Ezan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Bi azan an bang, (bi erebî; أَذَان) bangevan bawermendan di rojekê da pênc caran bangî nimêjê dike. Belê di mizgeftên mezin da azan li ser minarê dihat bang kirin, lê îro azan bi piranî bi alikariya hoparloran tê bang kirin. Azana yekemîn di diroka ola Îslam ê da ji hêla Bîlalê Hebeşî li bajarê Mekkê hatîye bang kirin. Azan tim bi zimanê erebî tê bang kirin:

Dubare Erebî Xwendin Kurdî
4x الله اكبر Allahu ekber Xwedê yê herî mezin e
2x اشهد ان لا اله الا الله Eşhedû en la îlahe îllallah Ez şehadetî dikim ku ji bilî Xwedê qet xudayekî din tune
2x اشهد ان محمدا رسول الله Eşhedû enne Muhemmeden resûlûllah Ez şehadetî dikim ku Mihemmed resûlê Xwedê ye
2x حي على الصلاة Heyya ale-salah Were nimêjê
2x حي على الفلاح Hayya alel-felah Were xilasbûnê
2x *الصلاة خير من النوم Es-salatu Xeyrun Mine'n Newm* Nimêj ji xewêbaştir e*
2x الله اكبر Allahu ekber Xwedê yê herî mezin e
1x لا اله الا الله Lâ îlahe îllallah Ji bilî Xwedê qet xudayekî din tune

(*) Ev cîh tenê di nimêja sivê de tê xwendin.

Çavkanî[biguherîne]