Feqîr Ehmed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Feqîr Kobanî
Navê rastî
Feqîr Berkel Ehmed
Jidayikbûn1939 yan 1942
Mirin30ê adarê,Kölnê, Almanya)
EsilKurd
HevwelatîAlmanya , Komara Tirkiyeyê
PîşeHelbestvan û çîroknivîs
biguhêreBelge

Feqîr Ahmed (z.1939-m.2023) ji gundê Mizeynterê ya girêdayî bajare Pirsûsê, Bakurê Kurdistanê ye ,piştî şerê cihanê yê duyem, Almanya û Turkiyê peymana karkerên mêvan îmzekirin ,û ji ber zehmetiya rewşa aborî ya herêma Kurdan , Feqîr tevlî wan karkerên mêvan bû,û koça almanya kir.

Di ola Ezîdî de wateya navê Feqîr ew kesên ku li Tembûrê dixin û helbestan dibêjin

Binemala Wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata Feqîr Ahmed li binxetê Kobanî û serxetê Pirsûsê ne, dayika Feqîr ji Girê Kanîye,bavê wî ji gundê mizeynter e .

Ciwanî û Xizmeta Odeyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Feqîr ciwaniya xwe li bajarê Kobanîyê û Pirsûs derbas kirye,li wir dest bi nivîsa helbetên tirkî kirye. Li Kobanîyê li oda Midrisê Miçhên ,Feqîr guhê xwe dida çîrokên ku li wê odeyê dihatine gotin, weke çîroka Derwêşê Evdî ,Memê Alan ,helbestên Melayê Cizîrî, û bi hazirbûna dengbejên weke Baqî Xido,Mişo Bekebûr Berazî . Hin çîrokên ku Feqîr li Almanya nivisandin ji devê ew kesên ku li odeya Midris diciviyan girtibû,bi taybetî ji devê Midiris çîrok digirtin.

Salên Xela û Koçkirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber nebûna Baranê û dijwarbûna rewşa aborî, Feqîr tevlî karkerên mêvan bû yên ku diçûn almanyayê bû,Feqir neyt kir ku piştî çend salan vegre welêt, lê salan dan dû hev û li wir ma .

Xebat û Nivîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Feqîr hate Almanyayê, da ku rewşa xwe ya aborî baş bike, lê wî xwe bêhtir wekî kurdekî erkdar didît, xwe wekî nûnerekî berxwedana kurdan didît. Ji ber vê destê wî di yekem meşa kurdan de li Almanyayê hebû, wisa jî di avakirina yekem saziya kurdan de hebû û bi vî awayî keda wî ketibû nav hemû çalakî û bizavên kurdan li Almanyayê.

Feqîr bi doza xwe pir bi bawer bû û yek ji wan helbestvanan bû ku nivîsên wî û bîrûbaweriyên wî yên siyasî ji hev nedihatin veqetandin. Wisa jî bi dilnizmiyeke mezin behsa hin stiranbêjên kurd dikir ku bêyî wî bi nav bikin, helbestên wî dikirin stiran. Bi ken digot: - Jixwe ev nivîsên min malê gel in, kî ji xwe re dibe û distirê bela bibe, ez ji wan aciz nabim, kêfa min tê.

Hunermendên kurd gelek helbestên wî kirin stran û belav kirin. Ya herî zêde tê zanîn "Rêya Kobanî" ye ku piranî wekî "Pêşiya Malê" jî tê zanîn. Aramê Dîgran ev amade kiribû, paşê Mehmet Atli jî di nav de gelek kesî ev stran xwendibû. Dîsa Dîkran ji helbestên wî yên wekî "Çûm Siya Darê", "Ey Welato" jî stran çêkiribûn. "Ey Şalûlê Min" jî têde hin stranên wî ji aliyê Koma Berxwedan ve hatibûn xwendin.

Xelata Pênûsa Zêrîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber xebatên apêFeqîr , par payîzê Tevgera Çanda Demokratîk a Kurdan li Ewropayê (TEV-ÇAND) “Xelata Pênûsa Zêrîn a Kedê” dabû wî. Di merasîma xelatdayînê de Xelîl Xemgîn wisa gotibû, "Mamoste Aramê Dîkran carinan di helbestan de hin guhertinên hûrik dikirin. Lê wî gelekî hez ji helbestên Feqîr Ehmedî dikir. Aram gelek helbestên Feqîr Ehmed yên wekî Çûm Siya Darê, Rêya Kobaniyê, Ey Welato muzîk çêkir û gotin.”

Di merasîme de Hozan Canê jî axifî û got em 20 salan cînarê hev bûn lê min ew nas nedikir, di zindanê de min hemî nivîsên apê Feqîr xandin.

Merasima Xelata Pênûsa Zêrîn ji aliyê Tev Çand a Ewropayê û Mala Kurdan ve hatiye organîzekirin. Gelek nivîskar, rewşenbîr û stranbêj beşdarî merasimê bûne. Medenî Ferho, Derwêş Ferho, Helîm Yusiv, Hozan Şemdîn, Hozan Comerd, Hozan Dilovan, Beser Şahîn ,Hozan Canê, Sosin, Memo Gul, Cewad Merwanî, Peywan Arjîn, Kawa, Fevzî Ozmen, Beser Şahîn, Firaz Baran, Pîroz Gultekîn, Ikram Balekanî, Tîtalê Feyzo û gelek kesayetiyên Kurdistanî beşdarî merasimê bûn.

Ey Welato Em Heliyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

EY Welato

Derdê welat payde dike jan û kulek
Nav û dil, cîger eşîyan gelek gelek

Ey welato, em heliyan
Cîger li erdê riziyan
Xwîn herikî û meşiyan

Ey welato em bîr nakin derba xedar
Dijmin li ser serê me bûye dîn û har

Ey welato, em heliyan
Cîger li erdê riziyan
Xwîn herikî û meşiyan

Feqir Kobani

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekem dîwana wî di sala 1990'î de bi navê "Dîwara Reş" hatibû çapkirin. Di sala 1994 û 1998'an de berdewama heman dîwanê wekî du û sê hatin çapkirin. Feqîr Ehmed gelek çîrok jî nivîsandibûn li gor niviskar Helîm Yûsiv û li ser daxwaza Weşanxana Ava dê hemû berhemên Feqir li Kobanî were çapkirin.

Koça Dawîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Feqîr li Nexweşxaneya Holweide dihat dermankirin,di (30'ê adarê) sala 2023 li Kolna Almanyayê ji ber têkçûka pişikê canê xwe ji dest da,û li Sirucê hate veşartin.