Elwendî

Elwendî
Ortaşar
Elwendî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Elwendî
Elwendî
Koordînat: 37°44′37″Bk 40°17′19″Rh / 37.74361°Bk 40.28861°Rh / 37.74361; 40.28861
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehDiyarbekir
NavçeÇinar
Hejmara mezrayan
Bilindahî
715 m (2346 ft)
Nifûs
 (2018)
950
Koda postayê
21750
Koda telefonê(+90) 412
Map
biguhêreBelge

Elwendî (bi tirkî: Ortaşar), gundekî girêdayî navçeya Amedê Çinarê ye. Du heb mezreyê gund heye. Mezreya Seydekê li başûrê gund, mezreya Şeytanokê li bakurê gund dikeve. Li dora gundê Elwendiyê, gundên wekî Qerqatkê, Bedûlyê, Girê Qazux(bi tirkî: Kazıktepe), Qancoxwazkê, Melkîş, Kanîsipiyê û Caferkê hene. Şêniyên gundê Elwendiyê gelemperî ji herêma Mêrdîn Qoserê hatine.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dûraniya gundê Elwendiyê ji bajarê Amedê 25 km, ji navçeya Çinarê 13 km ye. Di gund de 2 çemên ji aliyê çiyayê Qerejdaxê tê hene. Ava her dû çem di demsala havînê de kêm dibe. Ev her dû çem xwe ji aliyê Pirareş (bi tirkî: Karaköprü) digêjîne Çemê Dîcleyê. Her wekî din çemekî ku bi navê Xurxurkê tê nasîn di jêra gund derbas dibe. Ev çem ji aliyê başûrê rojavayê gund tê. Ava Xurxurkê di demsala zivistan û di serê biharê de zêde dibe.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di derbarê dîroka gund de heta niha tu çavkaniyek nehatiye dîtin.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor hejmarên fermî ê sala 2018'an, gelheya gundê Elwendiyê 950 kes xuyanî dike. Di gund de gelheya ciwana zêdetir in.

Sal Gelhe[1] Gelhe<ref>[1]
2018 950
2017 951
2016 950
2015 928
2014 927
2013 894
2012 921
2000 710
1990 694
1985 839

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Yerelnet, Ortaşar, ji orîjînalê di 24 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2017