/eb/article-9106098/Budapest
- ↑ http://portal.ksh.hu/pls/ksh/docs/hun/xftp/idoszaki/mosz/mosz09.pdf
- ↑ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2009-10-31 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 2009-10-31
- ↑ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2009-10-31 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 2011-09-25
- ↑ http://books.google.com/?id=SKwmGQCT0MAC&printsec
- ↑ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2008-10-09 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 2011-09-25
- ↑ a b http://en.wikisource.org/wiki/1911_Encyclop%C3%A6dia_Britannica/Budapest
- ↑ Molnar, A Concise History of Hungary, Chronology pp. 15
- ↑ http://www.lboro.ac.uk/gawc/rb/rb5.html
- ↑ http://whc.unesco.org/archive/advisory_body_evaluation/400bis.pdf
- ↑ http://whc.unesco.org/en/news/156
- ↑ http://itthon.hu/szakmai-oldalak/turizmus-magyaro-2009
- ↑ http://www.britannica.com/EBchecked/topic/31272/Aquincum
- ↑ a b http://www.travelchannel.com/Places_Trips/Destinations/Europe/Hungary/Budapest
- ↑ http://books.google.com/?id=SKwmGQCT0MAC&pg=PR9&dq=Hungarian+university+1395+Buda
- ↑ Mona, Ilona (1974). "Hungarian Music Publication 1774–1867". Studia Musicologica Academiae Scientiarum Hungaricae (Akadémiai Kiadó) 16 (1/4): 261–275.
- ↑ Southeastern Europe under Ottoman rule, 1354-1804, Peter F. Sugar, rûpela 88ê
- ↑ http://www.britannica.com/bps/search?query=Budapest+history
- ↑ http://www.ushmm.org/wlc/article.php?lang=en&ModuleId=10005264
- ↑ a b http://www.nepszamlalas.hu/eng/volumes/06/01/tabeng/4/load01_11_0.html
- ↑ http://www.70-billion-pixels-budapest.com/index_en.html
- ↑ http://www.ebeijing.gov.cn/Sister_Cities/Sister_City/
- ↑ http://www1.zagreb.hr/mms/en/index.html
- ↑ http://www.berlin.de/rbmskzl/staedteverbindungen/index.en.html
http://web.archive.org/web/20080822100321/http://www.berlin.de/rbmskzl/staedteverbindungen/index.en.html - ↑ http://www.thejakartapost.com/news/2009/07/13/hungarian-envoy-builds-new-links-with-ri.html
- ↑ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2009-02-14 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 2011-09-25
- ↑ http://nol.hu/budapest/cikk/492160/
- ↑ http://um.warszawa.pl/v_syrenka/new/index.php?dzial=aktualnosci&ak_id=3284&kat=11
- ↑ http://www.kosice.sk/clanok.asp?file=gov_s_c-00.html Girêdana arşîvê 2009-08-17 li ser Wayback Machine
http://www.kosice.sk/ - ↑ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2010-08-18 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 2011-09-25
- ↑ http://www.fwsistercities.org/
- ↑ http://www.nyc.gov/html/unccp/scp/html/sc/main.shtml
Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]