Pekîn

(Ji Beijing hat beralîkirin)
Pekîn
北京市 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajarên paytext
北京市 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pekîn li ser nexşeyê
Map
Pekîn li ser nexşeya Çîn nîşan dide
Pekîn
Pekîn
Koordînat: 39°54'14.51"Bk, 116°24'27.11"Rh
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dûgel Çîn
Paytext
  • Tongzhou District Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
Rêvebir
 • ŞaredarChen Jining (2017–2022), Yin Yong (2022–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 16.410,54 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
43 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
21.893.095 (2020) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DemUTC+8
Koda telefonê10
Malper
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Pekîn[1] yan Beijing, paytexta Komara Gel a Çînê ye ku zêdetirî 21 milyon şêniyê paytexta neteweyî ya herî qerebalix ê cîhanê ye û piştî bajarê Şanghayê duyem bajarê herî mezin ê Çînê ye.[2] Bajêr li bakurê Çînê ye ku wekî şaredariyek di bin rêveberiya rasterast a Konseya Dewletê de ye û bi 16 navçeyên bajarî, derbajarî û gundewarî ve tê birêvebirin.[3] Pekîn ji xeynî bajarê ciran a Tianjin, bi piranî ji aliyê Parêzgeha Hebei ve dorpêçkiriye ku bi hev re, sê beşên megalopolîsa Jingjinji û herêma paytexta neteweyî ya Çînê pêk tînin.

Pekîn bajarekî cîhanî ye ku yek ji navendên sereke yên cîhanê ye û ji bo çand, dîplomasî, siyaset, darayî, karsazî û aborî, perwerde, lêkolîn, ziman, tûrîzm, medya, werzîş, zanist, teknolojî û veguheztinê navendek girîng e. Wekî megabajar, Pekîn ji hêla nifûsa bajarî ve piştî Şanghayê duyem bajarê herî qelebalix ê Çînê ye.[4] Bajar navenda piraniya pargîdaniyên herî mezin ên dewleta Çînî ye ku hejmareke herî mezin a pargîdaniyên Fortune Global 500ê li cîhanê û malavaniya saziyên darayî yên herî mezin ên cîhanê dike.[5] Di heman demê de bajêr navenda sereke yê otobana neteweyî û rêhesiniya tora bilez û navenda serekeyê rêya hesiniya normal e. Balafirgeha Navneteweyî ya Pekînê ji sala 2010an vir ve ji hêla seyrûsefera rêwiyan ve balafirgeha herî qerebalix ê Asyayê ye duyem balafirgeha herî qerebalix ê cîhanê ye.[6] Balafirgeha Navneteweyî ya Pekîn Daxing ku balafirgehek navneteweyî ya duyem li Pekînê ye, termînala balafirgeha yek-avahî ya herî mezin a cîhanê ye.[7][8]

Pekîn ku hem bi şêwaza mîmariya nûjen û hem jî kevneşopî berhev dike, yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye ku xwedan dîrokek dewlemend e ku ji sê hezar salan vedigere. Berjêr yek ji Çar Paytextên Kevin ên Mezin ên Çînê ye ku Pekîn di piraniya heşt sedsalên çûyî de bûye navenda siyasî ya welêt û ji hêla nifûsê ve di piraniya hezarsala duyem a p.z. de bajarê herî mezinê cîhanê bû.[9] Li gel çiyayên ku ji sê aliyan ve bajarê hundirîn dorpêç dikin, ji xeynî dîwarên kevnar ên hundir û derveyî, Pekîn ji hêla stratejîk ve hatiye amade kirin û pêşkevtî bû ku dibe bajarê împerator û bi vî rengî cihek bêkêmasî bû ku bibe paytexta emperyal. Bajar bi qesrên xwe yên dewlemend, perestgeh, park, baxçe, gor, dîwar û dergehên xwe navdar e.[10] Pekîn yek ji girîngtirîn cihên geştiyariyê yên cîhanê ye. Di sala 2018an de, bajêr piştî Şanghayê duyemîn bajarê geştiyariyê yê cîhanê bû. Pekîn malavaniya gelek bîrdar û muzexaneyên neteweyî ye û heft şûnwarên Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê ku di wan de Bajarê Qedexe, Perestgeha Bihuştê, Qesra Havînê, Gorên Ming, Zhoukoudian û beşên Dîwarê Mezin û Kanala Mezin dike.[11] Siheyuans, şêwaza xanî ya kevneşopî ya bajêr û hutong, kuçeyên teng ên di navbera siheyuanan de, cihên balkêş ên geştiyariyê yên sereke ne.

Wêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Aydoğan, Mustafa (2012). Rêbera rastnivîsînê (Çapa yekem). Beyoğlu, İstanbul. r. 43. ISBN 978-605-86516-0-9. OCLC 863044667.
  2. "China: Provinces and Major Cities - Population Statistics, Maps, Charts, Weather and Web Information". www.citypopulation.de. Roja wergirtinê: 11 tîrmeh 2023.
  3. "Jêderk 1". web.archive.org. 10 adar 2009. Ji orîjînalê di 10 adar 2009 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 11 tîrmeh 2023.
  4. "Beijing | Encyclopedia.com". www.encyclopedia.com. Roja wergirtinê: 11 tîrmeh 2023.
  5. "Top 100 Banks in the World". www.relbanks.com. Roja wergirtinê: 11 tîrmeh 2023.
  6. "Year to date". web.archive.org. 29 kanûna paşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 29 kanûna paşîn 2017. Roja wergirtinê: 11 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  7. "Inside China's mega-airport". BBC News (bi British English). Roja wergirtinê: 11 tîrmeh 2023.
  8. Taylor, Alan. "Photos: The World's Largest Airport-Terminal Building - The Atlantic". www.theatlantic.com (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 11 tîrmeh 2023.
  9. "Top Ten Cities Through History". www.thingsmadethinkable.com. Roja wergirtinê: 11 tîrmeh 2023.
  10. "World Book". worldbookonline.com. Roja wergirtinê: 11 tîrmeh 2023.
  11. "Pekîn". web.archive.org. 29 çiriya paşîn 2014. Ji orîjînalê di 29 çiriya paşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 11 tîrmeh 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]