Zimanê bav û kalan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Zimanê bav û kalan, zimanê dayikê, zimanê maderî, zimanê pêşîn ev ziman e ku zarokên ji dê û bavên xwe hîn û fêr dibin. Peyva zimanê zikmakî ne di cîh de ye. Jiber ku zarok di zikê dayika xwe de ziman fêr nabe. Ev yek li gor lêkolînên zanistî jî hatiye pejirandin. Zimanê dayikê, zimanê mirov ji dê û bavên xwe dihilde. Zimanê kurdan ê dayikî zimanê kurdî ye.

Li gorî dîroka ziman, dîroka zimanê dayikê tê ser ziman. Lê di sedsale 20´an û pêde, ew zimanê dayikê ê mirov ku bi dîrokê ve hatiye pêşketin, bi têgihiştina wê re hat redkirin. Ji dêla zimanê dayikê, gotina "zimanê fermî" hat bicih kirin. Wate wê jî, ew bû ku zimanê rejîma serdest kîjan bû, ew tenê wê bihata fêrkirin û bi wê perwerde bihata dayin.

Roja cîhanî ya zimanê bav û kalan[biguherîne]

Zimanê dayikê, rojek bo bîrhanîn û pîroz kirina wê hatîya kifşkirin. Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) re roja 21'ê sibatê weke "Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê" hatiye erêkirin û pejirandin li giştiya cîhanê. Ew roj, di encama xwepêşandineke li Pakistanê ku ji bo zimanê dayikê ciwanên xwendevan li dardixistin ku li darxistin û di xwepêşandanê de çend ciwan jî hatibûbûne kuştin, di encam de hatiye denezendin.

Roja zimanê dayikê di sala 1999´an de weke roja cîhanî ya zimanê dayikê ji aliyê UNESCO'yê ve hat erêkirin.

Dîroka bûna zimanê dayikê[biguherîne]

Roja zimanê dayikê ji aliyê UNESCO'yê ve hat herê kirin di sale 1999´an de. Di vê rojê de di sale 1952´an de, dema ku ciwanên xwe xwandavan li dijî rejima Pakîstanê ku xwepêşandin li dar xistin ku bû ku zimane bengledî weke zimanê dayikê ê wan were kirin xwepêşandin werina li darxistin. Hingî li paytaxta Bangladeşê li Dakkayê di encama wê xwpêşandinê de, piştre hêzên pakîstanî gûlayan di reşênina li ser xwandavanan û di ancama wê gûla reşandinê de 5 ciwanên xwendavan tên qatil kirin. Piştre jî, Bagladeş dema ku serbixwebûna xwe bidestxist, ev roj weke "roja pekrawanên ziman" hersal pîroz kir. Piştre di sale 1999´an de rayadarên bengladeşî ew roj ji sazîya Unesco a neteweyên yekbûyî re pêşnîyar kirin ku weke roja zimanê dayikê li cihane were herê kirin. Unesco jî ev pêşnîyar nirxand û piştre pejirend û regihand li cihane weke roja zimanê dayikê here kir.

Li Kurdistanê pîrozkirina vê roja zimanê dayikê[biguherîne]

Li Kurdistanê, bo ku zimanê kurdî ji aliyê rejima tirk ve hatiye qedexekirin, êdî ev roj di hersala ku zimanê wan qadaxa bû de pîroz kirin bigirseyî. Bi teybetî di sale 2013´an de, bigirseyî li hemû bajar, navçe û hemû deverên wê hat pîrozkirin. Di aslê wê de, ev roj, weke "roja tekoşîna bo zimanê dayikê" care pêşî Unesco herê kiribû[çavkanî pêwîst e].

Kurd, ev roj, weke roja tekoşîna bo zimanê xwe yê dayikê bi girseyî di vê rojê de xwepêşandinên girrseyî bi milyonan kurdan re li darxistin. Ji xeynî Başûrê Kurdistanê, li piraniya Kurdistanê navê "kurd" û "Kurdistanê" qedexe ye.

Kurdan, bi dirûşma "zimanê me rûmeta me ya", bi dehan xwepêşandin bo ku ew qadaxaya li ser zimanê wan were rakirin li darxistin.

Zimanên dayikê li cîhanê[biguherîne]

Li cihane, heta nûha bi hezaran ziman, ji aliyê rejimên serdest ve hatin tûna kirin û ji dîrokê birin. Li gorî zaneyên unesco, tê bawer gotin ku tenê di sadsale me ya ku em têde na û ya berî ya me de, bi hezaran ziman ji ber ku êdî nema hatina bikarhanîn tûna bûna û ji dîrokê çûna.

Li Tirkiya jî, îro, tê gotin ku 29 ziman hê ku ji aliyê mirovan ve tên bikarhanîn. Lê ji wan, tenê çend ziman dikarin bijîn. Hemû zimanên din li ber tûnabûnê na. Li tirkiya, tevî ku gelek ziman dijîn, tenê zimanê tirkî weke zimanê fermî heya û li ser hemû mirovan tê ferz kirin. Ji bilî zimanê tirkî, hemû zimanên din qadaxa ku di beşên jiyanê de werina bikarhanîn li Tirkiya.

Giringiya zimanê bav û kalan[biguherîne]

Dema ku mirov bahsa ziman û dayikê bikê, bêguman, wê gelek tişt hebin ku mirov bêje. Bêja ziman û ya dayikê bi serê xwe ji, her yekê pir watên wan hene û girîngin. Ziman, hebûna mirova. Bê ziman ne jiyan dibe û ne ji pêşketin dibe.

Lê divêt ku mirov vê yekê ji bo zimanê dayikê bêne ser ziman. JI ber ku zimanê dayikê pir girîne. Zimanê dayikê hîme pêşketine mirov çêdike û avadike û dide der bi mirov re. Dema ku mirov bahsa ziman bike, Divêt ku mirov bahs û qanc zanibe ku ziman pir girînge.

Divêt ku mirov di derbarê hebûne wê de baş bi zanebûn bê. Naxasim vêce zimanê dayikê. Iro pir lêkolin ji aliyê lêkolînvanan ve li ser ziman têt kirin. Di hemû lêkolînên ku têne kirin de ji, girîngîye zimanê dayikê derdikeve hole. Mirovekî ne serdestî ziman xwe yê dayikê bê, di serî de temenê xwe û pêşketine windakirya. JI ber vê yekê ji divêt ku mirov baş û qanc li ser zimên birawastê. Bi vê yekê re, divêt ku mirov bêje ku çend dem têve çû û pêşketin mazin derketine hole, êdî wê girîngîtiye zimên wê xwe hê bêhtir bide ber çavan.

Dîroke ziman ku mirov li ser rawastê, divêt ku mirov dîrokeke mazin ya mirovahîye bêne ser ziman. Temenê hebûn û pêşketine dîrokê mirovahiye ji, ziman çêdike. Ji ber vê yekê ziman pir girînge. Ziman, ku mirov bahsa wî kir, divêt ku mirov di du beşan de wê bêne ser ziman. Beşa pêşî, ya axiftinê ku mirov bêjan bi kar têne ya. Ya din ji, beşa bîolojîke. Bêşa biolojikî, hîme ya din çedike. Ji ber vê yekê divêt ku mirov pir gîringiyê bide wê beşe. Mirov, hê ku di zikê dayike xwe de ya, zimên fêr dibe.

Çi ziman, dayike wî zanibe, ew ji wî zimanê dihilde û pê bi pêşdikeve. Hê ku bitik di zikê dayike xwe de ya, dayike wê/wî çi zane û çend bêjan ji zane, hîme wan bi bitikê re çêdibe. Ew hîm ji, piştre, dibe hîmê pêşketine wî. Di vir de divêt ku mirov bêje ku zimanê dayikê zimanê dayikê pir girînge. Bi vê yekê re ku têt gotin bişavtin dijminê mirovahiyê, ne gotineke xalat têt ser ziman. Gotineke rast têt ser ziman. Ji ber ku, bişavtin, mirov ji zamenê dayike mirov dûr dike, bi vê yekê re ji, ji hebûn û pêşketine mirov dûr dike. Zimanê dayikê, divêt ku mirov baş li ser bisekinê. Divêt ku mirov mazin hebûne wê bîne ser ziman. Bi vê yekê re, divêt ku mirov bêje ku ziman, ne tenê ji hinek bêjeyan pêş têt.

Zimanê dayikê û genetîk[biguherîne]

Ji ber ku ziman, wekî din ji, genetîke ji. Divêt ku mirov ji aliyê genetîke ve ji lê meyîzenê. Genetîk, di hundurê beşa xwe ya hucrê de gelek afirandina bi zimên dide çêkirin. Bi vê yekê re, hêjeye ku mirov bêje ku mirovekî ku bitememî hati bişavtinkirin ji, zimanê dayike wî di aslê xwe de di wî de pêşketine xwe pêre berdewam dike. Lê belê, ji ber ku rê nabîne ku xwe bide der, êdî tevlîhevbûn derdikeve hole. Bi vê yekê re, divêt ku mirov aliyê biolojikî girîniye wê bêne ser ziman. Lêkolîn li ser divin. Pêşketinên ji dema iro pêde, bi zêdeyî, yên kînetîkin. Ji ber vê yekê di pêşketinên kînetîkî de zimanê dayikê pir girînge û xwe yê vêneye kifşkirinê ya ji. Ji ber vê yekê ji divêt ku mirov pir li ser bisekinê. Bi vê gotinê re, em girîngiyê ziman dayikê careke dî bênine ser ziman.

Ziman û nasname[biguherîne]

Divêt ku mirov bêje ku ziman, ne tenê weke nasname mirova. Ji xaynî wê yekê ji, hebûn rastiye mirov û pêşketine mirova. Dema ku mirov li pêşketinên mazin dimeyîzene mirov zimanê dayikê di hime wê de dibine. Zanistvanên mazin ji, yên ku heri mazin karîn zimanê dayike xwe bi kar bênin in. Çend ku karin bikar bênin, avçend ji karin biafirênin. Afirandin, di hime xwe de zimanê zikmakî di pareze.

Ku mirov li demên berî demên Neolîtîkê meyîzenê, mirov bibine ku çend ku mafê axiftinê bidest ket, pêşketin û bipêşketin bi rê ve çûyin çêbû. Dîroke zimanê dayikê, bi dîtina xwe re têgihiştinê re dest pê dikê. Piştre, biafirandin bêjeyan re berdewam dike. Piştî wê re ji, bi axiftin, xwandin û nivîsandinê re berdewam dike. Zanistanê kurd Êlî Herîrî, pir li ser xweşik axiftinê di sekinê[çavkanî pêwîst e]. Piştre yên piştre tên ji, wî fahm dikin û weke wî girîngitiyê didine xweşik axiftinê. Xweşik axiftinê, ew ji rastiyêke mirov dibine. Ji ber vê yekê re girîngiyê didiyê de.

Zimanê dayikê û klasîkên kurd[biguherîne]

Wekî di ji, Êlî Herîrî, di xweşik axiftinê de rastteqinîyeke dibînê. Ji ber vê yekê ji, pir li ser di sekinê. Li gor wî, axiftineke bitêgihiştin û zelal, dîrokeke mirov bixwe ya. Bi vê yekê re li ser di sekinê. Weke wî, yên ku pişt wî re tên weke Meleyê Cizîrî û Feqiyê Teyran ji wî girîngitiyê didine axiftinê. Ew bixwe, divêt ku mirov bêje ku zanistvanên zimên ji bûn. Di roja me de, iro pir teknolojî bi pêşketiyê, Bi kar anîne wê ji, dise bi zimanê dayikê ve girêdayî ya. Ku mirov ne serwerî zimanê dayîke xwe bê, wê nikaribe bi tememî wê teknolojiyê ji bikar bêne. Bi teknolojiyê, bi serketin ji, bi zimanê dayikê ve girêdayî ya. Afirandina wê ji bi zimanê dayikê ve girêdayî ya. Bi vê yekê re, ku mirov bêje teknoloji, ji aliyekî ve, encameke zimanzaniyê ya ji, wê ne xalat bê.

Bi vê yekê re, divêt ku mirov li ser girîngiyek din bi sekinê.Ew girîngi ji xalatiyeke ku di ziman têt bi kar anin.Hinek dibêjin, ku mirov dema ku hata dinyê ku mirov bi zimanekî mazin bû, ew ziman wê bê weke zimanê dayike mirov.Ev nêzîkatî, nêzîkatiyeke pir xalata. Ji ber ku ziman, ne tenê bi bêjeyan û bi kar anina wan heya.Bi genetîkê ji heya.Divêt ku ev yek ji, li ber çavan bêt girtin. Mirov, hingî, karê zimanê ku mirov pê mazin bûya, baş bi kar bêne, têde hinek afirndinan ji çêbike.Lê belê wê ev yek, ti carî nebe weke zimanê zikmakî yê dayikê.

Ku mirov bi zimanê dayikê ji mazin bû, hingî ku mirov zimanê xwe bikar anîn, hingî di afirandinê de, zanebûne meye ziman û zanebûne genetike mirov bi hev re dibe yek û di mirov de dibe temenê afirandinan.Ji ber vê yekê zimanê zikmakî pir girînge. Bi vê bêje weke ku di çanda kurdan de ji demên berê heya iro berdewam kiriye, ew rêze li hevberê dayikê divirde em careke di bênine ser ziman û destê dayike xwe maç bikin..Kurdi û dîrokê wê ya bi kurtî..Bi vê yekê re divêt ku mirov hinekî li ser zimanê kurdi ji bisekinêhaya nahaka şîrove ku me kir, hinek xosletên zimanê kurdi ji dide dest.

Zimane kurdî, zimanekî ku pir kevne.Bi pêşketinê xwe ya bi pergal re ne bin deh an pazdeh hezar salî re ya.Her weha xwediyê hebûn û dîrokeke ku kevne.Ji ber vê yekê, divêt ku mirov bêje ku di xwe de gelek pêşketin û pêvajo afirandiya. Her pêvajiye wê, demeke wê ya pêşketinê têne ser ziman.Bi vê yekê re divêt ku mirov bêje ku zimanê kurdan, çend ku mirov ji axê bûya dest pê kiriya.Her weha baweriyek ji xwe di nav kurdan de heya.Di zimanê kurdan de, dema şariştaniyê di dema sumeriyan de dest pê dikê.Di wê demê de, pêşketin, mazin di zimên de derdikeve hole.

Hebûne şariştaniye di zimên êdî têt ser ziman. Lê berî wê demê, ziman bi temen saz bû ya.Dema neolîtîkê divêt ku mirov baş û qanc ji bo wî zimanê şîrove bike û bêne ser ziman.Minaq, bêjeyên weke bêjeyên ´şivan´, ´koçeri´,´ax´, ´agir´, ´mal´, ´cih´, ´war´,´wan´û hwd, di wê demê de bûne û bûne navê hine sazkirinan.Bêje ´mîr´ hê di wê demê de mazin hatiyê ser ziman û navê serekê koman bûya.Piştre di demên piştre de ji, ev yek berdewam dikê.Li ser wan hîmên ku têne avakirin û diafirin, pêşketin piştre mazin hebûne xwe berdewam dikê.Di dema sûmeriyan de, ev bêjyan û ku hinekî bêjeyên din ji, dibine bingihe pêşketinê û sazkirinê. Bêje ´pergalê´ ji ´b(p)êrxit´kirinê têt.B(p)êrxit ji, navê bi sazî rûniştandinê ya.Di dema sûmeriyan de têt bi kar anîn.Zimanê kurdi, piştre dibe temenê pêşketinê gelek zimanê din.Zimanê Mezopotamya, ku li wan têt meyîzendin, têt dîtinn hema bêja hemû ji wan, bêje û wateyê ne dûrî hevdû bi kar tênin.Zimanê wan ne dûrî hevdû ya.

Zimanê kurdan, di dema Medan de ji, dema xwe ya hemdem û nûjen dide dest pê kirin. Di wê demê de ziman, mazin bi pêş dikeve.Dema Medan, weke dema Ewropa ya iro ya ji bo kurdan.Bi vê yekê re, divêt ku mirov bêje ku pir girînge.Dema Medan, demeke pergaltiye zimên, ku dibe ya jiyanê.Bi vê yekê re mazin pêşketin derdikeve hole.Êdî weke ´zimanê rojê´ têt nas kirin.Wate bûne zimanê rojê ji, bûna zimanê jiyanê ya.Îbrahîm xalil, Yunis û yusuf û hê gelekên din bi kar aniya. Zimanê Zerdeşt bû ya.Wan, ziman mazin di nav xalkê de bicih kiriya.Wan di jiyanê pêxamberti kiriya,lê bi vê yekê re, pêxambertiye wî zimanî ji kirina. Ji ber vê yekê, ev ziman, êdî di jiyanê de mazin bicih dibê û têt bi kar anîn.Mirovên weke wan nivîsanên xwe bi kurdi di nivîsenin.Bi vê yekê re êdî ziman mazin di nav xalkê de bicih dibe û bi pêş dikeve.Demên pişt wan re, demên bicihbûne hizre wana.

Bi vê yekê re yên pêşketine ne.Bi vê yekê re ji, yên pêşketine zimanê kurdi ne.Di dema xiristiyanete de ji mazin bi pêşdikeve.Gelek bêjeyên kurdi, bi wê rê yê digihinê îngilîzî ji, Weke bêja ´nû´.Lê dime Musulmanetiyê de zêde bi pêş ne keve. Ji ber ku bûya zimanê olên weke Êzidîtiyê û manîtiyê, û êdî ev ola ku ji nû ve derdikeve ji, li hevberê wan olan bidest şer dikê.Bi vê yekê re, ku ew ji têt diçin, êdî ew têkçûna wan, bandûre xwe di zimên de dide nişandin.Ola nû bi ziman Arabî bi pêş dikeve. Êdî ev ziman, dibe ziman dinyeyî.Bi vê yekê re mirov karê bêje ku zimanê kurdi, hebûne xwe di pareze. mazin bi pêş dikeve.JI ber ku di demên pêş mazin û bi pergal bi kar hatiye anîn, ew hebûn hebûne xwe di pareze.Di vir de, divêt ku em weke kurdekî bêjin, bi ti kurd dilê xwe ji me ne girin, lê iro ji ti kurd, weke Êlî herîrî û feqiyê teyran zimanê kurdî nikarîn bi pergal bi kar bîkar bênin. Dev ji wê ji em berdin, hê bi tememî ne hatiyê fahm kirin ku wî û feqiyê teyran, çawa û çend bi pergal bi kar anî ya ji.Ew pergala zimanê wan, ne hatiya têgihiştin.

Ew pergala zimanê wan, hê li bendî têgihiştine xwe ya. Zimanê Zerdûst yê kurdi, çend bi pergal bû?Bersive vê pirsê hê ji nayê dayîn.Iro, di roje me de, Ziman, mazin bi peşdikeve.Gelek rê û rêbazên pêşketin ji bo ziman derketine hole.Lê wan mirovan tenê rê û rêbazek bi kar anîn. Ew rê û rêbaz ji, mejî bû.Zimanê kurdi, pêşketinê wê, hê di wan mirovan de veşartiya.Divêt ku werê fahmkirin û têgihiştin.

Pergala zimanê kurdi, ya ku iro bi kar têt anîn, ya dema Medan û jê wirde ya. Zimanê kurdi, hê li bendî pêşxistine pergala xwe ya iro ya.Ji ber ku ev bibe ji, divêt ku ew dem û pêşketinên wan deman yê ziman û zimanê ku di wan deman de bikar dihata anîn divêt ku werê fahm kirin û derkeve têgihiştinê.Bi vê yekê re,divêt ku mirov mijareke dî ya girîng di zimanê kurdi de em bênine ser ziman.Ew ji ´kurmancitî´ ya.Kurmanciti, iro navê şîvêyeke zimanê kurdi ji ya. Lê belê divêt ku mirov zanibe ji, navê dema zimên ya dema şariştantiyê ya ji.Bi vê yekê re, kurmancitî, navê demeke ji ya. Navê demeke pêşketine ya.Piştî dema sûmeriyan de dema Kurmancitiyê dest pê dikê.

Di dema Medan de ji, bi pargal mazin bi peş dikeve û bi dibe zimanê jiyanê.Bi vê yekê re, divêt ku mirov bêje ku di wê demê de mazin bi pêş dikeve.Ev pergalbûne di dema Medan de, piştî dema Medan re, haya iro demên xwe yên pêşketinê jîn dikê.Iro, kurdiya kurmanci, hinek demên nû di xwe de afirandina.Lê belê ew dem, hê bi tememî bi pêş neketine.Ew demên nû, hê hewceyên pêşketinê ne..Kurdi û iro, û pêşketinên demê..

Kurdiya iro, mirov nikarê bêje ku di cewherê xwe ji ya dema Medan pêşketîtira.Ji ber ku ev pergala zimên ya ku em iro bi kar tênin, di wê demê de hata bi kar anîn.Lê ji wê demê û virde ji, mazin bi pêş ji ket. Di demê de mazin bi pêşket, deme wê ya mazin pêşketinê, piştî dema Medan re, dema Ji sadsala dehemin û haya şazdamin e. Ev dem, demeke dirêje di zimên de.Zimên mazin bi pergal dikê.Gelek kirinen di zimên de dike, çêdike.Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku ziman, piştî vê demê re, êdî weke dema Avrupa ya iro jîn dike.Lê ji ber hin serdestiyan, zêde ew bi kar anin, pêşnekeve.Lê dise divêt ku bê gotin ku bi pêş dive ji.Dema ku iro di ziman de, têt jînkrin, weke deme sadsala yazdamina.Yanî wilqasî li şûn ma ya.Ku ziman derfet ditibana ji bo pêşketinê, bêguman, wê mazin bi pêşketibana.Lê zêde ew derfetê pêşketinê mazin ne dît.Ji ber vê yekê, ew demên ku wan deman jîn bike, iro jîn dike.

Lê dise mirov karê bêje ku mazin bi pêş dikeve.Wê hê maztir ji bi pêş bikeve.Ji zimanê kurdî, em di wê bawerîye de ne, wê her demê ji ya dî zûtir wê bi pêş bikeve. Ji ber ku temenê wê bigiştî xweza ya û di jiyanê de zû karê xwe biadilêne.Ev xosletê wî mazin heya..Zimanê ku rast hata bikar anîn, hingî dibe dinamizme pêşkeşketinê.Bi vê yekê re, iro ew derfet mazin derfetiye hole. Teknoloji, ziman mazin bi pêşve dibe.Mazin dide tegihiştin.Lê ku mirov zanibe, wê teknolojiyê bi kar bêne.

Çavkanî[biguherîne]

  • Pirtûka Çirokên keçelok, Abdusamet Yigit.
  • Pirtûka Destana Kawayê Hesinkar, Abdusamet Yigit.