Here naverokê

Husênik

Qulî-Husênik
Arıklı
Qulî-Husênik li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Qulî-Husênik
Qulî-Husênik
Koordînat: 38°23′30″Bk 40°35′16″Rh / 38.39167°Bk 40.58778°Rh / 38.39167; 40.58778
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehAmed
NavçeLicê
NahiyeLicê (navend)
Hejmara mezrayan3 mezra
Bilindahî
925 m (3035 ft)
Nifûs
 (2012)
89[1]
Koda postayê
21700
Koda telefonê(+90) 412
Map
biguhêreBelge

Husênik ango bi navê kevnare Qulî (bi tirkî: Arıklı), gundekî li ser navçeya Licê ya Amedê ye.

Sal Gelhe[2]
2012 89
2011 71
1990 739
1985 653

Husênik, ango bi navê kevnare Qulî, gundek dîrokî û kevn e. Gund, dikeve başûr rojavayê Licê. Ji Licê 15, ji Amedê 78 km dûr e. Di nav gundên Licê de yek ji gundê herî kevnar û dîrokî ye. Berê sê gomên gund hebûn. Goma Çelebî, Goma Ehmedê Tahir û Goma Mihemedê Zibeydê. Li gor sala 2024’an ji van sê goman tenê Goma Çelebî zindî maye. Kevirê Kewan, Kevirê Reş, Berê Nawisê û Berê Golê jî gomên nû ne.

Di derbarê dîroka Husênikê de çavkaniyeke zelal tune, lê li gor hin bermahiyên dîrokî yên li gund hatine dîtin, xuya ye di serdema jiyana şikeftan de însan li vir cihwar bûne. Nîşaneya herî berbiçav gora zinarî ya ku bi navê nawisê tê zanîn e. Di lîteratora zimanê kurdî de peyva Nawis ji bo mahzenên şerabê tê gotin. Gorên bi vî hawî li gelek deverên Kurdistanê hene ku li ser wan lêkolînên zanistî hatine kirin. Her çiqas li ser nawisa Husênikê lêkolîneke zanistî neyê kirin jî, di lêkolînên herêmên din de xuya ye ku di navbera gorên zinarî û nawisa gund de tu cudahî tune. Li gor çavkaniyên dîrokî qewmê ku ewilî li herêma Licê bi cih bûne Hûrî û Mîtanî ne. Li Licê û hawirdorê jiyana jîngehî gelek kevn e. Di nivîsarên Asûriyan de tê fêmkirin ku herêma Licê beriya zayînê di salên 7000’î de ji serdema paxirî û neolîtîkî re şahidî kiriye. Agahiyên salên 3000’î piştî zayinê xwe dispêrin gele Hûrî û Mîtanîyan. Di çavkaniyên Asûr û Ûrartûyan de behsa Prensiya Nêrbiyan tê kirin. Nêrbî li herêma Hênî hukm kirin e. Li bakur rojavayê Hênî bi navê Nêrbê herêmeke heye. Di nav vê herêmê de têkildarî navê Nêrbê 7 gund hene. Ev gund, Nêrba Axan, Nêrba Çûlagan, Nêrba Usivan, Nêrba Şeynan, Nêrba Topalan, Nêrba Eliyan in. Piştî vê serdemê gelek qewmên din jî li herêmê hukm dikin, lê zêdetir herêm di bin serweriya Asûriyan de maye. Piştre qewmên weke, Med, Pers, Makedon, Part û Romayî li herêmê desthilatî dikin. Licê, di salên 622 – 639’an piştî zayînê de dikeve bin desthilatdariya Bîzansiyan. Di dema xelîfetiya Hz Omer de artêşên di bin fermandariya Lyaz Bin Ganem û Xalidê Bin Welîd de Bîzansiyan têk dibin û Amed û tevahiya navçeyên wê dikevin deste Îslamiyetê. Piştî avakirina dewleta Emeviyan herêm dikeve bin desthilatdariya Emeviyan. Pişre Ebasî herêmê dagir dikin. Bi qelsbûna Ebasiyan re serwerî dikeve destê Merwaniyan. Piştî Merwaniyan Licê û Amed dikeve bin desthilatdariya Şelçûkiyên Mezin. Piştî mirina Şah Melîk li herêmê valahiyeke mezin çêdibe. Di vê valahiyê de Tûtûşê birayê Şah Melîk ku li Sûrî dijiya desthilatdariya xwe ragihand. Tûtûş di sala 1098’an de ku bi xaçparêzan re şer kir û mir, herêm hetanî sala 1121’an di destê Şah Xelatan (Ahlatşah) de ma. Piştî sala 1121’an herêm ji aliye Artûkiyên Mêrdîn û Heskîfê ve hat dagirkirin. Di sala 1222’an de kelehên li Amed û derdorê ji aliyê Îlhaniyan ve têne talankirin û demekî di bin hîmayeya Eyûbiyan de maye. Ji vê dîrokê û şûnde herêm dibe qada şerê navbera Eyûbî û Selçûkiyên Anatolyayê. Herêm di navbera salên 1259 – 1302’an de herêm di destê Dewleta Selçûkiyên Anatolyayê de ma. Hukumdarê Îlhanî Gazan Xan di salên 1259-1304’an, di dema seferiya duyem a Sûrî de herêmê radestî Artûkiyên Amed û Mêrdînê dike. Bi vî hawî rêveberiyeke nû ya Artûkiyan a girêdayî Îlhaniyan destpê kir. Di sala 1394’an de Tîmûr Amedê dorpêç dike û bi dest dixe. Tîmûr piştre rêveberiya herêmê radestî Usmanê Qere Yuluk (Kara Yülük Osman) dike. Bi vî hawî herêm di sala 1401’an de dikeve bin rêveberiya Aqoyûniyan (Akkoyunlular). Di sala 1502’an di Şerê Şururê de Safewî Aqûyûniyan têk dibin û tavahiya herêmê dagir dikin. Ev rewş hetanî sala 1517’an ku Osmanî herêmê dagir dikin didome. Di sala 1517’an de dema Licê jî di bin rêveberiya Osmaniyan de bûye jîngehekî girîng bûye û girêdayî Sencaxa Entaxê bûye. Piştî vê dîrokê Licê dibe herêmeke girîngtirîn û di sala 1871’an de yekemcar bi Amedê ve tê girêdan. Di wê deme de, Dara Hênî, Pasûr û Hênî weke nahiye li ser Licê bûne. Di sala 1890’î de Karaz weke nahiye bi Licê ve hatiye girêdan. Li gor madeya 89’an a zagona Tekîlat-î Esasiye ya 20’ê Nîsana sala 1924’an sencax hatin rakirin. Li gor vê zagonê Licê bi Amedê ve tê girêdan.



NAVÊ LICÊ

Di derbarê navê Licê de çavkaniya herî kevn Asûrî ne. Di çavkaniyên Asûriyan de navê navçeyê û tevahiya herêmê ŞÎRÎŞA derbas dibe. Li gor daneyan Merwaniyan Şîrîn navê wezîrê Keyê Merwaniyan e ku yekemcar wî Licê avakiriye. Li gor vê daneyê tê fêmkirin ku Şîrîşa di wateya Şêrê Şah de ye. Navê Licê jî di wateya LI CIH de ye ku yekemcar ji devê karwanan hatiye bihîstin. Ji ber ku herêm rêgeha karwaniyê ye cara ewilî karwanan ferq kiriye ku li vê derê însan bi cih bûne. Di her çûn û hatinê de karwan peyva “hê jî li cih ne” bikartînin û nav wisa dimîne. Peyva Li cih bi demê re şiklê Licê digire. Dema ji kesên Licê pirsa tu ji ku yî tê kirin, bersiva ez Licî (Li cih) me tê dayîn. Li gorî dîroka Kurdên Merwanî, di navbera salên 985 û 1086’an (Piştî Zayînê) de, dema Entax sencaxa Farqînê bûye, gundê Husênikê jî şên bûye û li ser Entaxê bûye. Di sala 1871’ê de, bi guherîn û dîzaynkirina herêmê gund didin ser Licê.

KESÊN KU KEYATÎ Û MUXTARÎ KIRINE

Beriya avakirina komara Tirkiyê, Resûl Keya, Hecî Mihemed Keya, Saîd Keya û demek jî Hewika Hezanî keyatî kiriye.. Ji sala 1923'an û şûnda bi dorê ra, Ömer MALTAŞ, Mustafa MALTAŞ, Ali KOZAN, Mehmet HARAN, Mehmet CAN, Arif KORKUT, Abdulrazzak MACAR, Mehmet YILMAZ, Bahri YILDIZ, Fahrettîn MACAR, Mehmet KOZAN, Mehmet KOZAN, Mehmet ÇİFTÇİ, Mehmet KORKUT û Cemal KAZMA muxtarî kirin e. Niha muxtarê gund Adnan MACAR e.

Çavkanî Mordem Zel

  1. ^ tuik, 2012, ji orîjînalê di 23 nîsan 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 9 hezîran 2014
  2. ^ Yerelnet, Arıklı, ji orîjînalê di 26 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 tebax 2012