Koendama hestê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Pêvajoya hestkirinê.png

Koendama hestê, demarekoendama hestê (bi îngilîzî: sensory nervous system) beşek ji koendama demarê ye.

Koendama hestê ji hestewergir, xaneyên hestê, demarên hestê û ji beşên mejî yên ko bi hestê re têkildar e, pêk tê[1]. Hestewergir kartêkirê tespît dike. Demarexane zanyariyên (agahî) derbarê kartêkirê diguhêzînê demaxê. Li demaxê, di hin beşên tûkila mejî de agahiyên kartêkirê tê tekûzkirin, şîrovekin û cîbicîkirin.

Ji boy kartêkirên derveyî laş, koma hestewergiran di nav endamên hestê de cih digirin. Wekî mînak, ji boy wergirtina bêhnê, koma kîmîkewergirên behnê di difinê mirov de cih digire. Kartêkir bi eslê xwe corek enerjî lixwe digire. Ev enerjya kartêkiran, hestewergiran çalak dike. Enerjiya kartêkiran bi şêweyî erkê kar wekî peyamek, li ser rûyê parzûna demarexaneyan de, ber bi demaxê ve tê guhêztin[2].

Çar gavên serekî yên koendama hestê[biguherîne]

  1. Wergirtina kartêkirê,
  2. Guherandina kartêkirê bo erkê kar,
  3. Gihandina demareragihandinê boy mejî
  4. Şîrovekirin û têgihîştina kartêkirê di mejî de[3].

Wergirtin[biguherîne]

Ji boy hestkirinê, gava yekem çalakbûna hestewergiran e. Çalakbûna hestewergiran jî piştê pêşwazîkirna kartêkiran rû dide. Gava hestewergir bi kartêkirên wekî yên mîkanîkî, kîmyayî, germahî hwd rûbirû dimîne, enerjiya kartêkirê bandor li ser parzûna xaneya hestewergirê dike, hestewergir ji qonaxa erkê bêhnvedanê, derbasî qonaxa erkê kar dibe.

Hestewergir nikare ji her dûrayî (mesafe) kartêkir werbigire. Mesafeya herî dûr a ko hestewegir hê jî dikare kartêkirê werbigire, ji boy hestewergirê wekî qada wergirtinê tê navkirin[4]. Qada wergirtênê ya hestewergiran ne yek e. Hin hestewergir kartêkirên ji laş pir dûr in jî werdigire. Wekî mînak, roniyewergirên çavê mirov dikare ronahiya stêrkên pir dûr ji werbigire. Lê mîkanîkewergirên bin pestê mirov, hema gava kartêkir rasterast temasê pestê dike, wê gavê kartêkirê werdigirin.

Hesteveguherandin[biguherîne]

Kartêkir ne yek cor e, ji ber vê yekê enerjiya wan jî ne yek cor e. Dibe ko kartêkirek enerjiya ronahiyê lixwe bigire, a din enerjiya pestanê lixwe bigire. Di hestewergiran de enerjiya kartêkiran bo enerjiya elektrîkê ya destpêkirina erkê kar ve tê veguherîn. Li ser parzûna hestewergiran de veguherîna enerjiya kartêkiran, wekî hesteveguherandin (bi îngilîzî: sensory transduction) tê navkirin. Hesteveguherandin bi du awayê rû dide.

Rêbaza yekem ji aliyê xaneyên taybet ve tê birêvebirin. Demarexaneya hestê û xaneya taybet bi hev re dixebitin. Xaneya taybet an jî kotahiya xaneya taybet a ji bo kartêkira diyarkirî, kartêkirê tespît dike. Ji ber ko xaneya taybet bi demarexaneya hestê ve bi navbeynakriya gehînkeyan ve di nav têkiliyêde ye[5], çalakbûna xaneya taybet rê li ber çalakbûna xaneya hestê jî ve dike, ango li ser parzûna xaneya hestê erkê kar dest pê dike[4]. Demarexaneya hatî (demarexaneya hestê) kartêkirê bi şêweyî demareragihandinê, dişîne demarekoendama navendî. Wekî mînak; di çavê mirov de xaneyên taybet hene ji boy hesteveguherandinê. Ev xaneyên taybet wekî ronahiyewergir kar dikin. Enerjiya kartêkira ronahiyê vediguherînin erkê kar û dişînin demarexaneya hatî. Di rebaza duyemê de demarexaneya hestê rasterast enerjiya kartêkirê ji bo erkê kar bi kar tîne[4]. Li van demarexaneyan de dendrît an jî serê xaneyê bi awayek serbest di nav şaneyan de dirêj dibe. Ango dendrîdên van demarexaneyan bi xaneyên din ve girêdayî nîn in, bi awayekî serbest bi kartêkiran ve rûbirû dimînin. Wekî mînak, li bin pestê mirov de êşanewergir hene, êşanewergir ji dendrîdên serbest pêk tên, kartêkirên dibin sedema çêbûna êşê, ji aliyê serê serbest a demarexaneya hestê ve tên wergirtin.

Kodkirin û gihandina ragihandinên hestê[biguherîne]

Hemû corên kartêkiran dibin sedema çêbûna erkê kar li hestewergiran de. Erkê kar yek cor e, li ser esasê guherîna bargeyê elektrîkê ya li nava xaneyê û derdora xaneyê rû dide. Ango kartêkirên deng, tam, bêhn êş hvd hemû bi şeweyî erkê kar tên guhêztin, lê di mejî de her kartêkir bi awayek cuda tên şîrovekirin. Mejî tê digihîje ko erkê kar ji guh tê, ji ziman tê an jî difin tê. Ji aliyê koendama hestê ve çar taybetmendiyên ragihandinên hestê tên kodkirin[4]:

  1. cora kartêkirê,
  2. cihê kartêkirê a li qada wergirtinê de,
  3. maweya (dirêjî, wext) kartêkirê,
  4. tundiya (xurtî) kartêkirê.

Ji ber vê yekê erkê kar a li tewereyên hestewergiran de tê guhêztin, tenê corekî kartêkir kod dike. Bi vî awayê hestkirin hêsantir dibe. Wekî minak, hestewergirên bihîstinê bi beşa bihîstinê ya tûkilê mejî ve girêdayî ne, dema demareragihandinên hestewergirê bi navbeynkariya demarên hestê xwe digihîjînin mejiyê, mejî vê ragihandinê wekî deng şîrove dike.

Têgihîştin[biguherîne]

Di asta wergira kartêkiran de çalakbûna hestewergiran, wekî hestkirin tê navkirin[6]. Her corekî hestewergir ji boy corekî hestê ye[6]. Ango hestewergir taybet e ji boy hestê diyarkirî. Ji aliyê mirov ve şîrovekirina hestê, wekî têgihîştin (bi îngilîzî: perception) tê navkirin. Bingeha tegihîştinê çalakbûna hestewergiran e, lê têgihîştin ne li asta hestewergiran lê li asta mejî de çê dibe. Mejî li gor rêya gihandina hestê, kartêkiran ji hev derdixe. Erkê kar ji hestewergirê bi navbeynkariya demarexaneyên taybet, tên şandin boy demarekoendama navendî. Ev demarexaneyan ji boy hestek diyarkirî taybet in û bi demarexaneyên diyarkirî yên dirkepetikê, an jî yên mejî ve gehînke ava dikin. Ji xeynî demareragihandinên ji hestewergirên behnê, hemû demareragihandinên ji boy mejî tên şandin, bê ko bigihîje mejî, pêşî ber bi talamusê ve tên arastekirin. Polenkirina hestewergiran li talamusê de rû dide. Demareragihandin ji aliyê talamusê ve tê şandin boy beşa guncav a tûkila mejî. Ji boy her corek hestê beşek taybet a tûkila mejî heye[7]. Li tûkila mejî de şîrovekirina hestê, ango têgihîştin çê dibe.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  2. Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company
  3. Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. a b c d Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  5. Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  6. a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  7. Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.