Lurî
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Zimanê lorî hate beralîkirin)
Lorî anku Lurî li mintiqa navbera Loristan, Fars û Xuzestanê tê axavtin, li gor çavkaniyên kevin, ew şêwezareke kurdî ye. Hinek çavkanî lorî wek zaravekê kurdî dijmêrin, lê çavkaniyên nû, anku bi piranî ji Sêr Idmonds û vir de wek zaravekê farsî. Lorî bêhtir nêzîkî zimanê kurdî ye û gelek lêkçûn navberî wan hene. Lorî di nav xwe de li du zaraveyên diqete: zimanê Lurên Biçûk ev zarave di nav zimanê kurdî de tê hejmartin û zaraveyên Lurên Mezin faris wan ji zimanê kurdî diqetîne.
Devokên Lorî [biguherîne]
- Bala Gariva: lûrî-lûristanî an jî lûrî-kuçik, zaravaya lûrî ya li loristan tê axavtin e.
- Bextiyarî: bextîyarî zaraveyekî lurên-mezin e, li navbera Loristan û Îsfahanê tê axavtin.
- Şahrî-kurdî: li nav û devdorê şehrê bi navê Şarî-kurd tê axavtin.
- Xorramabadî: li bajarê Xorramabadê tê axavtin.
- Kuhgîlu: zaraveyekî lurên mezin e, li navbera Xuzestan û Farsê tê axavtin.
- Mamesenî: li herêma Farsê ji ber qasê 300.000-400.000 kesan tê axavtin.
Lînke dervê [biguherîne]
- Lorî
- Lorestan.org
- Lorestan.net
- ethnologue.com lorî
- ethnologue.com Bextiyarî
- ethnologue.com Kumzarî
- ethnologue.com jonub lorî
|
|||||||||||||||||||||||||||||