Herisa kîmyayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Herisa kîmyayî, herisa enzîmî (bi îngilîzî:chemical digestion, enzymatic digestion[1])

Bi herisa kîmyayî, ji molekulên aloz, molekulên sakar tê bi destxistin.

Xurek di nav xaneyan de, ji boy çêkirina xaneyên nû, enzîm, hormon an jî ji boy destxistina ATP tê bi karanîn, loma pêdiviya xaneyên mirov bi proteîn, enzîm, hormon hwd heye. Di nav xurekan de dibe ku ji van molekulan hebe, lê ev molekulên nav xaneyên mirov ji molekulên nav xaneyên ajal û riwekan cuda ye. Wekî mînak; gava mirov goştê bizinê dixwe, di nav goşt de proteîn jî digire. Lê proteînên bizinê û yên xaneyên mirov ne yek e, loma xane ev proteînan rasterast bi kar nayîne, proteînên goştê bizinê bi herisa kîmyayî tê hilweşandin boy asîdên amînî. Asîdîn amînî yekeya proteîn e. Xaneyên mirov asîdên amînî yên ji goştê bizinê bi kar tînin ji boy çêkirina proteînên xaneyên mirov[1]. Hin curê xurek wisa hûrik in ku ne hewce ye bê heriskirin, rasterast bi hêsanî ji coga herisê derbasî nav xwînê û xaneyan dibe. Wekî mînak; av, xwê, vîtamîn, glukoz, fruktoz, kanza(mîneral) hwd. Xwarinên rojane bi gelemperî ji molekulên aloz pêk tên[2]. Goşt, nan, hêk, hemû cûre rûn, şekirê çayê, şîr, pênir, savar, birinc, maqarnê û hwd molekulên aloz lixwe digirin. Di nav van xurekan de li gel molekulên sakar, molekulên aloz ên wekî proteîn, nîşa, glîkojen, çewrî û asîdên nukleî( ADN, ARN ) heye[3]. Molekulên aloz wekî molekulên gewre (makro molekul) bi nav dibin û ji ber qebareya xwe ya gir, nikarin ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneyê bibin[4]. Molekulên aloz pêşî di coga herisê de bi navbeynkariya enzîman tê hilweşandin boy molekulên sakar(sade), paşê molekulên sakar dikevin nav xaneyan. Dema ji molekula aloz, molekulên sakar tê bi destxistin, Şêweya molekula aloz bi bi awayek fîzîkî û kîmyayî diguhere. Ango molekula aloz û ya sakar ji aliyê pêkhateya kîmyayî û qebareya molekulî de ji hevdu cuda ne. Wekî mînak; nan û maqarnê molekula nîşayê lixwe digirin. Nîşa molekulek aloz e, ji parzûna xaneyê nikare derbasî nav xaneyan bibe, di nav avê de ne tiwawe ye, ango di nav avê de nahele. Herwiha tahma(çêj) nîşayê ne şirîn e. Enzîmên herisê û av nîşayê hildiweşînin boy glukozê. Glukoz yekeya(monomer) nîşayê ye, ango nîşa ji zincîra glukozan pêk tê. Her çiqas ji herisa nîşayê peyda bibe jî, glukoz û nîşa naşîbin hev. Glukoz hûrik e, dikare ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneyê bibe. Tahma glukozê şirîn e û glukoz molekulek tiwawe yê[5].Hilweşandina molekulên gewre ya bi navbeynkariya enzîman û bi lê zêdekirana avê, wekî herisa kîmyayî tê bi navkirin[6]. Herisa kîmyayî hem di nav coga herisê, hem jî di nav xaneyan laş de rû dide. Di coga herisê mirov de di dev, gede û rûviya zirav de bi derdana enzîman, xurek bi herisa kîmayayî tê têkşikestin[4]. Ji boy herisa kîmyayî, divê şert û mercên hawirdor a heriskirin rû dide, guncav be. Ji boy heriskirinê, divê enzîma guncav, pH a guncav, germahiya guncav û bi têra xwe av hebe[2]. Piraniya xurekên herisbûyî di rûviya zirav de ji aliyê memîleyên li ser rûyê rûviya zirav ve tê mijandin[1].

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b c Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  2. a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  3. Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  4. a b Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.
  6. McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1