Here naverokê

Nesrîn Şêrwan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nesrîn Omer Şêrwan bi navê Nesrîn Şêrwan jî tête naskirin. Dengbêja Kurd e, di sala 1929an de li gundekî ji Şirnexê di malek koçer de ji dayik bûye. Ji ber aboriya xerab gelek bajar û deverên bakurê Kurdistanê digerin û herî dawî di salan 1932an de ber bi başûrê Kurdistanê ve diçe û li wir li maleke fileh mala Xerîb Powez ku ew berê naskirîbû jiyana xwe didomîne û demekê jî li mala Cemal Baban kar dike ku di vê demê de hunermendên wek Elî Merdan û Hesenê Cizîrî nas dike û bi pêşniyaza Elî Merdan di 25ê Adara 1944an de di êzgeha Radyoya Bexdayê de dest bi kar dike, li dû vê qonaxê ew stranên di temenê xwe yê piçûk û ciwaniyê de fêr bûbû dibêje her weha helbestên hin helbestvanên mîna Cegerxwîn, Şêx Selam dike stran û bi gelek hunermendên wê serdemê re wek Mihemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Resûl Gerdî, Şemal Saîb, Kawês Axa hevnasiyê dike û karê hevbeş stranên du qolî li gel wan dibêje. Nesrîn Şêrwan tevî beste û meqamên folklorî gelek berhem û awazê wê bixwe hene ku ev berhemên wê di qewanan (plaq,sêlik) de tomar kiriye. Di sala 1975an de xanenişîn dibe û ew wek gelek hunermendên wê serdemê hejar û bêkes dimîne, di serencamê de nexweş dikeve ku salên xwe yên dawîn li kuçe û kolanên Bexdayê ligel dermanên xwe derbas kir, gava di 10ê Kewçêra 1990an de li kolanên Bexdayê de diçe li ser dilovaniya xwe tevahiya mal û milkê nesrînê boxçikeke bû ku tê de bi tenê çend cil û berg reçeteyên dermanên wê hebûn.