Xweşneamkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xweşneamkê
Mezra
Hasırlı
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehDiyarbekir
NavçeÇinar
GundHosika
DemonîmXweşneamkî, xelkê Xweşneamkê
biguhêreBelge

Xweşneamkê (bi tirkî: Hasırlı), mezrikeke Hosikanê ya bi ser navçeya Çinara Diyarbekirê ve ye.

Dewleta Tirk di çarçoveya polîtîka asîmîlasyonê de navê Hasırlı lê kiriye. Li gorî kurmanciyê Xweşneamkê gundik e. Ji şeş heft malan pêk tê.

Li ser Çemê Reşan hatiye avakirin. Ji Çinarê pênc kîlometroyan dûr e. Li dora wê gundên weke Rûbêrê, Berbirê, Şekirwêran û Gundik hene. Li nêzî Xweşneamkê Şikefta Hecî Kalê heye. Dîsa devereke bi navê Kevirbelê heye. Demekê Gola Sincê bi kûrbûna xwe navdar bû. Lê niha Gola Sincê ji xîçikan tijî bûye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]