Mektelan

Mektelan
Oymaklı
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Riha
Navçe Sirûc
Demografî
Gelhe (2019) 397 kes
Erdnîgarî
Koordînat 36°58′56″Bk 38°30′52″Rh / 36.9821700°Bk 38.5145420°Rh / 36.9821700; 38.5145420
Bilindayî 498 m
Koda postayê 63800
Koda telefonê (+90) 414
Mektelan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Mektelan
Mektelan
Mektelan (Tirkiye)
Map

Mektelan (1928: Mektelan[1], 1946: Mektelan[2]; bi tirkî: Oymaklı), taxeke bi ser navenda Sirûca Rihayê ve ye û 8 kîlometran Rojhilatî bajarê Sirûcê ye. Piştî pejirandina qanûna bi hejmera 6360 di sala 2012an de bûye tax.[3] Li taxa Mektelanê ji malmezinên deşta Sirûcê mala polikan niştecih ne. Polikan giradayê eşîra Asiyane û ji malmezinên Berazanin û jixwe merîyê Mîrên Berazan malê Şehîn begê ne. Gundê Mektelanê başûrê wê taxa Axwêran, rojhilatê wê taxa Qerê, rojavayê wê taxa Girêgewr û bakurê wê jî gundê Xindirxêz û Imêrkê hene. Ji ber ku axa gund deşt e û bê kevir e xaniyên gund ji kerpiçan çêbûne.

Debara gundiyan a serekî çandinî û ajaldarî ye. Ji ber avhewa û erda wê piranî çandiniya hişk (genim, ceh, kemûn û nîsk) tê bikaranîn. Li qismek erdê gund de rezvanî û fistiq jî tê bikaranîn.

Li gund xwarinên herî navdar boranî, dimsê tirî û bastêq in.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

(Çavkanî: TÜİK: Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê)
Sal2007200820092010201120122013201420152016201720182019
Gelhe330460467445422441392384366372380451397

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  2. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
  3. ^ "Qanûna bi hejmara 6360" (PDF). mevzuat.gov.tr.