Selahedînê Eyûbî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Silhedînê Eyûbî hat beralîkirin)
Selahedînê Eyûbî
Xîzmetkarê Du Mîzgeftên Pîroz
Selahedînê Eyûbî (cîgir)
Siltanê Misir û Sûriyê
Serwerî11744ê adara 1193an
Tackirin1174, Qahîre
Yê pêşîTunne
Yê paşî
Jînenîgarî
Navê rastîSelahedîn Yûsifê kurê Eyûb
صلاح الدين يوسف بن أيوب
Roja jidayikbûnê1138[1]
Cihê jidayikbûnêTikrît, Mezopotamyaya jorîn,
Xilafetê Ebasî
Mirin4ê adara 1193an (55 salî)
Cihê mirinêŞam, Sûrî, Xanedana Eyûbiyan
DefnkirinMizgefta Umeyeyan, Şam
KeybanûÎsmetedîn Xatûn
DînÎslam
EsilKurd
Xanedan Eyûbî
BavNecmedîn Eyûb
Zarok17 law û 1 keç

Selahedînê Eyûbî (wekî Silhedîn, Selahedînê Kurdî û Simko jî tê zanîn; bi erebî: صلاح الدين يوسف بن أيوب‎, lat. Selah el-Dîn Yusif îbn Eyûb; jdb. 1138 Tikrît – m. 4ê adara 1193an, Şam) serleşkerekî kurdî[2][3][4] misilman bû ku di destpêkê de li dijî fatimiyan û pişt re li dijî xaçperestan (mesîhiyên ku çûbûn xakên pîroz li Filistînê ji bo ola xwe biparêzin) derketîbû û bajarê Qudsê (Orşelîm) dorê sedsalekê şunda bidest misilmanan xist û qewirandina xaçperestên ewropî ji Rojhilata Navîn de serkeftî bûbû.

Piştî ku Selahedînê Eyûbî di 4ê adara 1193an de li Şamê wefat kir, Împeratoriya Eyûbî, ya kurdan ku Selahedîn di sala 1175an de damezrandibû, di navbera zarokên Selahedîn de parve bû û hêza xweya demê Selahedîn de winda kir.[5]

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Siltan Selahedîn, di sala 1137 an 1138an de li Tikrîtê hatiye.[1] Navê wî yê zayînê "Yûsiv" an "Ûsiv" bû û gorî gotinan navê Selahedîn pê re ji hêla Nûredîn Zengî hatibû dane wî. Navê bavê wî Necmedîn Eyûbê kurê Şadiyê kurê Merwan[6] bûye. Malbata wî bi eslê xwe ji eşîra Rewadî bûye û Rewadî jî digihîjtine Hezbaniyan ye.[7] Kalê Selahedîn, Şadî, di dorê salên 1130an de ji Dvînê, ji pê xanedaniya Şedadîyan hilweşiya re, siftê çûbû Bexdayê, pê re jî hatibû Tikrîtê. Li Tikrîtê Bîhrûz, emîrê wê herêmê, Şadî dike emîrê Tikrîtê. Pê bavê Necmedîn wefat dike re ew derbaza şûna wî dibe. Lê wextê ku Şêrko, apê Selahedîn, li wir bi xristiyanekî ve li hev dixin û Şêrko wî dikuje re malbata Şadiyan tê sirgûn kirin. Gorî rivayetan Ûsiv, ango Selahedîn jî di vê şevê de tê dinê.[8] Wê çaxê Necmedîn û Şêrko diherine cem Îmadedînê Zengî. Di 1132an de wextê ku Zengî, bavê Nûredîn Zengî, nêzî Tikrîtê bi el-Musterşid re cengekê dike û Zengî dikeve zorê bavê Selahedîn, Necmedînê Eyûbî, Zengî ji wa halê zor de difilitîne û pê wê ve Zengî deyndarê Necmedîn dimê. Wextê ku Eyûbî têne cem Zengî, Zengî jî wan li cem xwe erkdar dike û wextê ku di sala 1140î de Belbekê zeft dike Eyûb dike emîrê Belbekê. Bavî Ûsiv heta sala 1146an Zengî wefat dike û lawî xwe Nûredîn derbaza şûna wî dibe, li Balbêkê dewama emirîtiyê dike û wextê ku di wê salê de Muînedîn Nûr, emîrê Şamê, Balbêkê dorpêç dike Necmedîn bêçare bajêr teslîma wî dike û Necmedîn ji xizmetê Nûredîn derdikeve û malbatê xwe radike û dihere Şamê. Wextê Sefera Xaçiyayê duyem de di parastinê dorpeçê bajarê Şamê de bavê Selahedîn, Necmedîn jî pardar dibe.

Derbarê biçûktiya Ûsiv de zêde tişt nêye zanîn. Salên xweyên siftê li Belbêkê derbaz dibin, li wir det bi perwerdeyiya xwe dike, lê pê ku bavî xwe dev ji emîrîtiyê berdide û bi malbata xwe ve koça Şamê dike Ûsiv li wir dewama perwerdiya xwe dike.

Wextê ku di sala 1154an de Nûredîn bi serkeftî, hema bêketina tu cengan, Şamê destxwe dixe. Di vê serfiraziyê de faydeyê Şêrko û Nûredîn jî pir lê dibe û Nûredîn bavî Ûsiv dike waliyê xweyê Şamê. Şêrko jî di wê wextê de fermandarê Nûredînê herî girîng bû.

Selahedîn di derheqa leşkeriyê de li cem apê xwe mezin bû. Wextê ku di sala 1163an Şêrko dihere Misirê Selahedîn jî bi wî re dihere wê derê. Şêrko û Selahedîn bi daxwaza Şawerî ku, bi Zirxam re bo textê Fatimîyanê Misirê lihevnehatibûn û Şawêr ji dest dirive û bo canî xwe bifilitîne tê Şamê. Li wir Şawêr bo ku textê şûnda dest xwe bixwe ji Nûredîn alîkariyê dixwaze û bo vê alîkariyê jî sozê dayînekê ji sêya yekê (1/3) hatiniyê dewletê Misirê dide. Ew ger ku hikumdariyê dest xwe xwe girêdayî yê bi Şam û Helabê ve jî soz dide.[9] Li ser van sozan ve Nûredîn şandina artêşekê ser Misirê qebûl dike û Şêrko dişîne Misirê. Şêrko û Ûsiv bi Şawer ve diherine Misirê û di 1ê gulana 1164an de Qahîreyê dorpêç dikin. Dîrxam nikare serî xwe li hembera wê dorpeçê hilde û li bajêr direve wextê ku direve di receba 559ê koçî, gulana 1164an de tê kuştin û Şawêr bi vê alikariyê ser dikeve û Xelîfe el-Adîl wî şunda vedibuhize textê Misirê. Lê pê ku ew Dirxam bin dixe şûn de ve, vê gavê jî li hembera Şerko û Selahedîn bi emîre xaçperestanê Qudisê bi Amalric re hevgirtin çêdike. Lê Şêrko pê vê xapandinê re sor dibe û li Misirê der nakeve û Amalric û Şawer, Şêrko û Selahedîn li Bilbîsê dorpêç dikin. Di wê wextê de Nûredîn jî li Sûriyê êrişa bajarên xaçparestên li Sûriyê dike û Enteqyayê heman heman bi dest xwe dixe. Amalric bêçare bi Şêrko ve peymanekê dike û herdu tev di eyni wextê de ji Misirê derdikevin û Şêrko û Selahedîn di 24ê zîlhecceya 559ê koçî/12ê çiriya pêşîn a 1164an vedigerine Şamê.[10]

Lê Şêrko wa xapandinê Şawer jibîr nake û di sala 1167an de bi Selahedîn ve şunda derdikeve sefereka ser Misirê. Lê bo ku Şawêr jî dizanî ku Şêrko wê xapandinê jibîr nake û tirsa wê timê di pişta wî de bû ew bi destedarê xweyê berê bi Amorî ve êttêfaqê dike. Wextê ku Selahedîn û Şêrko derdikevine ser sefera Misirê ew jî ji Qudisê de derdikeve û li ber ordiyê Şamê tê Qehîre û li wir bi Şawer ve li bendiya wê ordiyê dimê. Lê Selahedîn û Şêrko bo ku wan şaş bikin narine ser Qahîreyê û ku di rebîelevvela sala 562ê koçî/çiriya paşîn a 1166an de dikevine Misirê şunde şûna ku here wir, dihere rojavaya Qehîre yê û dixwaze ku Şawer û Amorî werine ser wî ew li wir cengê bike. Herwiha ewna ji Qehîreyê der dikevin û wek ku Şêrko xwestî ewna têne ser Şêrko û ewna di 18ê adara 1167an[9] de li nêzî gundê el-Babeyn bi cengê dikevin. Şêrko li wir wan bin dixe û hema berva bakur dihere û bajarî Îskenderiyeyê dest xwe dixe. Lê Amorî û Şawer jî şunda serxwe didin û Şerko li Îskenderiyeyê dorpêç dikin. Lê Şêrko nasekine parastinê kelayê wir dide dest birazî xwe, Selahedîn û berve başûr ji bajêr di tariyê şevê de derdikeve. Wextê ku êdî li bajarê Îskenderiyeyê Selahedîn dikeve zorê Şêrko li jorên Nîlê raperinan pêk tîne û Şawer dixe zorê. Di wê wextê de Amorî dixwaze ku dorpêçê ra ke û dorpêç tê rakirin şunda jî Selahedîn û Şêrko şunda vedigerine Şamê.

Piştî nêzî saleke vegera Selahedîn û Şêrkoya Şamê re, ordiya Amorî, ya Qudsê dîsa dikeve Misrê û li bajarên misilmana zilm û talanên mezin pêk tîne. Ew vê gavê ne bi daxwaza Şawêr re, tenê bo ku Misir û Qehîre yê dest xwe xe û misilmanan bikuje.[9] dikeve Misirê. Herweha wextê ku ew bajarî Bîlbêsê dest xwe dixe dimatiyên bajêr bitunî qirr dike û dikuje. Ne tenê misilmanan, dimatiyên bajarên xiristiyanê Kiptî jî dikujin. Wextê ku ew tê ser Qahîre Şawer emrê şewitandinê bajarê Qahîreyê berê dide û xelkê bara bajarê ku nûyî ku El-Ezher tê de dike. Ew şewatê bajêr 54 rojan dajo[9] Her çiqas Şawer bo peymaneke pêk bîne bi Amorî ve beraftinan dike jî, Xelîfe Adid el-Fatimî ji Nûreddîn re bo piştgiriyê xeberê dişîne. Bo ku Nûredîn bersivê qaziyê xwe pê de jî çend perçem por jî dike nav nameyê xwe û wek >>Van perçemê kulfetên min in û bo ku tu wan ji zilmê neyaran bifilitînî li bendiya te ne [9] << dinivîse. Nûredîn Selahedîn dişîne Ximsê ku bo seferê xeberê bi Şêrko de, lê ew hîn li derê Şamê rasta Şêrko tê û hema di cih de vedigerine Şamê û bo seferê haziriyê dikin. Şêrko çiqas ji Selahedîn dixwaze ku ew jî bi wî re were jî Selahedîn pir dil nake ku pê re here. Lê Şêrko daxwazê xwe bi Nûredîn re dibêje şunda Selahedîn bêçare dîsa bi Şêrko re dikeve rêyên Misirê. Di wê demê de Amorî jî dibîne ku xelkî Qehîre şûnê ku bajêr bi wî din Selahedîn ku bişewitînin û talan bikin, Misirê terk dike û vedigere Filistînê. Şêrko dikeve bi Selahedîn ve dikeve Misirê û şeş rojan pê derketinê Şamê re digihê Qahîreyê û bi coş û kefxweşiyê li bajêr tên pergînî kirin. Çiqas Şawer jî wan pergînî dike jî di 19ê kanûna paşîn a 1169an de Selahedîn bi destûrê Xelîfe el-Adil re wî bi destên xwe dikuje [9] . Di hevşêwe rojê de Xelîfe Şêrko dike wezîrê xwe. Lê hîn çend meha bûn ku ew bûbû wezîr, di roja yekşemê ya duduyê mehayê cemaziyelaxîrê(25ê adara) 564ê koçî de [11] (di 1169ê miladî de) ew pê ziyafetekê re ji xwe dere û wefat dike. Pê wefata Şêrko re el-Adîl Ûsiv, ango Selahedîn di 32 salî de dike wezîrê xwe û navê wî bi tûnî dibe Melik en-Nasir Ebu'l-Muzefer Selah ed-Dunye we ed-Dîn. Selahadîn derbaza wezîritiyê dibe şunda bo ku bavê xwe were ba wî ji Şamê re xeberê dişîne û bavê xwe jî di 24ê mehê recebê 565ê de (1170ê) de [11] digiêhê Misirê û tê ba Selahadîn.

Wextê ku di sala 1171ê de xelîfeyên Fatimî, yê şiayan wefat dike şûn da Selahedîn, xutbeyê êdî bi navê xelîfeyî ebasî el-Mustadî xwendî dide û dawiyê xelîfetiyê şiayan dide. Di sala 1173a de bavî Selahedîn di hespê de gêrd dibe û wefat dike. Di dawiya imrê Nûredîn de Selahedîn êdî bi wî ve li hev nên jî tu caran nêne hemebera hev. Wextê ku di 1174an de Nûredîn wefat dike şunda Selahedîn Dewleta Eyûbî saz dike û li Misirê hikumdariyê sunitiyê pêk tîne, lê ew çiqas ku dere Şam, Hama, Ximsê dest xwe dixe jî xwe girêdayiyê paşewarê Nûredîn, hikumdar Melik el-Salih Îsmaîl bin Nûredîn dihesibîne. Melik el-Salih Îsmaîl bin Nûredîn vedikişe Helabê, Selahedîn li wir dorpêç dike jî paşê re dorpêçê radike. Melik el-Salih Îsmaîl bin Nuredîn ji heşhaşiyan alîkariyê dixwaze û emîrî Xaşxaşiyanî bi leqaba Şêx el-Cebel Reşîdedîn Sînan li hembera Selahedîn di sûîqestekê dimeşîne. Di destpêka 1175a de sûîqestek li hembera Selahedîn tê kirin, sîqestvan heta ber çadirê Selahedîn tê jî Selahedîn ji wê sûîqestê difilite. Di 22ê gulana 1176ana de wextê ku ew dihere ser Helebê seferê sûîqesteka din li wî tê kirin, sûîqestvan dikeve çadirê Selahedîn û bi xençerê xwe li serê dixwe jî, bo ku zirxê li seri bûye ew ji vê sûîqestê jî filitiyaye.[9]

Ji pê van bûyeran re Selahedîn bo ku Xaşxaşiyan li ortê rake di tebaxê 1176a de qerargahê wan Kelayê Masyafê dorpêç dike. Lê bo ku Reşîdeddîn bi kuştinê malbatê wî Selahedîn tehdît dike, Selahedîn dorpêçê radike.[12] Gorî riwayetê Xeşxaşiyan jî Reşîdedîn Sînan di şavê tarî de heta çadirê Selahedîn tê û bi xetekê nîşekê ber dide û şunda vedigere, Selahedîn xetê dibîne û li ser xetê "Tu yî di destên me de yî" dixûne û li ser vê ve dorpêçê ra dike.[9]

Wextê ku Selahedîn serweriyê xwe li ser Sûriyê didîne bi Xaçperestan re jî carbicar tê hembera hev. Ew bi gelemperî wan bi bin dixe jî di 25ê çiriya pêşîn a sala 1177a de ji hêla Keyaniya Qudisê û Şovalyeyên Peresgehê, yên ku di fermanderiyê Baldwin IV û Raynald of Chatillon de bûn, tê bin xistin.

Selahedîn li vê binketinê şunda bo êrîşeka dinê ser wan re xwe amade dike û di sala 1178a de Xaçperestan di Şerê Jacob's Ford de bin dixe. Lê êrîşên Xaçperestanê ser misilmanan xelas nabin û Raynald of Chatillon êrîşa kerwanên misilmanan dike. Selahedîn jî li hemberî vê di 1182a de Bêrûtê dorpêç dike. Raynald jî diceribîne ku êrîşa bajarên misilmananê pîroz Mekke û Medîneyê bike. Selahedîn dîsa li hemberî vê bajar û kelaya Kerakê ku Raynald tê de di 1183 û 1184a de dorpêç dike. Raynald jî vê gavê kerwaneka ku dere Hecê talan dike.

Selahadîn di 18 pûşberê 1183a de pê sal nîveka ku es-Salih dimire re bi torenê dikeve bajarê Helabê û Suriyê bi temamî dixe nav destên xwe.Pê vê re Selahedîn şunda vedigere Misrê û ji bo îmara welatê xwe dixebite. Lê tu car Filistîn ji bîra wî dernakeve û dilê wî de tim dest xwe xistina bajarê Qûdisê miqades û pîroz hebû. Carekî din berê xwe dide Filistînê û Berûdê digre. Cara yekemîn deverên ser Mûsilê, Sîncar û Diyarbekrê bi welatê xwe va girêdide. Digihîje Enteb û Halebê. Sala 1185an da cara duduya êrişî Mûsilê dike. Piraniya Mezopotamyayê û Kurdistanê dike bin hukumdariya xwe. Nav hukumdarê misilman da dibe xwedî ciyê herî bilind. Lê dilê wî da daxwazek wiyê girîng dimîne, ew jî girtina hemû axa Filistînê ye.

Siltan Selahedîn li Filistînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Brînsê Arnatê (Reynaud de Chatillon) Nûredîn di sala 1175an de ji girtixaneya Helabê de serbest berda bû şunda vedigere Filistînê û hin bajarên wir dest xwe dixe û dibe Hukumdarê el-Kerk e. Her çiqas navbera misilman û xaçperestan de peymanek çêbûbû jî ew vê peymanê pê dike û êrişa ser kerwanê misilmanan dike. Ew yên di kerwanê de çêkdar dikuje û yên din jî wek dîl dibe bajarê Kerekê. Selahedîn çiqas qasidan dişîne wî re û dibêje ku wan girtiyan serbest berde jî ew qebûl nake û Selahedîn jî êdî bo ku wî ji holê rake dest bi seferberiyê seferê dike.

Salek şunda, sala 1187an de li Hutînê artêşa frenk ji hev bela dike û keyê Qudus û prensê el-Kerk êsîr digre. Alaya xwe xêncî Qudus û Surê li hemû Filistînê dardixe. Meha recebê sala 1187 Qudusê jî bi hukumdariya xwe girê dide û digihîjê miradê xwe.

Di bin hukumdariya wî da cihuyên ku di Filistînê de dijiyan, bê tade û bê eziyet jiyana xwe didomînin. Ji bo wê yekê hemû diroknadên frenkan jî, derbarê Siltan Selahadîn da gelek tiştên baş dinivîsînin[çavkanî hewce ye].

Ser girtina Qudusê Imperatorê Alman, keyê îngilîz û yê Fransayê bi kîn û nefretek mezin ordiyek mezin amade dikin û berê wî didin Filistînê. Artêşa wan wexta ku êrişî Filistînê dike, ne Xelîfe ne jî siltanek misilman ji bo alîkariya Siltan Selahadîn tu tiştek nakin.

Artêşa frenk, serî de tê Akkayê û wir dagir dike. Artêşa siltan jî, alîkî de dijî wan berwe dide, aliyê din jî hêdî hêdî şunda dikişe. Dawiya şer da Akka dikeve destê frenkan. Frenkan li wir bi tade û zilma xwe gelek mirovên sivîl qetildikin[çavkanî hewce ye]. Ser vê yekê hemu dinê da ferqa siltan û ya frenka jî eşkere tê xuyakirin.

Şerê nevbera Ordiya siltan û frenkan da derdikeve, pênc sal berdewamdike. Siltan, bi planek mezin wan ji Qudusê durdixe. Di 2ê îlona 1192an de di navbera wan de peyman çêbdibe, gorî wê peymanê siltan Selahedîn ji şer serkeftî derdikeve û vedigere Şamê. Ser hatina Hacac ya Şamê, siltan diçe pêşiya wî, lê di rê da nexweş dikeve. Selahedînê Eyûbî di 4ê adara 1193an de diçe ser heqiya xwe. Gora qumandar û siltanê kurd li Şamê, li Camiya Umeyê de tê definkirin. Siltan Selahedînê Eyûbî (Ji Wefayat el-E‘yana Îbn Xellîkan)

Siltan Selahedîn, bavê 18 zarokan bû, ji van 17ê wan kur yek jî dot bû[çavkanî hewce ye].

Kirinên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Şerê dijî artêşa Frenk qezenckir û yekitiya emirên misilman an çêkir.
  2. Sûrîyê û Misirê kir bin hukumdariya xwe. (Her du dewlet alî meshebê da bi hev ra dijminatî dikirin.)
  3. Sînorê hukumdariya xwe ji Kurdistanê heta Tunisê, ji Sudanê heya Yemen û Adenê freh kir. Hukumdariya xwe bi rewşek baş domand.
  4. Ew, siltanek adîl bu, ji zulumkaran heznedikir. Qimetek mezin dida fikrê mirovên derdora xwe. Tu ferq nedikir navbera gelê xwe. Zengîn û feqîr, esnaf û arîstokrat wek mina hev didît. Derê wî ji hemû kesan ra vekirî bu.
  5. Di hemû jiyana xwe da tu qîmetek ne dida dewlemendiyê. Wexta ku waliyê Şamê jê ra qonaxek çêdike û Sultan qonaxê dibîne, weha dibêje; „Ez nikarim di vê qonaxê da bijîm. Ev qonax layiqî mirovê ku mirina wî nêzik buye, nine. Aliyê din gere armanca me ji bo xizmeta Xwedê be, ne ji bo jiyana koşk û sera be.“
  6. Rizgarkirina Qudsê û şerê wî bi xaçperestan re

Wî ji mal û milkê dinê heznedikir. Tim wiha digot; „mal, milk û xwelî wek mîna hev in.“ Prens Muhammed Ali dibêje; „Piştî mirina wî, di berîka wî da 47 Dirhemê wî tenê hebû. Ev ji, ji serweta ku mirovek feqîr dihêle, gelek kêmtir e.“

Mirovên di bin hukumdariya wî da dijiyan, wî wek mirovek bi şewqet, kiralek bi merhamet û sultanek adîl dizanibun. Ew ji bo refah û emniyeta gelê xwe xebitî. Pistî mirina wî hemû kesên di bin hukumdariya wî da, şînek mezin kirin.

Jiyana wî di şer da derbas bu. Di saxî û nexweşiya xwe da tim li ser pişta hespê xwe bû. Wexta ku jê ra digotin hinek peya be û bîhna xwe bide, wî bersiva wan wiha dida; „Wexta ku piyê min dighêjin erdê, ez xwe nexweş dihesibînim.“

Wesiyetê wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Siltan Selahaddîn ji kurê xwe Melik el-Zahir re wesiyetê xwe dike û jê ra weha dibêje: „Ji rêça Xwedê dernekeve. Ez serfîraziya xwe deyndarê Xwedê me, ji bo vê yekê ez emrê Xwedayê alemîn ji te ra emir dikim. Xwînê nerijîne û xwin rijandinê ji xwe ra neke edet. Xwîn rijandin, xwîn rijandinê bi xwe re tîne. Zilma xelqê xwe neke, ji bo emniyeta mal û milkê wan bixebite. Nebe kîndarê kesî. Dilê mezina neşkîne, dilê mirovên ku dibin destê te da ji bo îdarekirina dewletê dixebitin, qezençke. Em hemu mahkumê mirinê ne. Tu hata ku riza gel qezenç nekî, ya Xwedê nikarî qezenç bikî. Ser vê yekê têkiliya xwe bi gelê xwe re baş çêbike. Tobedarê Xwedê be, lewra Ew Kerim û Qadir e“

Berî cîhata xwe ji derdora xwe ra digot; „Min bi şûrê min ve defin bikin ku bila roja mahşerê tevî min rabe û li hizura Xwedê ji min re şahidiyê bike.“

Serdema zêrîn a zanist, Selahedînê Eyûbî û hin zaniyarên kurd yên herî navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di serdema hukmeta Selahedînê Eyûbiyê (1138-1193 zayînî) kurd, apê wî Şêrko û kurên wî da (di navbera 250 salan da), piraniya zaniyarên Rojhilata Navîn, kurd bûne[çavkanî hewce ye]. 12 ilm û 12 alim û zanyarên kurd yên herî navdar ku siyarê hespê zanistê bûne û çargavî meydana zanista rojhilata navîn dane ber simên zêrîn:

  1. Îsmaîlê Cizîrî, "Bavê Robota Cîhanê", (1136-1206 z) yan (1153-1233 z), Elhiyel
  2. Malbata Îbnûl Esîr (1230-1231 Zayînî): Kamil fî Tarîx
  3. Îbn Xelikan (1211-1282), Wefat ul Eiyan (Mirina Zadigan)
  4. Şihabedînê Suhrewerdî (1155-1191 zayînî), damezrînerê felsefeya Işraq
  5. Fexredînê Exlatî (sedsala 13em), feleknas
  6. Ebûlfida (sedsala 13em), Muxteser El Tarîx ul Beşer
  7. Şemsedînê Şehrezûrî (sedsala 13em), fîlozof, dîroknas, bijîşk û zaniyar
  8. Sefiyedînê Ûrmewî (1216-1294 zayînî), muzîkzan û damezrênerê muzîka Nuzhe, Kitab ul Edwar
  9. Kemaledînê Yûnis (1156-1241 zayînî), stêrnas, fîzîknas û matematîknas
  10. Amedî (1156-1233 zayînî)
  11. Îbnûl Ezraq (1116-1176 zayînî), dîroknas, Tarîxa Meya Farqîn

Gotinên ji bo wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Împaratorê Alman, piştî hatina xwe ya Suriyê diçe qebra wî ziyaret dike û wuha dibê je;

Berî şerê navbera wî û Xaçliya, Qumandarê artêşa Xaçperest Richard (Richardê dil Şêr), ji eskerê xwe ra dibêje; „Di ciyê xwe da bisekinin. Dilê vî şêrî ji dilê şêrê we mezintir e.“ Dîrokvan Dr. Stanley;

Tarîh el Muherrîrîn de gelek wesfê wiyê baş tên rêzkirin.

Dîrokzan Stivatsîn derheqê Sultan de wuha dibêje; „Siltan Selehadîn quweta dijminên xwe baş texmîn dikir û gorî wan planên şer çêdikir. Bi sebrek mezin hareket dikir û şixulê kû dest pê kiriba, heya dawiyê dikudand. Serfîraziya wi girêdayiya sebr û temûla wî bû“.

Jiyana Selehadîn Eyubî di şer da debas bu. Lê wî gelek eserên dîrokî jî dane avakirinê.

  1. El Medrese el-Nasir: Li Kahîrê, li mihla El Firafe kêleka tirba îmam Şafiî hatiye avakirin.
  2. El Medrese el-Kamhiye û El Medrese el-Hanefi
  3. Hanaka el-Salahiyye: Li Taxa Said el- Suade ji bo perwerdekirina dînî hatiye avakirin.
  4. Dîvan el-Istul: Temelê wî teref Sultan Selehadîn hatiye avêtin.
  5. Sur a Îskenderiye: Ev Sur jî li Kahîrê bi emrê wî hatiye inşakirin.
  6. Kasr-i Yusuf: Ev Sur jî li başurê Kahirê li ser bilindayiyek mezin wî daye çêkirin.

Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nîşe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Walker, Paul E. (29 sibat 2020). "Saladin". Britannica. Roja gihiştinê 12 adar 2020.
  2. ^ Bahā' al-Dīn (2002), rûpel 17.
  3. ^ "Dîroknasê Ibn el-Esîr gotineka kumandenekî din wiha vediguheze û dinivise : ...hûn herdu, tu û Selahedîn Kurd in û hûn dê nehêlin ku hêz derbase destên..." Minorsky (1957).
  4. ^ Dîsa Ibn el-Esîr li ser çûna Şêrko ya Misirê wiha dinise ...Her du kurên Şadî: Esededîn Şêrko û Necmedîn Eyyûb ê ku birayê mezin e, ji bajarê Dwînê û ji Kurdên Rewadî ne, ew hatine Îraqê û ketine ber xizmeta esayîşgêrê Îraqê Mucahîduddîn Bêhrûz îbn Ebdullah el-Xiyasî
  5. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 22 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 19 kanûna paşîn 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  6. ^ Abdusamet Yigit, [http://www.kurdistan-news.net/index.php?option=com_content&view=article&id=6010:li-ser-desthilatdariye-li-kurdistane&catid=83:a-samet-yigit-&Itemid=65 ] "Li ser desthilatdariyê li Kurdistanê"
  7. ^ Îbn Xelikan - Wefayat El Ayan, Xalîkan di wê berhema xwe de heta Hz. Adem bav û kalên gorî rîwayatan dinivîse
  8. ^ Ibn Xelikan - Wefayat El Ayan
  9. ^ a b c d e f g h Ji çavên Ereban de Seferên Xaçperestan (Les Croisades vues par les Arabes, Amin Maalouf)
  10. ^ Îbn Xelikan-Wefayat El Ayan, Xallîkan di wê berhema xwe de heta Hz.Adem bav û kalên gorî rîwayatan dinivîse
  11. ^ a b Şerefname (Şerefxan Bedlîsî)
  12. ^ Ibn el-Esîr

Bîblografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]