Têmûrê Xelîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Têmûrê Xelîl
Têmûrê Xelîl 2013
Jidayikbûn1949
Rewan, Ermenistan
Pîşe
  • Nivîskar
  • rojnamevan
  • wergêr
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
biguhêreBelge

Têmûrê Xelîl, di sala 1949an de li paytexta Ermenistanê, li bajarê Rewanê ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina fakûlteya fîzîk-matematîk, sê salan (1974-1977) li gundê kurda – Sîpanê dersên matêmatîkayê daye zarokên kurda. Ji sala 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksyona rojnama kurdî ya “Rya teze” da xebitiye: pêşî wek nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çandê. Di salên 1981-1984an da rêdaktorê radyoya kurdî ya Êrîvanê bûye. Di salên 1992-1997an da cîgirê rojnama kurdî ya “Golos kurda” bûye, ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Bi seda gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû kovar û rojnamên kurdî yên bi nav û deng, ku li Ewropayê û Kurdistanê derdiketin û derdikevin da çap bûne. Di nav wan da hevpeyvînên bi Cegerxwîn, Qanatê Kurdo û Ebdulrehman Qasimlo jî hene.

Têmûrê Xelîl çend sala endamê komîtêya Komela Xwendkarên Kurd bûye li Ermenistanê, paşê jî bûye sêkrêtarê komîtêya Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenistanê. Ew endamê Yekîtiya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye. Ew yek ji endamên Komika “Kurmancî” ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye, endamê redaksyona kovara “Roja Nû” bû. Çend stranên wî di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da hene, wek “Mêrê mêrxas” (li ser Mele Mistefa Barzanî), “Milkê kurdî” û yên din.

Pirtûkeke Têmûrê Xelîl ya serpêhatiya ya bi sernavê “Dengê xûnê” ber çapê ye. Wî herweha pêşgotina dîwana Cegerxwîn ya 8a – “Aştî” nivîsiye, (em wê jî bêjin, ku ra tevayî ferhenga “Rûsî-kurdî” ya Î. Farîzov kirine “Tirkî-kurdî”.

Bavê wî – Xelîlê Çaçan 24 salan (1957-1981) serokatiya radyoya kurdî li Êrîvanê kiriye, dayka wî – Eznîva Reşîd 27 salan (ji destpêkê: 1955'an heta 1982'an) spîkêra pêşin ya radyoya kurdî bûye. Du keçên Têmûrê Xelîl hene. Mîdiyayê beşa rojnamegeriyê ya Zanîngeha Moskvayê ya ser navê Lomonosov temam kiriye, lê Dîdare Zanîngeha Stokholmê, beşa sosîonomiyê xilaz kiriye û niha di belediya Stockholmê da wek sosîonom kar dike. Çend miqalên herdu keçên wî yên ser kurda di kovar û rojnameyên ermenî, rûsî û kurdî da çap bûne. Ango, ji malbeta Xelîlê Çaçan 3 kes rojnamevanên profêsyonal in, yek spîkêr (peyvkar) bûye û bi tevayî weke 80 salan bi karê xwe va xizmetî gelê xwe kirine. Têmûrê Xelîl niha li Swêd dimîne, lê ji meha adarê sala 2008an derbazî Moskvayê bûye û di radyoya kurdî ya DENGÊ RÛSÎYAYÊ da kar dike.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta niha Têmûrê Xelîl heşt pirtûk ji zimanê rûsî wergerandine kurdî.

  • 1. "Kurdên Tirkiyê di dema nû û here nû da" (450 rûpel), ya profêsor M. Hasratyan, ji rûsî wergerandiye kurdî û sala 1994a li Bêlçîkayê, ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê da hatiye çapkirin.
  • 2. "Pirsa kurdan", ya profêsor M. Lazarev, 480 rûpel, sala 1999a di nav weşanên "Roja Nû" da çap bû.
  • 3. "Împêriyalîzm û pirsa kurdan", ya profêsor M. Lazarev, 380 rûpel, ji rûsî wergerandiye kurdî û di weşanên "Roja Nû" da çap bû.
  • 4. "Kurd di dema şerên Rûsiyayê bi Farizistanê û Tirkiyê ra", ya serhing A.Avêryanov, sala 1900î bi rûsî çap bûye (berî 103 salan), 580 rûpel. Eva pirtûka bi daxaza Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hatiye wergerandin û ewê li zûtirekê çap bibe.
  • 5. "Kurdistana nû", 500 rûpel, bi daxaza Navbenda Lêkolînên Kurdî li Moskow û bi daxaza Înstîtûta Kurdî li Parîsê ji rûsî hatiye wergerandin û wê li zûtirekê çap bibe.
  • 6. "Tevgera kurda", ya profêsor Xalfîn, 200 rûpel, sala 1963a bi rûsî çap bûye. Hatiye wergerandinê û APECê çap bike.
  • 7. "Îdyomên kurdî, bi şirovekirina rûsî", ya profêsor Maksîmê Xemo, 480 rûpel. Ev pirtûk Kitêbxaneya kurdî li Stokholmê wê çap bike. Di wê da şirovekirina îdyoman ji rûsî hatiye wergerandinê ser kurdî.
  • 8. "Kurdên Azirbêcanê" ya A. Bûkşpan, 120 rûpel, sala 1932a li Bekuyê çap bûye. Ji rûsî hatiye wergerandin, Enstîtuya Kurdî ya Parîsê wê çap bike.

Niha jî pirtûka O.Vîlçêvskî ya bi navê "Kurd" ji rûsî werdigerîne, ku sala 1961ê li Lênîngradê çap bûye.

Berhemên din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têmûrê Xelîl deh pirtûk jî bi herdu keçên xwe - Mîdîayê û Dîdarê ra - tevayî ji tîpên kîrîlî û latîniya kurdên Ermenîstanê wergerandine ser tîpên kurdiya latînî ya niha:

  • 9). "Mesele û metelokên cimaeta kurda", 800 rûpel ya ku Heciyê Cindî berev kiribûn.
  • 10). "Şaxêd Rostemê Zale kurdî", 400 rûpel, ya ku Heciyê Cindî veçêkiriye.
  • 11). "Folklora Kurmanca" ya sala 1936a, 640 rûpel, ji latîniya kurdên Ermenîstanê hatiye wergerandin ser kurdiya latînî ya niha. Amadekarên wê Emînê Evdal û Heciyê Cindî ne.
  • 12, 13, 14, 15, 16) Pênc cildên "Hikyatêd cimaeta kurdiyê", 1300 rûpel, ku Heciyê Cindî berev kirine.
  • 17. "Folklora kurmanciyê" ya sala 1957a, ku H.Cindî berev kiriye û amade kiriye.
  • 18). ”Klamêd cmaeta kurdaye lîrîkiyê“, 250 rûpel, ku H. Cindî berev kirine û sala 1972a bi pirtûkeke cihê li Yêrêvanê çap bûye.

Kesên din li ser Têmûrê Xelîl[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di hejmara kovara ”Roja Nû” ya 100î da leca kurteçîrokan hatibû derbazkirinê. Yek ji wan kurteçîrokan ya Têmûrê Xelîl bû. Di hejmara dû wê ra endamekî jyûriya qîmetkirina kurteçîrokan Mazhar Kara, ku ciyê pêşin dabû kurteçîroka Têmûrê Xelîl ya bi sernavê ”Dilê germ, serê sar…”, awa nivîsî: ”Dilê germ, serê sar…” ji aliyê pêkanîna zimanê kurmancî da çîroka here biserketî ye. Ji alî ziman da mirov dikare bibêje çîrokeke bêqusûr e. Taswîrên wî pir biserketî, hevokên wî lihevhatî, kurdiya wî zelal û xweş e. Babeta çîroka wî gelek zor e. Lewra ew taswîrî deşt û çiya, çem û kaniya, ken û girî nake. Wî dest avêtiye psîkolojiyê. Ew bi wê çîrokê evîna şikestî, ruhciwantiyê vedike, ruh û hîs û pejnên xortekî evîndar dike. Di wî karî da Têmûrê Xelîl nivîskarekî gelek pêşketî ye. Em ji wî berhemên nû hêvî dikin”.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]