Farsiya navîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
  1. BERALÎKIRIN Şablon:Gotara bêçavkanî

Farsiya navîn (bi farsîپارسی میانه, Parsi-ye miyane) zimanek ji zimanên kevin yên îranî ye. Ji aliyê dîrokî ve, ev ziman ji sedsala sêyê ya berî zayînê heta sedsala heftê ya piştî zayînê li Îranê li kar bûye. Zimanê berî vî zimanî bi navê farsiya kevnar û zimanê piştî vî zimanî jî bi navê farsiya derî anko farsiya nû dihêt niyasîn. [1]

Du qonaxên diyar di dîroka farisiya navîn da berçav in: Farisî ya Eşkaniyan (248ê Berî Îsayî– 224ê Piştî Îsayî) û farisî ya Sasaniyan (224–651 Piştî Îsayî). Farisiya navîn tevî zimanên kevinên dî yên Îranî yên wekî suxdî, xwarezmî û osetî li kar bûye. Farisî ya navîn ya ko li dema emperatorî ya Sasaniyan li kar bûye bi navê pehlevî navdar e. Carina ji vî zimanî ra farisiya navîn jî dihêt gotin. Lê bi her awayî bit, havilî û wekheviya vî zimanî digel zimanê kurdî, nemaze kurmanciyê gelek ji haviliya wê bi farisî ya evro ra zêdetir e. Ev ziman zimanê fermî yê Sasaniyan bûye.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Dîroka Zimanê Farsî Dr. EbolQasimî.


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)