Serhildanên Agiriyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Serhildanên Agiriyê
  • Serhildan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Serhiladanên Agiriyê, navê çend serhildanên rêxistin û eşîrên kurd e ku di salên 1926-1930'an de li derdorê Çiyayê Agirî û li axa Îranê pêk hatine. Ev dem û dema buhrana 1929'ê an tevî hev bûn û perê ku ji bo serhildanê bi dawî bike hate xerckirin, bû sedema krîzê li Komara Tirkiyeyê. [1]

Serhildana Agiriyê ya yekem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Serhildana Agiriyê ya yekem

16’ê gulana 1926'an de eşîrên Soxanlî, Celali,Heyderi Kizilbaşoxlî, Sorî, Cîlkanli, Bîlhanli, Cinganli; bi Îbrahîmê Bro û hevalên wira civiyan û serî rakirin. Ji Îranê jî 1000 siwarî hatin tevî vana bûn. Operasyonên leşkerî ku vê demê ji aliyê Komara Tirkiyeyê hate pêkanîn bi ser neket. Leşkerên Artêşa Komara Tirkiyeyê vekişya Bazîdê û di meha hezîranê de cardin erîş kirin. Li ser vê êrîşê serhildarên Serhiladanên Agiriyê çûne Îranê. Komara Tirkiyeyê ji Îranê xwest ku sînorê xwe tevxe û tedbîren pewistin bigrê.

Xoybûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xoybûn (Xwebûn[çavkanî hewce ye]) rêxistineke siyasî ya kurdan bû. Ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û çend hevalên wî hatiye damezirandin.

Di sala 1924'an da, Îhsan Nûrî (paşê Îhsan Nûrî Paşa) ku li Stenbolê perwerdetiya leşkerî hildabu û di artêşa Komara Tirkiyeyê de kar dikir, li Elkê (Beytuşebab) yê fîrar kir. Di sala 1928'an de Îhsan Nûrî Paşa, Ardeşir Muradyan (Zîlan Beg) bi piştevaniya Rêxistina Xoybûn a ku li Sûriyê disekine dest bi planeke serhildaneke nû kirin. Vana grûbeke piçûk çêkir. Kesên ku di grûbê de ne bi çekên modern hatin teçhîzkirin. Taktîkên leşkerî dane vana. Ev grûb ber ve Çiyayê Agirî yê çûn û Serhildana Xoybûnê dan destpêkirin. Ev grûb dema ku ber bi Çiyayê Agirî yê çûn, Bidlîs, Wan û cî û warên dora Gola Wanê bi dest xistin. Îhsan Nûrî Paşa di navbera salen 1929-1930'an de Rojnama Agiriyê derxist.

Serhildana Agiriyê ya duyem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

13’ê îlona 1927'an de Komara Tirkiyeyê operasyoneke leşkerî pêk anî û heta sînorê Îranê çû.

Komara Agiriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Komara Agiriyê

Îhsan Nûrî Paşa û Zîlan Beg, bi serokê eşîra Hesik Îbrahîm Axa ra ser sînorê Îranê re derbas bûn û serhiladaneke nû dan destpêkirin. Serhildêran herêmeke ku di navda Bazîd jî heye bindest kirin. Li vê herêmê bi piştevanîna Rêxistina Xoybûn ê Komara Agiriyê damezirandin. Serok wezir Biroyê heskî generale leşkeri İhsan nuri paşa Paytext KURDAVA Zıman kurdi Avakırın 1926 xırapkırın 1930

Serhildana Tendûrekê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Artêşa Komara Tirkiyeyê di 14-27 îlona 1929'an de bi operasyona Tendûrekê, nehîşt ku Şêx Ebdulqadîr ê ku ji Îranê ye tevî serhildanê be. Piştî vê operasyonê Komara Tirkiyeyê ji bo serhildanê bi dawî bike, bi biryareke ku di 28’ê kanûna 1929'an de hildaye, di meha hezîrana 1930'an de artêşek şande Agiriyê. Vê artêşê bi seroktatiya Salih Omurtak di serî de serfirazîke xurt bi dest nexist. Di 26’ê gulan-9’ê hezîrana 1930'an de bi Operasyona Stewr ve hêz kir ku ewlehiya Stewr, Midyad, Cizîrê biparêze.

Di salên 1930'an de Artêşa Komara Tirkiyeyê dest bi serketinê kiribû. Di hezîrana 1930'an de bi 10.000 leşker va li derdorê Çiyayê Agirî yê civiya. Li her dû aliyan ji hejmara leşkeran zêde dibû. Hejmara serhildêran gîştibû 60.000'an.

Barzanî yan bi 1300 merivî ve ji Mûsilê u Simkoyê Şikak ji Îranê hate alîkariya Rêxistina Xoybûnê.

Komkujiya Geliyê Zîlan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Komkujiya Geliyê Zîlan

Di 20’ê hezîran-12’ê tîrmeha 1930'an de ji aliyê artêşa Komara Tirkiyeyê di navbera Wan û Qerekose (Agirî) operasyona Zîlan hat pêkanîn. Di dema vê operasyonêda di 12’ê an jî 13’ê tîrmeha 1930'an de Bûyerên Geliyê Zîlan çêbû. Gorî rojnamevanên rojnameya tirkî Cumhuriyetê “Li derdorê Çiyayê Agirî yê hemû gundên ku tevî serhildanê bûne hatin şewitandin. Niştecihên van deran hatine şandina Erdîşê. Di operasyona Zîlanê de qasî 15.000 serhildêr hate kuştin.” [2][3]

Di 16’ê tîrmeha 1930'an de rojnameya Cumhuriyetê ev bûyer bi vî avayê agahdar kirin: “Li ser Çiyayê Agirî yê balafirên me li ser serhildêran de bombebaranên pir bi hêz dike. Çiyayê Agirî yê di nav agir û teqîn de dizare. Teyrên tirk ên hesin hesabê asiyan dibîne. Geliyê Zîlan heta devê xwe bi termên însanva tijî bûye. ”

Di rapora wezareta derve ya Keyaniya Yekbûyî de ev serketin li hemberî çendek kesên bi çek û pir kesên ku ne şervanin hat destketin. .[4]

Yaşar Kemal di salên 1950'an de di hevpeyvînekî de dibe ku wextê ez bi bûyerên Geliyê Zîlan hesyam van bûyeran pir li min tesîr kir. Paşê di romana xwe ya bi navê Deniz Küstüyê de qala van bûyeran kir. .[5]

Di 11’ê adara 2010'an de parlamenterê Diyarbekirê Selahattin Demirtaş û 19 hevalên wi pêşniyarnameyek da, da ku bûyerên Geliyê Zîlan bên lêkolînkirin. [6]

Serhildana Agiriyê ya sêyem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Serhildana Agiriyê ya sêyem

Komara Tirkiyeyê destûr hilda ku hêzên xwe heta piştê Çiyayê Agiriyê yê Piçûk ku wê demê di nav sînorên Îranê de bû bibe. Bi vî avayî rêya Îranê ji bo serhildêran hat tevxistin. Paşê di navbera Komara Tirkiyeyê û Îranê de li ser sînor rêkûpêkek hat çêkirin. Bajaroka Kotura Wanê hat dayîna Îranê û Çiyayê Agiriyê yê Piçûk ji aliyê Komara Tirkiyeyê hat hildan.[7] Di 1’ê tîrmeha 1930'an de ji aliyê Komara Tirkiyeyê dorgirtina Çiyayê Agirî yê hat xilaskirin û di 7’ê îlona 1930'an de operasyona mezin hat destpêkirin. Vê operasyonê heta 25’ê Îlona 1930'an berdewam kir. Di 14’ê Îlona 1930'an de Îbrahîm Axa hat kuştin û Îhsan Nûrî Paşe jî çû Îranê.

Paşê di darizandina dadgeha Edene de 34 kes bi cezayê dardekirinê hat cezakirin. Di sala 1938'an de navê bajarê ku Qerekose bû, hate guhertin û bû Ağrı.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ayşe Hür, Taraf, Bu kaçıncı isyan, bu kaçıncı harekât? Girêdana arşîvê 2012-09-18 li ser Wayback Machine (23.12.2007)
  2. ^ Yusuf Mazhar, Cumhuriyet, 16 Temmuz 1930, ... Zilan harekatında imha edilenlerin sayısı 15.000 kadardır. Zilan Deresi ağzına kadar ceset dolmuştur...
  3. ^ Ahmet Kahraman, Kürt İsyanları: Tedip ve Tenkil, Evrensel Basım Yayın, ISBN 978-975-6525-48-7, s. 211., Karaköse, 14 (Özel muhabirimiz bildiriyor) ...
  4. ^ The conviction here is that the Turkish succcess near Ergish and Zilan were realy gained over a few armed men and a large percentage of non-combatants., Robin Leonard Bidwell, Kenneth Bourne, Donald Cameron Watt, Great Britain Foreign Office, British documents on foreign affairs: reports and papers from the foreign office confidential print. From the first to the second world war. Turkey, Iran, and the Middle-East, 1918-1939. The Turkish revival, 1921-1923, University Publications of America, 1997, ISBN 978-0-89093-603-0, s. 106.
  5. ^ Yashar Kemal, çev. Thilda Kemal (Serrero), The sea-crossed fisherman, Braziller, 1985, ISBN 978-0-8076-1122-7, p. 58, (Salih Pasha )......Every time one of his soldiers was killed by the Kurds, he'd go mad with rage and order the nearest Kurdish village to be set on fire and all its men shot. Şablon:En icon
  6. ^ [Türkiye Büyük Millet Meclisi, Genel Kurul Tutanağı 23. Dönem 4. Yasama Yılı 72. Birleşim, 11 Mart 2010, http://www.tbmm.gov.tr/develop/owa/tutanak_sd.birlesim_baslangic?P4=20599&P5=B&page1=24&page2=24&web_user_id=7922249[girêdan daimî miriye]]
  7. ^ Pirouz Mojtahed-Zadeh, Boundary Politics and International Boundaries of Iran: A Study of the Origin, Evolution, and Implications of the Boundaries of Modern Iran with Its 15 Neighbors in the Middle East, the Persian Gulf, the Caucasus, the Caspian Sea, Central Asia, and West Asia by a Number of Renowned Experts in the Field, Universal-Publishers, 2007, ISBN 978-1-58112-933-5, p. 142.

Bîblîografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Emin Karaca, Ağrı eteklerinde isyan – Bir Kürt Ayaklanmasının Anatomisi, (ilk baskı: Alan Yayıncılık, 1991), Karakutu Yayınları, Eylül 2003, ISBN 975-8658-38-7
  • İhsan Nuri Paşa, Ağrı Dağı İsyanı, Med Yayıncık, 1992
  • Prens Sureyya Bedirhan, Kürt Davası ve Hoybun, Med Yayıncık, 1994
  • M.Kalman, Belge, tanık ve yaşayanlarıyla Ağrı Direnişi 1926-1930, Pêrî Yayınları, 1997, ISBN 975-8245-01-5
  • Rohat Alakom, Hoybûn örgütü ve Ağrı ayaklanması, Avesta, İstanbul, 1998, ISBN 975-7112-45-3
  • Kemal Süphandağ, Ağır direnişi ve Haydaranlılar, Fırat yayınları, 2001
  • Mustafa Balbal, Ararattaki Esir Generalden Kan Çiçekleri, Doz Yayınları, İstanbul, Ağustos 2002, ISBN 975-6876-32-8 (Salih Omurtak'ın Şeyh Zahir tarafından esir alınışını anlatan kitap)
  • Rohat Alakom, Bir Türk Subayının Ağrı Dağı İsyanı Anıları, Avesta, 2011

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]