Mafên kesên LGBT li rohjilata navîn
Kesên lezbiyen, hevzayend, bîseksuel û transgender (LGBT) bi gelemperî li piraniya deverên rojhilata navîn xwedî mafên bisînor an pir bisînordar in û rastî dijminatiyên giran tên. Ji 18 welatên herêmê li 9 welatên têkîliya zayendî ya di navbera mêran de neqanûnî ye û li pênc ji van 18 welatan bi îdamê tê cezakirin. Maf û azadiyên hemwelatiyên LGBT bi xurtî di bin bandora kevneşopiyên çandî û edetên olî yên gelên li herêmê de ne - bi taybetî îslamê.
Hemû çalakiyên hevzayendî li Behreyn, Kîpros, Kîprosa Bakur, Îsraêl, Urdun, Libnan û Tirkiyeyê qanûnî ne.[1]
Li Kuweyt, Misir, Oman û Sûriyê çalakiya hevzayendî ya mêr neqanûnî ye û bi cezayê girtîgehê tê cezakirin. Her wiha li Îran, Erebîstana Siûdî, Qetar û Îmarat jî bi îdamê tê cezakirin. Li Yemen û Şerîda Xezeyê, li gorî kiryara ku hatiye kirin, dibe ku ceza di navbera îdam û zindanê de cûda be.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "EGYPT (Law) - ILGA". web.archive.org. 11 tîrmeh 2014. Ji orîjînalê di 11 tîrmeh 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 adar 2023.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |