Sîstema bêhngirtinê
Sîstema bêhngirtinê[1], koendama henasedanê[çavkanî pêwîst e], destgehê pişûyê[2] ji dev û poz dest pê dike û hetani hundirê pişikê diçe. Ger mirov bêhna xwe bigre (bi dev û bi poz) ew hewa li ser qirikê û qilqancikê digihêje pişikan û li wir oksîjenê dide xwinê û ji xwinê ji karbondiyoksîd bar dike. Bi bêhndayînê ew bêhna gemarî (qevcil) ji laşê mirovan tên avêtin.
Di sala 1777'an de zanayekî fransî, bi navê Antoine Lavoisier, oksîjen keşif kir û bi cîhanê da zanîn, ku oksîjen ji bo jiyan û ji bo xwezayê pir giring e. Wî tê derxist ku, bê oksîjen mirov nikare agir vêxe û mirov be oksîjen wê bimire.
Di bedena mirovan da du pişik hene: pişika çep û pişika rast. Pişika rast ji sê û pisika cep ji ji du percan pêk tê. Ji wan percan ra bi zimanê latînî Lobus (Lobus superior, Lobus inferior, Lobus medius) tên gotin. Her perce bi serê xwe cardin tê cudakirin. Bi latînî ji wan perçeyen hin piçûk ra dibêjin lobuli.
Lê ji bona bêhngirtinê ne tenê dev, poz û pişik hewce ne; her usa ji masûlkên navbera parxanan, parxan û masûlka bi nav diyafragma ji gelek giring in. Bi alîkariya hewaya nav pişikê, mirov dikarin qise bikin (bipeyivin, deng bikin). Ango pişik û qilqancik ji bo qisekirinê ji pêwîst in. Lê qisekirin bixwe bi alîkariya lêvên (jiyên, têlên) deng, di qirika mirovan da û bi alîkariya ziman pêk tê.
Çavkanî [biguherîne]
|
||||||||
|
|||||