Hezan, Licê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Disambig grey.svg Ji bo wateyên din, li Hezan binêre.
Hezan
Savat
Dewa Hezanî.jpg
Gundê Hezanê
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir
Navçe Licê
Nahiye Hezan
Demografî
Gelhe (2012) 280[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 38°20′38″Bk 40°37′26″Rh / 38.34389°Bk 40.62389°Rh / 38.34389; 40.62389
Bilindayî 1.090 m
Koda postayê 21700
Koda telefonê (+90) 412
Nexşeya cihan Tirkiye
Hezan is located in Tirkiye
Hezan
Hezan

Hezan (bi tirkî: Kayacik - Savat) gund û nehiyeyeke navçeya Licêya Diyarbekrê ye.

Hejmara niştecihên Hezanê di sala 2008'an de digihe 329 kesan[2]. Hezan ji bajarê Diyarbekir 76 km û ji navçeya Licê 24 km dûr e.

Gundiyên Hezanê debara xwe bi çandiniya titûnê, rez, genim û bi xwedîkirina heywanan dikin. Bostanên Hezanê de xiyar, firingî, îsot, bacan, bamî, kundir, petêx û zebeş tên çandin.

Çiyayê Dêrê, çiyakî blind e, mirov dikare li Diyarbekir, Licê, Hênê, Hezro û deverê din ser çiyayê Dêrê temaşe bike. Li ser çiyayê Dêrê pêlgir (radar) û qereqola jendermeyan hene.

Li nehiyê dibistan, xalîçêkirin, mizgeft, dîwana şêxan û merqed, firoşgeh û qereqol hene. Gundî bi kirmanckî (zazakî) diaxivin û kurmancî jî baş dizanin.

Mela Ehmedê Xasî[biguherîne]

Hezan nehiyekî dîrokî ye. Mela Ehmedê Xasî (Xoceyê Xasî) xwediyê mewluda kirdkî (zazakî, kirmanckî, dimilkî) bû. Mela Ehmedê Xasî di sala 1868'an de li Hezanê hatiye dinê û di 1951'an de çûye rehmetê. Ehmedê Xasî di medreseyan de xwendiye. Kurdî (kirmanckî, kurmancî)erebî û tirkî dizanibû. Mewluda ku wî nivisandiye di sala 1899'an de li Diyarbekirê li çapxaneya lîtografyayê hatiye çapkirin[çavkanî pêwîst e].

Xwepêşandanên di 28'ê xizîrana 2013'an de li Hezanê[biguherîne]

Di roja înê ya 28'ê xizîrana 2013'an de gelê Hezanê dest bi xwenîşandanên li dijî avakirina qereqola jendermeyan kirine û di encama van bûyeran de xortekî bi navê Medeni Yıldırım ji aliyê jendermeyan ve hate kuştin û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûne[3][4].

Gelhenasî[biguherîne]

Sal Gelhe[5]
2012 280
2000 260
1990 -
1985 -

Çavkanî[biguherîne]