Huseynîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Şahqulî-Husênik
Arıklı
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Amed
Navçe Licê
Nahiye Licê (navend)
Hejmara mezran 1 mezre
Demografî
Gelhe (2012) 89[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 38°23′30″Bk 40°35′16″Rh / 38.39167°Bk 40.58778°Rh / 38.39167; 40.58778
Bilindayî 925 m
Koda postayê 21700
Koda telefonê (+90) 412
Nexşeya cihan Tirkiye
Şahqulî-Husênik is located in Tirkiye
Şahqulî-Husênik
Şahqulî-Husênik

Husênik (bi tirkî: Arıklı), gundekî girêdayî ser navçeya Licê ya Amedê ye.

Gelhenasî[biguherîne]

Sal Gelhe[2]
2012 89
2011 71
1990 739
1985 653

Dîroka Husênik[biguherîne]

Husênik, gundekî dîrokî û kevnar e. Gund, li başûrê rojavayê Licê ye. Ji Licê 13 km, ji Amedê 70 km dûr e. Di nav gundên Licê de yek ji gundê herî kevnar û dîrokî ye.


Bi navê Çelebî mezreyek wê heye.


Gundê Husênikê, serê pêşî li Serê Bîrê û Şahqulî bûn. Li Serê Bîrê û Şahqulî xirabe û mezelên kevin hene. Li ser mezelan nivîsên bizmarî yên bi erebî û neqşên wek şûr û kulîlkên beybûnê hene.


Ji bilî van mezelan, li herêmên wek Kevirê Kewan, Heslanî, Kevirê Reş û Newala Goman jî xirabeyên Koçeran hene.


Gundiyên berê, bi xwedîkirina pez û dewaran, bi çerçîtî û bazirganiyê, bi çandina genim û rêncberiya rezan debara xwe dikirin. Rezên Husênikê gelek in û bi nav û deng in.


Gund, bi giştî herêmeke çiyayî û stratejîk e. Her çiqas tu şopên ber bi çav ji mirovên serdema neolîtîk tune bin jî, gelek şûnwarên wê serdemê li herêmê wek nawîs, şikeft û sarinc hene.


Li gorî dîroka Kurdên Merwaniyan, di navbera salên 985 û 1086'an de, dema gundê Entax sencaxa bajarê Farqînê bûn, gundê Husênikê şên bûn û girêdayî Entaxê bûn. Di sala 1871'ê de, gund bi Licê ve hat girêdan.


Piştî têkçûna Kurdên Merwaniyan ku împaratoriya Romê li herêmê bi cih dibe û hikm dike, bi dek û dolaban bêtifaqiyê dikin nav gelê herêmê û hin gund û gundikên bi kêr xira dikin.


Gundê Husênikê, wê demê du tax bûn. Di navbera herdû taxan da rêya karwanên xeta Serhed û Amedê derbas dibe.


Ev herdû tax, ne ji heman mezhebî bûn. Tifaqa wan tifaqeke dostanî û bêhempa bû. Wisa bi hev bawer û bi hev ewle bûn ku tu caran deriyên xwe ji ber hevdû nedigirtin.


Hema hema piştî sala 1086'an ku Împaratoriya Romê li herêmê hikm dike, gund û gundikên bikêr bi lîstikên qirêj ji hev perçe dikin û bêtifaqiyê dikin wan. Di wê demê de Împaratoriya Romê di bin desthilatdariya Keyser de bûn.


Yek ji van planên Keyserê Romê yên qirêj jî li ser Husênikê hatiye kirin.


Rojek yekîneyeka leşkerî bi boneya danûsandina hêkan diçin gundê Serê Bîrê. Çiqas hêk di gund de hene distînin û vedigerin. Piştî derketina ji gund plana xwe ya qirêj dikin meriyetê û ji herêma Neqeba Sor vedigerin paşve diçin gund.


Hêkên ge ji gundiyan distînin dîsa li gundiyan vedigerînin. Armanca wan tifaqa gundiyan xira bikin.


Ji ber ku di çanda gundiyan da hêk pîroz e, jin û bûkên wan li ser parvekirina hêkan pevdiçin. Piştî vê serpêhatiyê tifaqa navbera herdû taxan xira dibe û bêtifaqî dikeve nav wan.


Dîsa di heman çarçoveyê de, tê behskirin bi vê planê gund tê xirakirin û wêran dibe. Ji vê karesatê, tenê jineke ducanî ya bi navê Eyş xilas dibe. Ev jin bi eslê xwe ji gundê Tilê bûye û bûka gund bûye.


Eyş, ji neçarî diçe gundê Tilê mala bavê xwe. Demekê şûnda lawekî wê çêdibe û navê Husên lê datîne. Hûsên mezin dibe û dibe xortekî çeleng û bi kêr.


Husên, rojekê bi zarokên gundiyan ra pevdiçe û li zarokekî dixe. Piştî vê bûyerê, gundî bi ser mala wan da digrin, tehdahî û heqaretê li wan dikin. Dibêjin; kes nizane mezelê bavê te li ku ye tu hatiyî li gundê me mêrxasî û heqaretê li zarokên me dikî.


Husên ji dayîka xwe re vê rewşê dibêje:


- Dayîka min, ka ji min re bêje bê bavê min kî ye? Çi bi serê wî de hatiye? Mezelê wî li ku ye? Gundê me li ku ye?


Dayîka Husên, ji serî heta binî jê re meselê dibêje û ji Tilê bardikin diçin gundê Husênikê ji nû ve şên dikin.


Ji ber ku, gundê berê ji Tilê xuya nake, bavkalê Husên dibêje: "Ji bo ku em di mereqê de nemînin xaniyê xwe li diyar çêkin, gava çira we vêketî xuya bike em ê bizanibin ku hûn sax in."


Di derbarê vê dîrokê de çavkaniyeke zelal tune. Lê, tê gotin ev serborî di dema xelayê de bûye.


Piştî ku Husên û dayîka xwe gund ji nû ve şên dikin Husên dizewice.


Tê gotin heft lawê Husên hebûne û her heft jî zewicandî bûn e. Gava nangiranî çêdibe, eşîr û mîrên herêmê xişir (zêr û zîv) di ber genim û garis de didin. Her ku karwanên mîr û began derbas dibin hemû bûkên Husên çi di malê de heye difroşin didin bi xişir û di kuwaran de vedişêrin.


Rojekî Mîrê Hezroyê bi 40 siwaran tê li mala Husên dibe mêvan.


Husên jî dizane xwarin û pêxwarineke îkramê mêvanê xwe bike tune. Ji xem û qehran serê xwe dike ber xwe û difikire.


Jina wî dibêje: "Husên! Çima te serê xwe kiriye ber xwe û difikirî? Serê xwe bilind bike. Qey tu mêrê vê rewşê yî? Bi hezaran mêvanên te bihatana serê te bilind bû. Wekî her carê bila serê te bilind be."


Nexwe jina wî hesabê rojên xirab kiriye û zexîre veşartiye.


Jina Husên radibe ji mêvanan re xwarin û vexwarinê çêdike û wan bi rê dikin.


Piştî mêvan diçin Husên heft bûkên xwe top dike û serê wan dike nav zêr û zîvan û dibêje: "De bixwin! Zêr û zîv nabin şîv û nayên xwarin."


Di wê demê de nangiranî û birçîbûnî li herêmê zêdetir belav dibe. Bandora xelayê li ser malbata Husên jî çêdibe û ji birçîna hemû dimirin, tu kes ji wan namîne.


Piştî Husên, dema dizî û şelihandinê destpê dike.


Di wê demê de mîr û begên ku bihêz bûne li gundî û gomiyên herêmê tehdahî û heqaretê kirine û mal û milkên wan talan kirine.


Rojekê begên aliyê Hênê bi siwarî tên derdora Qişa Qeran û Kevirê Kewan ku diziya malbata Heyderan bikin. Bi navê Elî û Resûl du lawên Heyder hebûn e. Du xortên çeleng û egîd bûn e. Dema begên Hênê têne diziyê, Elî û Resûl bi tûr û kevanê xwe davêjin pêşiya karwana dizek û talankeran kemîn datînin û du siwarên wan dikujin.


Piştî vê serpêhatiyê cih û war li wan xira dibe û ji Kevirê Kewan bardikin diçin li Şahqulî bi cih dibin û xanî çêdikin.


Piştre bûyer û serpêhitiyên bi vî rengî zêde dibin. Heyder, bi malbatên derdorê re tê gel hev û bi hev re danûstandina tifaqê dikin.


Piştî danûstandinan biryar digrin ku li hemberî dizî û talanê bibine yek.


Li gor gotinên bav û kalan gundê Husênikê serê pêşî bi heft malan hatiye avakirin.


Gundê Husênikê, ji aliyê hêzên desthilatdar ve sê caran hatiye şewitandin.


Cara pêşî, di dema desthilatdariya Keyserê Romê de. Cara duyem di dema serhildana 1925'an a Şêx Saîd û hevalên wî de û herî dawî di 14'ê gulana sala 1994'an de ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatiye şewitandin û valakirin.


ZIYARET

Li gund, sê ziyaret hene. Ji van ziyaretan a herî mezin ziyareta gund e. Jêre dibêjin Ziyareta Diyar. Ziyaret, li tepê gund e. Bawerî pê heye ku duayên jêre bêne kirin qebûl dibin. Gundî bi navê vê ziyaretê sond dixwin.


Ziyaretekê din jî di nav mezelên Xeymecan de ku wek ziyaretgaha Eyşo Fato tê zanîn heye. Ev ziyaret, dikeve rojhilatê gund û bi qasî kîlometreyekê ji gund dûr e. Di demsalên cûda de mirov ji bo hêviyê wan bêne cih, diçin ben an paçek ji kirasê xwe bi dara ziyaretê ve dikin.


Yek ji van ziyaretan jî, ziyareta Heslanî ye. Ziyaret dikeve rojavayê gund û bi qasî kîlometreyek û nîv ji gund dûr e. Bawerî pê heye ku ji gelek nexweşiyan re dibe derman.


CIHÊN DÎROKÎ


Li herêma gundê Husênikê kelehekî kevnar û dîrokî heye. Keleh, dikeve rojavayê gund û bi qasî 1,5 kîlometreyan ji gund dûr e.


Keleh li ser girekî bi sê aliyan berpal, li rêya karwanên xeta Erzerom û Amedê, di navbera bajarê Deqyanûs û Şikeftên Birqleynê de ye.


Li nêzî xirabe û mezelên Şahqulî nawiseke dîrokî heye. Ji erdê 3-4 metre bilind, li ser zinareke kilsî hatiye kolandin û wek cihê spartinê hatiye bikaranîn. Di derbarê dîroka wê de agahiyeke zelal tune. Tê gotin bermahiyeke ji serdema neolîtîk e.


Li Bakur û Rojhilatê Bakurê gund, li sêgoşeya gundê Husênikê, Goma Xicîkan û Pehnavê zêdetirî 10 nawis û şikeftên ji serdema neolîtîk û ji dema nû hene.


NAVÊ GUND

Gund navê xwe ji navê Husên digire. Rastiya navê gund Husênik e. Bi wateya xwe Husênê biçûk e. Husên wek kesekî hêja û qedirbilind hatiye naskirin. Di biçûkiya xwe de kesekî pir jîr bûye û jê re gotine Husênik.


NAVÊ CIH Û WARÊN GUND

Çayê, (Navê Herêmê ye)

Pira Çayê,

Gola Reş,

Rasta Temo,

Kevirê Kewan, (Navê girekî kew lê lîs bûn e, di heman demê de wargehekî kevnar e.)

Metpexê,

Geza Sor,

Qewşanan, (Navê Herêmê ye)

Heydersêvê,

Komelê, (Navê Herêmê ye)

Pozê Komelê,

Kevirê Eyşanê,

Avedîk, (Navê Herêmê ye)

Kaniya Avedîk,

Çirê Avedîk,

Newala Avedîk,

Rezê Avedîk,

Şiqê Mihê Hêsîgê,

Kevirê Reş,

Kaniya Qelşik,

Newala Goman, (Şêngeheke kevnar e)

Warê Pûrto, (Pûrto, kesekî koçer e)

Diyarê Zixir,

Binê Zixir

Qûça Xaçikê, (Wargehekê dîrokî ye)

Kelekê, (Kelehekî kevnar e)

Kevirê Şewqelî,

Diyarê Sekuyê,

Pozê Hincilan,

Heslanî, (Navê Herêmê ye)

Kevirê Piştiyan,

Kevirê Çortan,

Kozika Pûş,

Çala Şerge,

Colbanê Emo,

Zeviya Dirêj,

Kaniya Koçeran,

Diyarê Terhê, (Navê Herêmê ye)

Qoriyê Binê Terhê,

Kunika Welî,

Kunika Babolî, (Jineka Ermen li wê derê hatiye kuştin.)

Herîkolkê,

Herîkendkê,

Berê Gomê,

Binê Kevir,

Kaniya Birîn, (Birîndarekî li vêderê hatiye dermankirin.)

Binê Kaniyê,

Rezê Dehlê,

Diyarê Rezan,

Binê Rezan,

Çala Pîra Medê, (Pîra Medê, dêya Evdelayê mele Elî ye)

Xozedere, (Newaleka wehş lê dijîn.)

Natorî, (Cihê nobedarê rezan e.)

Niqeba Aşê,

Rakêlan,

Kaso,

Xwêdanî, (Cihê xwê didin dewaran.)

Nava Dar,

Şiqê,

Qulî,

Qişê, (Navê Herêmê ye)

Hincîlik,

Pişta Mixarê,

Diyarê Qişê,

Kevirhengiv, (Kuwara mêşan li wir heye.)

Dibûriyan,

Diyarê Dibûriyan,

Pişta Dibûriyan,

Newalê, (Navê Herêmê ye)

Newala Kûr,

Hermê Kirko,

Kevir Beş,

Mezelê Zeynikê,

Avzem, (Navê Herêmê ye)

Nava Avzem,

Şewatê,

Tehtê,

Rasta Pîro (Mêrga Pîro),

Niqeba Sor,

Piyê Niqebê,

Niqeba Gewr,

Berê Nawisê,

Kaniya Şahqulî, (Ji serdema kraliyeta Sahqulî ma ye.)

Kaniya Kîsoyan,

Berê Mezelan,

Xeymecan, (Navê Herêmê ye)

Serê Bîrê, (Kanisarkek a li ser rêya karwanan e.)

Rezê Xeymecan,

Mezelê Eyşo Fatmo,

Erdê Heyder,

Ser Delav,

Çelebî, (Navê Herêmê ye)

Rezê Çelebî,

Mêrga Qantiran,

Nava Waran,

Hêlekanê,

Kûra Fetlê,

Kevirê Xelxel,

Warê Ûsê Hemo,

Kevirê Bazik, (Lîsê Teyrêbaz e.)

Kevirê Gilor,

Kaniya Kendalan,

Rezê Jêrîn,

Niqeba Rezan,

Nava Qorî,

Berê Golê, (Navê Herêmê ye)

Dirikê Kejo,

Baniya Beyderan,

Xicîga Şewitî,

Newala Xaman, (Navê Herêmê ye)

Çemê Mêrgê,

Mixerê,

Çaqmaqan,

Kevirê Guran,

Rezê Kevirê Guran

Kaniya Hecî Feqî

Diyarê Bihîvan,

Pişta Xaniyan,

Berê Deriyan,

Nava Rastê,

Diyarê Qeraç,

Bereqan


KESÊN KU KEYATÎ Û MUXTARÎ KIRINE

Beriya avakirina komara Tirkiyê, Resûl Keya, Hecî Mihemed Keya, Saîd Keya û demek jî Hewika Hezanî keyatî kiriye.. Ji sala 1923'an û şûnda bi dorê ra, Ömer MALTAŞ, Mustafa MALTAŞ, Ali KOZAN, Mehmet HARAN, Mehmet CAN, Arif KORKUT, Abdulrazzak MACAR, Mehmet YILMAZ, Bahri YILDIZ, Fahrettîn MACAR, Mehmet KOZAN, Mehmet KOZAN, Mehmet ÇİFTÇİ, Mehmet KORKUT û Cemal KAZMA muxtarî kirin e. Niha muxtarê gund Adnan MACAR e.


Çavkanî Mordem Zel

Çavkanî[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)