Meşkîna, Dêrika Çiyayê Mazî
Meşkîna | |
---|---|
Bozok | |
Koordînat: 37°17′10″Bk 40°21′41″Rh / 37.28611°Bk 40.36139°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn |
Navçe | Dêrika Çiyayê Mazî |
Nahiye | Dêşî |
Bilindahî | 720 m (2360 ft) |
Nifûs (2012) | 985[1] |
Koda postayê | 47800 |
Koda telefonê | (+90) 482 |
biguhêre |
Meşkîna (bi tirkî: Bozok) gundekî girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî Mêrdînê ye.
Meşkîna gundekî dîrokî ye. Li rojavaya Meşkîna gundekî biçûk heye: Girik. Girik ku girêdayî Meşkîna ye, cihekî gelekî dîrokî ye. Li rojavaya Meşkîna Çiyayê Pozê Bîra heye, ku bi dehan bîrên avê li ser hene û xuyaye di dîrokê de cihekî şênî ye. Dîwarên xaniyan, benê rezan, mehsereyên tirî û hîn gelek şûn û warê dîrokî li dora Meşkîna û Girik hene. Meşkîna bi dehan caran hatiye valakirin. Ji ber şerê navxweyî, xwînî û dijminatiya gundikî. Lê di sala 1991'ê de jî Meşkînî bûn cerdevan û kesên ku nebûn cerdevan ji gund derxistin. Wê demê Girik jî hate şewitandin. li ser gundê Meşkîna di sala 1978-1979 de civaknas Ahmet Gegez bi teza xwe ya qedandina zaningeha Haceetepe "Avahiya Civakî û Aboriya Gundê Meşkîna" berhemek weşandiye. kesên ku bixwazin di derbarê gundê Meşkîna hîn zêdetirîn agahiyê bidestbixin bila ji kerema xwere li beşa tirkî jî mêze bikin.
Gelhenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sal | Gelhe[2] |
---|---|
2012 | 985 |
2000 | 548 |
1990 | 743 |
1985 | 827 |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ tuik, 2012
- ^ Yerelent, Bozok, ji orîjînalê di 27 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2014
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |