Sûdana Başûr
Republic of South Sudan (en) | |||||
Komara Sûdana Başûr (ku) | |||||
| |||||
Gotina netewî: "Justice, Liberty, Prosperity" "Dadwerî, Serxwebûn, Xweşî" | |||||
Sirûda netewî: South Sudan Oyee! | |||||
Zimanên fermî | Îngilîzî
| ||||
Zimanên nefermî | Hemû zimanên herêmî (erebiya cuba, bendî, zande) | ||||
Paytext | Cuba 04°51′Bk 31°36′Rh / 4.850°Bk 31.600°Rh | ||||
Bajarê mezin | Cuba | ||||
Sîstema siyasî | Federatîf Komara Demokratîk a Serokatiyê | ||||
- Serok - Alîkarê Serok |
Salva Kiir Mayardit Riek Machar | ||||
Rûerd - Giştî |
619.745 km2 | ||||
Gelhe - Giştî (2008) - Berbelavî |
8.260.490 kes 16,94 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | - 6ê kanûna paşîn 2005 ji Sûdanê - 9ê tîrmehê 2005 Xweserî - 9ê tîrmehê 2011 Serxwebûn | ||||
Dirav | Poundê sûdanî (SDG) | ||||
Dem | UTC+3 | ||||
Nîşana înternetê | .ss (li benda pejirandinê ye) | ||||
Koda telefonê | +211 | ||||
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a îngilîzî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Komara Sûdana Başûr, welatekî Afrîka ye û li baniya tejaneya çemê Nîlê dimîne. Li rojhilatê wê Etiyopya, li rojava Komara Afrîkaya Navend, li bakur Sûdan û li başûr jî Kongoya Demokratîk, Ûganda û Kenya heye. Paytext û bajarê wê yê herî mezin Cuba ye.
Ji ber sedemên pevçûnên etnîk û olî yên navxweyî biryar hate dayîn ku welatê Sûdanê bibe du beş. Lewma di sala 2005an de piştî şerê duyemîn ê naxweyî Başûrê Sûdanê bû herêmeke xweser. Piştî referanduma 11ê kanûna paşîn a 2011an biryara serxwebûnê hate dayîn. Herî dawî 9ê tîrmeha 2011an Sûdana Başûr bû welatê 193an ku endamê Neteweyên Yekbûyî ye. Ev serxwebûn ji aliyê rêveberiya Sûdanê ve jî tê pejirandin.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Heta dema destpêka rêveberiya Misirê ya salên 1820an ti belgeyên berfireh ên di derbarê dîroka Sûdanê de nîn in. Tê texmînkirin ku mirovên Nîlî, (Dînka, Şîluk, Nuer) di sedsala 10an de hatine vê herêmê.
Di navbera sedsalên 15 û 19an de koçên hozan ên mirovan ji herêma Behra Xezalê bû sedem ku gelên di roja îroyîn de bi awayê niha niştecih bibin. Mirovên ne-Nîlî, Azande di sedsala 16an de hatine Sûdanê û bajarê herî mezin ê herêmê avakirin. Mirovên Azande niha gelê sêyemîn qelebalix ê welat e. Mirovên Azande li Marîdî, Yambiyo, Tambura û rojavayê Behra Xezalê dijîn. Têkiliyên Azandeyan bi cîranên wan , (Moro, Mundu), re ne baş in.
Azande di sedsala 19an de bi Fransî û Belçikiyan re şer dikin. Cara pêşî Misirî li vir koloniyan ava dikin. Di bin rêveberiya Mihemed Elî Paşa de parêzgeha Ekvatorya tê avakirin.
Li Sûdanê ji rêveberiya Misirê Samuel Baker (1869), Charles George Gordon (Gordon Paşa) (1874) û Emin Paşa (1878) serwertî kirine. Serhildana Mihemed Ehmed ya di salên 1880an de helişt ku geşbûna parêzgeha Ekvatorya bisekine û agirbestek bi rayedarên Misirî re çêkir (1889). Navçeyên girîng ên Ekvatorya Lado, Gondokoro, Dufîle û Wadelaî ne.
Di sala 1947an de Brîtanya hêvîdikir û bi Konferansa Jubayê Bakur û Başûr Sûdanê bike yek. Di referanduma 2011an de 98,83% ê gel ji bo serxwebûnê dengê erê bikaranî.[1] Hê jî gengeşiya herêma Abyeî didome. Mirovên vê herêmê jî wê biryara tevlîbûna bakur an başûr bidin.[2]
Polîtîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Federedewlet | Gelhe | Paytext |
---|---|---|
Ekuatoryaya Navend | 1.103.592 | Cuba |
Ekuatoryaya Rojhilat | 906.126 | Torit |
Jonglei | 1.358.602 | Bor |
Lakes | 695.730 | Rumbek |
Behra Xezala Bakur | 720.898 | Aweil |
Nîla Jor a Rojava | 585.801 | Bentiu |
Nîla Jor | 964.353 | Malakal |
Warrap | 972.928 | Kwajok |
Behra Xezala Rojava | 333.431 | Wau |
Ekuatoryaya Rojava | 619.029 | Yambiyo |
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sûdana Başûr di navbera 3°, 12° firehiya bakur û 24°, 36° dirêjahiya rojhilat de cih digire. Welat bi daristanên tropîkal, zozan û mêrgên fireh wekî nebatê nixumandî ye. Çemê Nîl a Spî, ku beşeke ji Çemê Nîlê ye û yek ji du çemên sereke yên Nîlê ye, ji Sûdana Başûr derdikeve. Welat ji aliyê erdnîgarî ve, li rojava li Bahr-el Gazel, li başûr herêmên Ekvador û Bahr-el-Jebel, li bakur Nîl a Jorîn, li rojhilat Jonglei û li navendê bi herêma Golan ve hatiye dabeş kirin.
Sûdana Başûr xwedî qadên xwezayî yên mezin ên ku di bin parastinê de ne. Jîngeha 2yemîn a devera herî mezin a jîngeha çolê û ya cîhanê ye. Welat di warê jiyana xwezayî ya dewlemend e. Parka Neteweyî ya Boma, Qada şilek a Sudd û Parka Neteweyî ya Başûr ku li nêzî sînorê bi Komara Demokratîk a Kongoyê ye, xwedî jîngeheke xwezayî ye. Bi gelek cureyên çûkan ên li parka neteweyî û deverên mêrg-daristanê, nifûs û qada koçberiyê ya antlopên Afrîkî heye. Li van qadan ajalên wekî şêr, buffalo, fîl, meymûn, Hespkovî û giraf jiyan dikin.
Nifûs
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sal | Nifûs | ±% |
---|---|---|
2008 | 8.260.490 | — |
2015 | 12.340.000 | +49,4% |
2017 | 12.575.714 | +1,9% |
Çavkanî: Li ser Wîkîdaneyê bibîne |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Over 99 pct in Southern Sudan vote for secession - USATODAY.com". usatoday30.usatoday.com. Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2021.
- ^ "South Sudan referendum: 99% vote for independence". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 30 kanûna paşîn 2011. Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2021.
- (Gotara bi Îngilîzî (guhertina dawî 10ê tîrmehê 2011) û
- (Gotara bi Tirkî (guhertina dawî 10ê tîrmehê 2011)
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Malpera MalHikûmeta Sûdana Başûr Girêdana arşîvê 2015-12-25 li ser Wayback Machine