Nûr Elî Îlahî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nûr Elî Îlahî
Ustad Îlahî
Jînenîgarî
BernavUstad Îlahî
Jidayikbûn11ê îlona 1895an
Ceyhûnabad (Kirmaşan)
Mirin19ê çiriya pêşîn a 1974an (79 salî)
Tehran
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî, muzîka mîstîk
PîşeDahêner, muzîkvan, fîlozof, dadger, nivîskar
AmûrTembûr
Malperostadelahi
biguhêreBelge

Nûr Elî Îlahî an jî Ustad Îlahî (z. 11ê îlonê, 1895 - m. 19ê çiriya pêşîn, 1974) fîlozof û îcatkerê tembûra modern, hizirvanê ruhanî, hunermend û dadgerê kurd[1] ê ji rojhilatê Kurdistanê ye ku jiyana xwe li ser lêgerîna metafîzîkî ya hebûna mirovan bûrandiye.[2]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlozofê kurd ê îranî Ustad Îlahi, di sala 1895'an de li gundê kurdan Ceyhûnabadê (wê demê gundek bû) ku nêzîkê Kirmaşanê ye ji dayîk bûye.[3] Ew lawê kurdê derwêş ê bi navê Hecî Nemet e ku bavê wî ji bo bawermendên Yaresan weke ezîz tê qebûlkirin.[4] Piraniya jiyana xwe, ligel malbata xwe li bajarên wek Kirmaşan û Sinê yên Rojihalatê Kurdistanê borandiye. Xususiyeteke Ustad Îlahî jî heye ku heta dawiya jiyana xwe, qet di konserek û civakêk de muzîka xwe pêşkêş nekiriye. Wî hertim, muzîka xwe di civakeke teng de ku ji nas û dostan pêkhatiye de pêşkêş kiriye.

Hunermend hê di zarokatiya xwe de hînî tembûrvaniyê dibe û li gor agahiyan, tembûrvanî şopeke malbatî ya malbata wî ye. Lê, Ustad Îlahî vê tembûrvaniya malbatî nûjen dike û bi teknîkeke nûjenî, deh teliyên her du destên xwe jî bikar tîne. Muzîka wî, bi melodiyên mîstîk e û helbestên wî jî, ji şopa kevnare tên.

Ustad Îlahî, di zaroktiya xwe de bi dîsîplîneke ruhanî perwede dibe û ligel perwerdeyiya klasîk dersên olî jî werdigre. Îlahî, di 24 saliya xwe de ji malbatê vediqete û diçe li Tehranê kolêja dadgeriyê dixwîne û di sala 1933'an de kolêja dadgeriyê xilas dike û wek dadger dest bi kar dike. Îlahî, ligel dadgeriyê wexta xwe ya herî mezin ji muzîk, felsefe û teolojiyê re vediqetîne. Îlahi, piştî ku teqawud dibe, di şaxên zanyariya olî û otantîk de du berhemên girîng derdixe.

Di nav berhemên Ustad Îlahî de şîroveya Quranê ku bi zimanê kurdî hatiye kirin û herwiha helbestên wî ku ji aliyê malbat û dostên wî ve hatine berhevkirin jî, hene. Herweha, berhemeke wî ya bi navê “Vedîtina Rastiyan” heye ku ji gotin, fikir û ramanên wî pêk tên, heye.

Ustad Îlahî di sala 1974'an de li bajarê Tehranê diçe ser dilovaniya xwe. Aramgeha wî li bajarê Heştgerda li nêzîkê Tehranê ye.[5]

Hunera wî ku bi tembûrê îcat kiribû, ji aliyê Saziya Çand, Zanyarî û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve, weke mîrata çandî ya dinyayê hat qebûlkirin û girt binê parastinê.

Li Fransayê bi navê “Wexqfa Ustad Îlahî” weqfek jî heye ku di sala 2000'î de ji aliyê Behram Îlahî ve hatiye avakirin. Di sala 1995'an de bi egera sedsaliya ji dayikbûna Ustad Îlahî, ji aliyê UNESCO, Wezareta Çandî ya Fransayê û Zankoya Sorbonnê ve sempozyumeke mezin jî hatibû lidarxistin.

Herweha hunera Îlahî ya muzikê, ji aliyê UNESCO'yê ve bû xwediyê patenteke taybet û li ser hat nivîsandin ku “ev, nayê dizîn û nayê teqlîtkirin” Piştî vê sempozyuma li Fransayê, li gellek zankoyên Amerîka û Ewropayê jî¸ sedsaliya jidayikbûna Ustad Îlahî, hat pîrozkirin.

Jiyana Dadgeriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema Ustad Îlahî dest bi xwendina beşa dadgeriyê bike li Îranê reforma nûjenkirina hîmên dadmendiya welêt pêk tê. Di vê demê de, Îlahî xwendina sê salan tenê di 6 mehan de diqedîne û di 1934'an de bi cudahiyeke serkeftî destûrnameya xwe werdigre.

Piştî vê re Îlahî 23 salan karê dadgeriyê didomîne. Bi awayekî serkeftî karê xwe li gelek deverên Îranê didomîne û mafê wekheviya jin û mêran gelek xebatan dike.[6] Di sala 1957'an de teqawît dibe û li Tehranê bicih dibe.[3]

Di dema karê xwe yê dadgeriyê de, ew herwiha bi fîlozofî û muzîkê re jî mijûl dibû.

Fîlozofiya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlozofiya Ustad Îlahî li ser lêgerîna bersivên, pirsên di derbarê çêbûn û hebûna mirovan, mebesta jiyanê û dawiya cihê rêwîtiya jiyana mirovan de ava bûye. Ramana wî girîngiyê dide hebûna mirovan a ruhanî û fîzîkî ya li derdora fikrên metafîzîkê. Wî bawer dikir ku ji bo dabînkirina xwe bi xwe divê baweriyên mirovan bi serpêhatiyên jiyanê werin piştrastkirin. Xebatên Îlahî yên devkî û nivîskî bi giştî li ser tecrûbeyên wî yên jiyanê dihatin avakirin.[7]

Nivîskariya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ustad Îlahî di warê nivîsandinê de, piştî teqawîtbûna ji dadweriyê derkete pêşiya mirovan. Piştî sala 1957'an Îlahî du berhemên li ser zanista dînî û ruhaniya otantîk, herwiha şîroveyek jî li ser nivîsên bavê xwe, Hacî Nemat, nivîsandin. Hinek destnivîsên Îlahî hene ku weke Kashf al-Haqa'iq ango Vedîtina Rastiyan, ku nehatine çapkirin. Ev berhem li ser mijarên afirandina gerdûnê û hebûna mirovan e.[8]

Berhema yekemîn a Ustad Îlahî di sala 1963'an de bi navê Eşkerekirina Rastiyê (Burhān al-Ḥaqq) hatiye çapkirin. Ev berhem li ser nêrînên mîstîk ên baweriya Yarsaniyê hatiye nivîsandin. Zimanê berhemê farsî ye, lê herwiha têde gelek hevokên kurdî û erebî jî hene.

Berhema wî ya duyem Şîroveya li ser Pirtûka Qralên Rastiyê (Ḥaqq al-ḥaqāyiq yā Shāhnāmah-ʾi ḥaqīqat) ye ku di sala 1966'an de hatiye çapkirin. Di vê berhemê de Îlahî li ser pirtûka bavê xwe şîroveyên xwe nivîsandine.

Berhema sêyem ya bi navê Zanîna Ruh (Maʻrifat al-rūḥ) bi mijareke fîlozofîk hatiye nivîsandin û di sala 1969'an de tê çapkirin.

Jiyana muzîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Muzîk ji bo Ustad Îlahî dihate wateya gihandina windabûna di nav raman û diayan de. Wî qet di nav gel de konser nedan û berhemên xwe li studyoyên profesyonel tomar nekirin.[9]

Muzîka Îlahî xwediyên rehên kevneşopî û gotinên pîroz bûn. Îlahî hostayê tenbûra kurdî bû.[10] Ustad Îlahî di şeş saliya xwe de dest bi lêdana tenbûrê kir û di neh saliya xwe de bû hostayê wê.[11] Wî bi zindîkirina rehê hunera dîrokî bêhtirî 100 berheman bi şêweyê xwe bestekirin.

Ji bibîranîna sedsaliya jidayîkbûna wî ve, neh CD'yên ji berhemên pêk tên hatine derxistin.[12]

Îlahî repertûara berhemên xwe yên tembûrê gihandine kurê xwe yê herî biçûk ê bi navê Dr. Şahruh Îlahî[13], wî jî hinek berhemên bavê xwe yên vîdeoyî tomar kiribûn.[14]

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • The Celestial Music of Ostad Elahi(1996), CMT 774 1026 Le Chant du Monde (Originally released in 1995 as The Celestial Music of Ostad Elahi Vol. I)
  • Dialogue with the Beloved (1997), CMT 774 1100 Le Chant du Monde (Originally released in 1995 as The Celestial Music of Ostad Elahi Vol. II)
  • Paths of Divine Love (1997), CMT 774 1083 Le Chant du Monde
  • Celestial Harmonies (1999), CMT 774 1122 Le Chant du Monde
  • A Spiritual Epic (1998), CMT 774 1432 Le Chant du Monde
  • Mystical Orison (2000), CMT 774 1137 Le Chant du Monde
  • Cascade (2002), CMT 774 1150 Le Chant du Monde
  • Celestial Danses (2005), CMT 774 1327 Le Chant du Monde
  • Destinations (2008), CMT 774 1626 Le Chant du Monde
  • Presence (2014), CMT 774 2300 Le Chant du Monde
  • The Sacred Lute: The Art of Ostad Elahi (Double CD) (2014), CMT 874 2259 Le Chant du Monde & The Metropolitan Museum of Art
  • Awakening (2014), CMT 774 2367 Le Chant du Monde
  • Résilience (2019), Le Chant du Monde – Harmonia Mundi / The Metropolitan Museum of Art
  • Mon Commencement et Ma Fin (2019), Le Chant du Monde – Harmonia Mundi / The Metropolitan Museum of Art

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Jean During The Spirit of Sounds: The Unique Art of Ostad Elahi (1895-1974)
  2. ^ During (2003) rûpel 41-43; Morris (2007) rûpel. 2
  3. ^ a b Life of Ostad Elahi: Chronology, ji orîjînalê di 15 adar 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 4 gulan 2012
  4. ^ Morris (2007) p. 2; During (2003) pp. 23-26
  5. ^ Ostad Elahi : Gallery : Image 20, ji orîjînalê di 13 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 4 gulan 2012
  6. ^ Sandra Day O'Connor & Kim Azzarelli: "Sustainable Development, Rule of Law, and the Impact of Women Judges", Cornell International Law Journal, 44:1 (2011) p. 5
  7. ^ Morris (2002); Morris (1996)
  8. ^ Morris (2007) p. 10; Ostad Elahi: Writings: Unpublished Manuscripts Girêdana arşîvê 2010-02-21 li ser Wayback Machine
  9. ^ During (2003) p. 153
  10. ^ The Spirit of Sounds, ji orîjînalê di 13 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 5 gulan 2012
  11. ^ During (2003) pp. 28-29; Morris (2007) p. 4
  12. ^ Li jor li lîsteya berhemên muzîkê yên Îlahî binêre
  13. ^ The Music of Ostad Elahi, ji orîjînalê di 22 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 5 gulan 2012
  14. ^ The Art of Tanbour: Exploring the Music of Ostad Elahi (1895-1974)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]