Peqoka pişikê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Peqoka pişikê
Peqoka pişikê
Latînî alveolus pulmonis
Kod Şablon:TerminologiaHistologica
A - (Alveolus) Peqoka pişikê
AS - (Septum alveolare) Dîwarê peqoka pişikê
BR - (Bronchioli respiratorii) Bronşika respiratorî
BT - (Bronchioli terminales) Bronşika dawîtî
D - (Mucous gland) Toşbiya gilêzê
DA - (Ductus alveolaris) Borriya peqokê
M - (Musculus) masûlke
N - (Nervus) Birik
PA - (Arteria pulm) Xwînber
PV - (Vena pulm) Xwînwerîn

Peqokên pişikê (bi latînî: alveolus) beşên di pişikê de yên ku têde veguhastina gazên henaseyê di navbara xwîn û keş pêk tên.

Anatomî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bronşika dawîtî (bronchioli terminales) çeq dida wek goşiya tirî, ku her takek pêve bronşika respiratorî ye û teneyê wê peqoka pişikê ye. Li wêneyê binênre ku hûn bişopînin.

Têreqasa peqokekê ya ku li gorra têhenasedanê û derhenasedanê diguherre, di navbara 50-250 μm. Peqokên ku bi bronşikekê dawîtî ve ne, ligal wan azînus (acinus) tê gotin. Dora her 12 azînus parçikek (lobulus) ji pişikê pêk tînin. Li ser rûyî pişikê sinorê parçika pişikê bi çavan tên dîtin.

Tevîneknasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ruyê dîwarê peqoka pişikê ji du cor şaneyan epîtel pêk tê:

  • Pişikşaneya cor 1 (pneumocyte typ 1) ya ku zirav û ruyê wê mezin e. 95 % ji ruyê dîwarê peqokê dadigire û ew beşek ji Kospa keş-xwînê (boold-air barrier) ye.
  • Pişikşaneya cor 2 (pneumocyte typ 2) çargoşe e û surfaktant (pulmonary surfactant) dirist dikin.
  • Şaneyên daqurtok yên pişikê (alveolar macrophage) li ser ruyê dîwarê peqokê digerrin û gemar û tiştên biyanî dadiqurtînin.

Bin vê şaneyên epîtel tevineka girêdanê heye, ya ku ji şaneya girêdanê û davên kollagen (collagen fibres) yên cor 4 û davên jihevkêş (elastic fibres) pêk tê û gelek hûrxwînborî têde ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]