Lingua franca

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Lingua franca, an jî bi navên din zimanê hevpar, zimanê bazirganî, di civatên ku bi gelek ziman an jî zaravayan xeber didin de, ji bo ku xelk ji hev fam bikin, bi hev re bikevin îrtîbatê wê zimanê an jî wê zaravayê bi kar tînin. Ev gotin îro ji bo zimanê îngilîzî tê bikaranîn. Lingua franca, bi zimanê îtalî tê maneya zimanê frankî.[1]

Lingua francas (yanî zimanên hevpar), di dîroka însanetiyê de carna ji ber sedemên ticarî, çandî, dînî, dîplomatîk û îdarî û carna jî li seranserê cîhanê ji bo ku alim û zanayên ji milletên cuda bi hev re danûstandinên ilmî kirine bi pêş ketiye.[2] Ev gotin pêşî ji bo zimanê Sabîr (an jî bi navê xwe yê din Lingua Franca yê Deryaya Navîn) hatiye bikaranîn. Fikra "zimanê dinyayê" fikrekî çêkirina "lingua franca"yek global e.

Xusûsiyet[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lingua franca, gotinek fonksiyonel e, ne ji bo yek zimanê, ji bo hemû zimanên ku di vê fonksiyonê de ne dikare were bikaranîn. Pidgin û kreol (creole) bi pirranî wek "lingua franca" rol digrin, lê gelek zimanên lingua franca hene ku ne pidgin in ne jî kreol.

Herçiqas "zimanê vernekûler" (vernacular language - yanî zimanê deverekê, pîşeyekê yan girûhekê) di civatekî de wek zimanê pêşîn - zimanê dayîkî were bikaranîn jî, lê belê lingua franca wê li derveyî sînorên wê civatê û li navbera komên cuda ji bo îrtîbatê wek zimanê duyem were bikaranîn. Wekî nimûne, zimanê îngilîzî li Keyaniya Yekbûyî zimanek vernekûler (zimanê deverekê, pîşeyekê yan girûhekê) e lê belê li Filîpîn û Hindistanê wek lingua francayê tê bikaranîn.[3] Rûsî, çîniya mandarîn, erebî, spanî, portûgalî û frensî di gelek qadan de wek lingua francayên îndûstriyî/perwerdeyî têne bikaranîn.

Zimanên alîkar yên navneteweyî yê wek Esperento ji ber ku li seranserê dinyayê nehatine qebûlkirin nikarin wek lingua francayên global werin binavkirin.

Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Terma lingua franca ji zimanê Sabîr (an jî bi navê xwe yê din Lingua Franca yê Deryaya Navîn) hatiye peydakirin. Ev ziman ji aliyê kesên li rojhilata Deryaya Spî û derdorên wê ve ji zemanên Serdema Navîn heta sedsala 18em û bi taybetî jî di dema Ronesansê de di warên ticarî û dîplomasiyê de wek zimanê esasî hatiye bikaranîn. Wê gavê kesên îtalî-axev, di bazirganiya behrî de li bajarên lîmanê yên Împeratoriya Osmanî bûne hakim û versiyona hêsankirî yê zimanê îtalî, tevî peyvên deynkirî yên ji zimanên yewnanî, fransiya kevin, portûgalî, oksîtanî û spanî û digel wan de jî erebî û tirkî li wê derê bi awayekî berfireh wek "lingua franca"yek hatin bikaranîn.

Di gotina Lingua Francayê de lingua bi portûgalî û îtalî tê maneya zimanê, û franca jî bi zimanê yewnanî eleqedarê peyva phrankoi ye û di zimanê erebî de jî bi 'faranji'yê re eleqedar e û herwiha beramberî maneya wê ya îtalî ye. Di her sê halê de jî maneya heqîqî "Frankî" ye, lê belê ev nav di zemanên Împeratoriya Bîzansê de ji bo hemû Ewropiyên rojhilatê dihate bikaranîn.

Di Ferhenga Etîmolojiyê ya Dougles Harper de tê gotin ku peyva Lingua Franca (yê ji bo zimanê sabîr), cara pêşîn di salên 1670an de hatiye qeydkirin.[4] Digel ku nimûneyek gotina Lingua Francayê ya bi zimanê îngilîzî a kevintir di sala 1632an de hatibe bidestxistin jî lê belê li wir ev gotin wek "Bastard Spanish" (Spaniya teqlîdî) jî hatiye behskirin.[5]

Nimûneyên Lingua Francayan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gotina lingua francayê ji zemanên berê ve heye. Zimanê latînî û yewnaniya koine lingua francayên Împeratoriya Romî û çanda Helenî ne. Zimanê akkadî û piştre jî zimanê aramî ji împeratoriyên berê wek zimanê hevpar ya parçeyek mezin yê Asyaya Rojava maye.

Li hinek welatan, lingua franca zimanê neteweyî ye. Wekî mînak, zimanê urdû hem lingua francayê Pakistanê ye hem jî zimanê neteweyî yê wê welatê ye. Zimanê îndonezî jî li Îndonezyayê di eynî fonsiyonê de ye, herçiqas zimanê javayî xwediyê zêdetir axiveran be jî. Dîsa jî, zimanê îndonezî bi tena serê xwe zimanê fermî ye û li seranserê wê welatê tê xeberdan. Herwiha zimanê farisî jî hem lingua francayê Îranê ye hem jî zimanê neteweyî yê wê welatê ye.

Di navbera zimanên îşaretê de yek zimanek heye ku wekî lingua francayê tê bikaranîn, ew jî Plains Indian Sign Language (Zimanê îşaretê yê hindiyaniyên deştan) ye. Ev ziman li Bakurê Amerîkayê zehf tê bikaranîn. Ev ziman wek zimanê duyem di navbera gelek qewmên xwecihî de hatiye bikaranîn. Li gel Plains Indian Sign Language an jî wek rihê zimanê Plains Indian Sign Language, Plateau Sign Language (Zimanê îşaretê yê platoyan) jî hebû, lê ev ziman niha vemirî ye. Zimanê îşaretê yê Inuît li Arktîkê dibe ku di eynî rewşê de be lê li ser vê zimanê lêkolînên ku hene pir kêm in.

Li Yekîtiya Ewropayê bikaranîna zimanê îngilîzî yê wek lingua francayê, bûye sedem ku zaravayek nû yê ku wek îngilîziya euroyê (euro english) derkeve holê.

Ji bo xwendinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hall, R.A. Jr. (1966). Pidgin and Creole Languages (Zimanên pidgin û kreol), Cornell University Press, ISBN: 0-8014-0173-9.
  • Heine, Bernd (1970). Status and Use of African Lingua Francas (Rewş û bikaranîna lingua francayan), ISBN: 3-8039-0033-6.
  • Kahane, Henry Romanos (1958). The Lingua Franca in the Levant (Li Levantê lingua franca).
  • Melatti, Julio Cezar (1983). Índios do Brasil (Xwecihiyên Brezîlê). São Paulo: Hucitec Press, 48th edition
  • Ostler, Nicholas (2005). Empires of the Word (Împeratoriyên peyvê). London: Harper, ISBN: 978-0-00-711871-7.
  • Ostler, Nicholas (2010). The Last Lingua Franca (Lingua francaya dawîn). New York: Walker, ISBN: 978-0-8027-1771-9.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "lingua franca." Oxford Dictionary of English 2e. Oxford University Press. 2003.
  2. ^ Gordin, Michael D. (2015). Scientific Babel: How Science Was Done Before and After Global English. Chicago, Illinois: University of Chicago Press.
  3. ^ "The rise of Hinglish: How the media created a new lingua franca for India's elites". (Bilindbûna Hinglish: Medya çawan lingua francayek nû çêkir ji bo elîtên Hindistanê). Roja gihiştinê 1 nîsan 2018.
  4. ^ "Online Etymology Dictionary". Etymonline.com. Roja gihiştinê 1 nîsan 2018.
  5. ^ Morgan, J. (1632). "A Compleat History of the Present Seat of War in Africa, Between the Spaniards and Algerines". Roja gihiştinê 1 nîsan 2018.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)