Qilqancik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Zengilor û bronş

Qilqancik[1] an Zengilor endamek di laşê mirov de ye ku hewa tê re derbas dibê. Zengilor di bin qirikê de ye û di laşê mirovan de dirêjahiya wê di navbera 10-13 santîmetre ye. Ji bin qirrikê destpêdike û di dawiya xwe de dibe du beş û bronşan pêk tîne.

Anatomî [biguherîne]

Qilqancik 10-13 cm dirêj e û gava mirov henaseyek kûr bikişîne, ew heta 5 cm dirêjtir dibe.hember movika 6.-7. a stu destpêk dike ,ji bin qirtika gustîlok (cricoid cartilage) ya ku beşek ji kakûtê qirrikê ye.li paş wê sorîçik e.di stuyê de pêş û kêlaka wê toşbiya zençelokê ye.di sîng de li pêşiya wê jor tîmus (thymus) û jêr kevanê şahdemar (Aortic arch). Hember movika 4. a piştê debeşî du bronşên sereke yên rast û çep dibe. Bronşa sereke ya çep xurtir xwar e û dirêjtir e ji ya rast, ji bo ku dil jî li alî çep e. Loma tiştên ku bi çewtî dikevin rêyên henaseyê, têwer dibin pişikê rastê ji bo ku ew dûz li bin qilqancikê ne. Di dîwarê qilqancikê 16-20 qirtikên hyalîn yên ku bi sêweya tîpê U hene û dîwarê paşî alî bê qirtik e. Ev qirtikan qilqancik xurt dike û nehêhle ku hindirrî wê bi hev bigire, ji bo ku rê bo keş tim vekirî be.

Çavkanî [biguherîne]

  1. Hüseyin Bektaş (2004)