Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan Halkların Eşitlik ve Demokrasi Partisi | |
---|---|
Kurte | HEDEP |
Serok | Tülay Hatimoğulları Oruç Tuncer Bakırhan |
Avaker | 604 kes |
Damezrandin | 29ê tîrmehê 2010 |
Sergeh | Enqere |
Rojname | Rojeva Çep a Kesk |
Endam (2023) | ![]() |
Îdeolojî | Siyaseta kesk, Azadîxwaziya çep, Rasterast Demokrasî, Sekûlerîzm |
Alîgirên neteweyî | Partiya Demokratîk a Gelan |
Alîgirên herêmî | Partiya Demokratîk a Gelan |
Alîgirên ewropayê | Partiya Kesk a Ewropayê |
Alîgirên parzemînî | Partiya Kesk a Ewropayê |
Reng | Kesk, Pirteqalî, Mor |
Dirûşm | Îstîsmarkirina ked, mirov û xwezayê bi dawî bikin! Werin em ji îro ve bi hev re pêşerojeke çep û kesk ava bikin! |
Malper | |
yesilsolparti |
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan, (bi tirkî: Halkların Eşitlik ve Demokrasi Partisi, (HEDEP)), yan jî bi navê berê Partiya Çep a Kesk, Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep, (bi tirkî: Yeşiller ve Sol Gelecek Partisi) bi kurtasî YSP, partiyeke siyasî ye ku li ser esasê siyaseta kesk û xwedî ramanên “lîbertariya çep” e ku di 29ê tîrmeha sala 2010an de li Enqereyê hate damezrandin.[1][2] Sembola HEDEPê darek e ku koka darê binefşî şeklê mirovî çêdike, taca darê ji pelên kesk pêk tê û rojek zer di nîvê tacê de serê şiklê mirov çêdike.[3] Hevserokên partiyê ya îro Tülay Hatimoğulları Oruç û Tuncer Bakırhan in.
Li gorî tweetên Selahattin Demirtaş, ku di berê hilbijartinê de PDG were girtin, partiya siyasî ye ku siyasetmedarên PDGê beşdar dibin û dibe ku îhtîmal heye siyasetmedarên PDGê bi Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinê dibin.[4]
Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan, di destpêkê de wekî Partiya Çep a Kesk di 29ê tîrmeha sala 2010an de bi yekbûna Partiya Wekhevî û Demokrasiyê û Partiya Keskan û bi beşdariya kesên din ên serbixwe yên di nava tevgerê de li Enqereyê hatiye avakirin.[1][2] Partî yek ji beşdarên Kongreya Demokratîk a Gelan (KDG) ye ku di sala 2012an de bûye serkêşiya însiyatîva siyasî ya avakirina Partiya Demokratîk a Gelan (PDG).
Di sala 2014an de, partiyê di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê ya sala 2014an de wek berbijêrê serokomariya Tirkiyê piştgiriya Selahattin Demirtaş kir û di hilbijartina parlemanî ya hezîrana 2015an de jî piştgirî da HDPê.[5]
Hevserokên partiyê ji ber parvekirinên medyaya civakî û pirtûkên di destê wan de hatin binçavkirin û di sibata sala 2018an de bi awayekî demkî hatibûn girtin û bi qedexeya derketina derve hatibûn berdan.[6]
Di Kongreya Duyem a Asayî ya Partiyê de di 2ê nîsana 2016an de partiyê navê xwe guhert û kir Yeşil Sol Partisi (YSP).[7] Logoya partiyê ya îroyîn dikare bi biryara duyemîn Kongreya Awarte ya 16ê cotmeha 2022an ve were şopandin.[8] Piştre Selahattin Demirtaş pêşniyar kir ku ger HDP bê qedexekirin, dê hemû namzedên fraksiyonên HDPê li ser navê YSP di hilbijartinên giştî yên sala 2023 de bibin namzed.[9][10]
Bi biryara 24ê adara 2023an, HDP, Emekçi Hareket Partisi (Partiya Tevgera Karkeran) û Toplumsal Özgürlük Partisi (Partiya Azadiya Civakî) biryar dan ku ji bo hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê di lîsteyên YSP’ê de bibin yek. Ev yek ji bo xurtkirina tifaqa Millet İttifakı (Tifaqa Netewe) ya serokê muxalefetê Kemal Kilicdaroglu. Ji ber vê yekê YSP ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên 2023an wekî partiyek diyarker tê dîtin.[11]
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan di 15e cotmeha sala 2023an di çarem kongreya xwe ya asayî de navê xwe ji Partiya Çep û Pêşerojê ya Keskan veguhêze Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan û di heman kongreyê de Tülay Hatimoğulları Oruç û Tuncer Bakırhan wekê hevserokên partiyê hatine hilbijartin.[12]
Hilbijartinên giştî yên sala 2023an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevî ku YSPê ji Platforma Siyaseta Kesk veqetiya, wê weke pêkhateya HDPê xebatên xwe yên siyasî berdewam kir û di hilbijartinên vê serdemê de bi HDPê re tevgeriya. Îhtîmala ku HDP ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve bê girtin derketibû pêş. Lewma di kongreya ku di 16ê Cotmeha 2022an de pêk hat logoya partiyê wek temayek logoya Partiya Demokratîk a Gelan hate guhertin.[13] Piştre di 14ê adara sala 2023an de, Selahattin Demirtaş ragihand, eger HDPê bê girtin, dê di hilbijartinên giştî yên sala 2023an de, berbijarê parlamenteriyê yên HDPê bikevin nav lîsteyên YSPê û bi vî havî beşdarê hilbijartinê bibin.[14]
Li ser biryara di 24ê adara sala 2023an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Partiya Azadiya Civakî (TÖP) biryar dan ku ji lîsteyên YSPê bi navê Tifaqa Ked û Azadiyê bikevin hilbijartinên giştî yên sala 2023an. Paşê di 6ê nîsana 2023an de Partiya Kedê (EMEP) jî biryar da ku tevî lîsteyên YSPê bin.[15]
YSPê bi rêjeya ji sedî 8,78 dengan 62 wekîl hilbijart. TÎP a ku ji sedî 1,7 ê dengan girt, wê bi 4 wekîlan li meclîsê cih bigire. Bi vî awayî wê Tifaqa Ked û Azadiyê bigihêje 66 wekîlan.[16]
Hevberdevk û hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
# | Nav | Despêka kar | Bidawîbûna kar |
---|---|---|---|
1 | Sevil Turan - Arif Ali Cangı | 25ê Mijdar 2012 | 30ê Mijdar 2012 |
2 | Sevil Turan - Naci Sönmez | 30ê Mijdar 2012 | 2ê Nîsan 2016 |
3 | Eylem Tuncaelli - Naci Sönmez | 2ê Nîsan 2016 | 1ê Kanûna pêşîn 2018 |
4 | Eylem Tuncaelli - Sinan Tutal | 1ê Kanûna pêşîn 2018 | 22-23ê Gulan 2021 |
5 | Ayşe Erdem - İbrahim Akın | 22-23ê Gulan 2021 | 16ê Cotmeh 2022 |
6 | Çiğdem Kılıçgün Uçar - İbrahim Akın | 16ê Cotmeh 2022 | 15ê Cotmeh 2023 |
7 | Tülay Hatimoğulları - Tuncer Bakırhan | 15ê Cotmeh 2023 |
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ a b "Yeni Siyasetin adı kondu: Yeşiller ve Sol Gelecek - Yeşil Gazete" (bi tirkî). 27 çiriya paşîn 2012. Roja wergirtinê: 14 adar 2023.
- ↑ a b "Basın YGSP'nin kuruluşunu nasıl gördü - www.turnusol.biz > Fikir imecesi". web.archive.org. 7 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 7 adar 2016. Roja wergirtinê: 14 adar 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) - ↑ "Tüzük". Yeşil Sol Parti (bi tirkî). Roja wergirtinê: 2 nîsan 2023.
- ↑ "Yeşil Sol Parti, HDP'nin parti üzerinden seçime girme ihtimaline nasıl bakıyor?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 14 adar 2023. Roja wergirtinê: 14 adar 2023.
- ↑ "Barışa ve Umuda Şans Ver! - Basın Açıklamaları :: Yeşiller ve Sol Gelecek Partisi". web.archive.org. 15 tîrmeh 2015. Ji orîjînalê di 15 tîrmeh 2015 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 2 nîsan 2023.
- ↑ "Stop the leaders of the Turkish Green Party from being jailed under false charges". European Greens (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 23 gulan 2023 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 14 adar 2023.
- ↑ Şarkı, Fırat (3 nîsan 2016). "Partimizin 2. Olağan Konferans/Kongere'si Ankara'da Gerçekleştirildi". Yeşil Sol Parti (bi tirkî). Roja wergirtinê: 2 nîsan 2023.
- ↑ Şen, Dilek (18 çiriya pêşîn 2022). "Yeşil Sol Parti'nin logosu değişti | Parti Eş Sözcüsü İbrahim Akın: "Kapatılırsa, HDP seçeneksiz değil"". Medyascope (bi tirkî). Roja wergirtinê: 2 nîsan 2023.
- ↑ "Yeşil Sol Parti, HDP'nin parti üzerinden seçime girme ihtimaline nasıl bakıyor?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 14 adar 2023. Roja wergirtinê: 2 nîsan 2023.
- ↑ "Auch Plan-B von HDP unter Druck - Razzien gegen Mitglieder von Grüne Links Partei". www.fr.de (bi elmanî). Roja wergirtinê: 2 nîsan 2023.
- ↑ Wimmer, Christopher. "Düstere Aussichten für Erdoğan (nd-aktuell.de)". nd-aktuell.de (bi elmanî). Roja wergirtinê: 2 nîsan 2023.
- ↑ Aslan, Ferit (16 çiriya pêşîn 2023). "HEDEP'te Parti Meclisi'nin yüzde 80'i değiştirildi". Medyascope (bi tirkî). Roja wergirtinê: 16 çiriya pêşîn 2023.
- ↑ Şen, Dilek (18 çiriya pêşîn 2022). "Yeşil Sol Parti'nin logosu değişti | Parti Eş Sözcüsü İbrahim Akın: "Kapatılırsa, HDP seçeneksiz değil"". Medyascope (bi tirkî). Roja wergirtinê: 15 gulan 2023.
- ↑ "Yeşil Sol Parti, HDP'nin parti üzerinden seçime girme ihtimaline nasıl bakıyor?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 14 adar 2023. Roja wergirtinê: 15 gulan 2023.
- ↑ "YSK'dan EMEP açıklaması - Son dakika haberleri – Sözcü". web.archive.org. 6 nîsan 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 6 nîsan 2023. Roja wergirtinê: 15 gulan 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) - ↑ Şafak, Yeni. "Hangi parti hangi ilden ne kadar milletvekili çıkardı". Yeni Şafak (bi tirkî). Roja wergirtinê: 16 gulan 2023.