Firat Cewerî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B Bot: Paqijkirina koda rûpelê (Lînk paqij kir, Şablonên beralîkirî guhart, Valahiya di agahîdankê de standard kir.) |
Em kurd in, em ne zimanekî osmanî, qaçarî an erebî diaxivin. Hirmet bikin zimanê xwe ku di forma xwe îroj ji aliyê xanedana Berdirxaniyan hatiye standardkirin. Etîket: Betalkirî Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
||
Rêz 29: | Rêz 29: | ||
Firat Cewerî amadekarê [[Antolojiya çîrokên kurdî]] e. Ji vê pirtûkê çend danasîna çîroknivîsan ji bo vê Wîkîpediyayê bi destûra Firat Cewerî hatin bikaranîn. |
Firat Cewerî amadekarê [[Antolojiya çîrokên kurdî]] e. Ji vê pirtûkê çend danasîna çîroknivîsan ji bo vê Wîkîpediyayê bi destûra Firat Cewerî hatin bikaranîn. |
||
== |
== Pirtûkên Firat Cewerî == |
||
* [[Êrîş Dikin]], 1980 |
* [[Êrîş Dikin]], 1980 |
||
* [[Mezin Dibim]], 1981 |
* [[Mezin Dibim]], 1981 |
Guhartoya 11:35, 30 nîsan 2024
Firat Cewerî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1959 Balfisê, Dêrika Çiyayê Mazî, Mêrdîn |
Pîşe | Nivîskar, wergêr |
Zimanê nivîsinê | kurdî |
Netewe | Kurd |
Xelat | |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre |
Firat Cewerî (jdb. 1959 li gundê Belfîsê, Dêrika Çiyayê Mazî, Bakurê Kurdistanê) nivîskar û wergêrekî kurd e. Cewerî bi xebata xwe Kevoka Spî ko di sala 1992an hatiye weşandin navdar bû.
Firat Cewerî li sala 1959ê li gundê Balfisê yê li ser bi Dêrika Çiyayê Mazî nêzîkî Mêrdînê hatiye dinyayê.Uzun, Mehmed (1995). Antolojiya edebiyata kurdî. Cild 1–2. Stembol: Tümzamanlaryayıncılık. Di salên heftêyan de digel malbata xwe li Nisêbînê bi cîh bû. Di navbera 1978 û 1980î de Cewerî serokê komeleya Xortên Şoreşgerên Demokrat bû û piştî Darbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980î diviya koçberî Swêdê bike û heta niha jî li Swêdê dimîne.Uzun, Mehmed (1995). Antolojiya edebiyata kurdî. Cild 1–2. Stembol: Tümzamanlaryayıncılık.
Firat Cewerî, zimanê kurdî û kovara Nûdem
Wî berî 80ê dest bi nivîsîna bi kurdî kir. Wî deh salan kovarek bi navê Nûdemê derdixist. Di şaxên cihê de nêzîkî deh pirtûkan nivîsîne û deh–donzdeh pirtûk jî wergerandine zimanê kurdî. Her wisa pirtûkên wî jî ji bo zimanên dî hatine wergerandin. Pirtûka bi navê Kevoka Spî bi farisî jî belav bûye. Payiza Dereng dê bi tirkî jî çap bibe.
Firat Cewerî li 24ê gulanê di kongreya PENa Swêdî de wekî endamê komîteya wê ya nû ya kargêr hat hilbijartin. Ew ji sala 1987ê endamê PENa swêdê ye.
Firat Cewerî amadekarê Antolojiya çîrokên kurdî e. Ji vê pirtûkê çend danasîna çîroknivîsan ji bo vê Wîkîpediyayê bi destûra Firat Cewerî hatin bikaranîn.
Pirtûkên Firat Cewerî
- Êrîş Dikin, 1980
- Mezin Dibim, 1981
- Dê Sêrîn e, 1983
- Girtî, 1986
- Kevoka Spî, 1992
- Kultur, Huner û Edebiyat, 1996
- Gotinên Navdaran, 1995
- Çîroka Malbata Evdo, 1999
- Li mala mîr Celadet Alî Bedir-Xan, 1998
- Pêlên derya reş, 1997
- Romanseke çilmisî, 2002
- Antolojiya Çîrokên Kurdî, 2003
- Payiza Dereng, roman, 2005
- Ez ê yekî bikujim, roman, 2008
Wergerên Firat Cewerî
- Dostoyevskî (Şevên Spî) 1993
- John Steinbeck (Mişk û mirov) 1993
- Anton Çexov (Bexçeyê Vîsne) 1995
- Samuel Beckett (Li benda Godot) 1995
- Yaşar Kemal (Dara hinarê) 1998
- Sartre (Dîwar)
- Astrid Lindgren (Emîl li Lönneberga) 2000
- Astrid Lindgren (Sûmiyên Emîl yên nû) 2000
- Astrid Lindgren (Emîl hê jî li Lönnebergayê dijî) 2000
- Barbro Lîndgren (Çîroka apoyê hûrik) 2000
- Henning Mankell (Hingura êvarê) 2002
- Gunilla Bergström (Birek bive ye Alfons Oberg) 2002
- Gunilla Bergström (Alfonsê Şûm) 2002
Çavkanî
- ^ Radio, Sveriges (29 hezîran 2018). "Akademiya Swêdî Firat Cewerî xelat kir - Radio Sweden Kurdish - ڕادیۆی سوید - Radyoya Swêdê". sverigesradio.se. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2020.
- ^ "Firat Cewerî: Ev xelat wek mizgîniya rakirina sînoran e". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. 6 adar 2020. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2020.
Girêdanên Derve
- Bi Firat Cewerî re li ser ’Ez ê yekî bikujim’, Hevpeyvîn: Mûrad Ciwan, NETKURD Girêdana arşîvê 2008-12-19 li ser Wayback Machine
- Hevpeyvînek bi Firat Cewerî re, Hevpeyvîn: Mahabad F. Arda, Amîda Kurd
- FIRAT CEWERÎ: Ez li cîhana xwe ya hundirîn vegeriyam, Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij, Rizgarî Girêdana arşîvê 2010-01-01 li ser Wayback Machine
- Firat Cewerî: Min xwe ji otosansurê rizgar kiriye, Hevpeyvîn: Kris Lauwerys, NEFEL