Roja Nû (kovar)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Roja Nû binêre.
Hejmara pêşîn a Roja Nû

Kovara Roja Nû di sala 1978an dest bi weşanê kir.

Di nav kovarên kurdî yên Kurdistana Bakur da ya here jîyandirêj Roja Nû ye. Roja Nû di meha mijdarê, sala 1978an da wek organa Komela Karkerên Kurdistanê li Swêdê (KOMKAR-Swêd) dest bi weşanê kir. Di destpêkê da bi zimanên kurdî-tirkî, di forma rojneme da û mehê carekê derdiket. Naveroka wê derbarî kar û barê komelê, deng û basên welat û cîhanê û nivîsên li ser ziman û çanda kurdî bûn. Hîna di destpêkê da Roja Nû rûmeteke mezin da nivîsandina bi zimanê kurdî. Di salên 70-yî da, weşanên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Riya Azadî, Roja Welat û hin weşanên din li nav welêt zimanê kurdî bi kar dianîn û di nav gel da belav dikirin. Roja Nû jî li dervayî welat beşdarî prosesa pêşxistin û geşkirina zimanê kurdî yê nivîsandinê bû. Lê di destpêkê da hem nivîskar û hem jî xwendevanên kurdî kêm bûn. Wê wextê li tevaya Kurdistana Bakûr kesên ku bi kurdî dixwendin û dinivîsandin bi tiliyan dihatin jimartin. Hingê di nivîsandina tekstên kurdî da iairê mezin Cegerxwîn (ku hingê hatibû Swêdê), Prof. Qanatê Kurdo, Têmûrê Xelîl, Tosinê Reşîd û gelekên din alîkariya Roja Nû kirin. Bi wextê ra jimara nivîskar û xwendevanên zimanê kurdî zêdetir bûn.

Di sala 1983an da Roja Nû forma xwe guherand bû kovareke edebî û çandî. Ji wê wextê heta niha kovar xwerû bi zimanê kurdî derdikeve. Her hejmar 800 an jî 1200 nusxe hatîye çapkirin. Îsal[kengî?] bi 1500 nusxeyî derdikeve. Kovar, bi 32-44 rûpelan û salê 4 hejmar derketiye, lê ji sala 1998an pêve salê seş hejmar derdikeve. Bergên wê her dem rengîn bûne, gelek wêne - nîgar tê da cî girtine.

Heta sala 1987an li Swêdê û paşê li Kolnê di çapxana arizî ya KOMKARê da hatiye çapkirin û tê çapkirin.

Kesên ku di amadekirin û rêvebirina Roja Nû da kar kirine û tê da nivîsîne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku Roja Nû organa dezgehekî ye, keda gelek kesan di wê da heye. Heta sala 1996'an navê endamên redaksîyonê nedihatine dîyarkirin. Lê xasima destpêkê da keda Salîh înce, Henefî Celeblî û Haluk Öztürk mezin e. Haluk Öztürk 20 sal e her di nav karê derxistin û rêvebirina Roja Nû da ye. Wî bilî gelek nivîsên bê îmze, bi nasnavê Xalit Lezgîn û Azad Nûbar jî nivîsîye. Herweha Rohat Alakom, A. Gernas (Dilsoz, A. Bawer), M. Elî (B. Dersîm), Selîm Can û Evîndar Farqînî bi salan di derxistina kovarê da xwedî ked in.

Cegerxwîn, Qanatê Kurdo, Kemal Burkay, Prof. Zera Ûsiv, Akadêmîk Şekroyê Xudo, Ahmed Cengîz Çamlibel (Vazgal Bazîdî), Têmûrê Xelîl, Mecît Şêxo, Gundî (Sadiq Brîm), Newroz, Ehmed Şerîfî, Cankurd, Tosinê Reşîd, Nûra Cewarî, Munzur Çem, Husên Hebeş, A. Balî, B. Zinar, Sîpan, Salih Omerî, Beşîr Botanî, Marîna Ezîz, Sidqî Hirorî, Ehmed Tewfîq, Hemîd Kilicaslan, Serdar Roşan, Silêman Alî, Bûbê Eser, Fexredin Tahîr, Cemşîd Heyderî û gelek kesên din ji Roja Nû ra nivîsîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malpera Kovara Roja Nû Girêdana arşîvê 2009-04-05 li ser Wayback Machine