Girê Mirazan yan jî Xirabreşk / Xerabreşkê, cihekî arkeolojîk ê neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê Xirabreşkê yê Rihayê ye û dibe cihê bermahiyên perestgeha herî kevn a cîhanê be. Dirêjiya vî girê destçêkirî 15 metre ye, tîreya wî nêzîkê 300 metre ye û nêzîkî 760 mêtre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê vedihewîne. Li gorî arkeologê alman Klaus Schmidt, kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bû û ji hezarsala 10ê-8ê b.z. maye. Di qonaxa yekem de, ya ku di dema Neolîtîka A ya berî Cervaniyê de pêk hatiye, stûnên kevirî yên bi şiklê T-yê hatine çikandin — ev stûn megalîtên herî kevn ên dinyayê ne. Dîroka van megalîtan hatiye diyarkirin ku ji sala 9.500 b.z. mane û ev megalît 5.500 sal ji bajarên yekem ên Mezopotamyayê û 7.000 sal ji Stonehengeê mezintir in. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1953 – Di cîhanê de yekem car kesekî ji New Zelandayê yê bi navê Edmund Hillary û kesekî ji Nepalê yê bi navê Norgay Tensing hilkişiyan çiyayê di cîhanê de herî bilind a Everestê.
1985 – Li stadyûma Belçîqa Heyselê ji bo kûpaya Klûbên şampiyan ên Ewropayê di navbêra tîma Îtalya Juventus û tîma Îngîlîz Holîgananlarê de pêşbirka fûtbolê çêbû. Lê belê beriya pêşbirkê di navbêra fanatîkan de şer derket, di bûyeran de 39 kes mirin.
1996 – Li Îsraêlê hilbijartin hatin kirin. Di hilbijartinan de Serokê partiya Lîkûdê Bînyamîn Netanyahû hate desthilatdariyê.