Çêja tal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çêja tal an jî tama tal, yek ji pênc corên çêjê ye.

Mirov bi navbeynkariya xaneyên çêjewergir ên nav çêjegopkeyan , çêja şîrîn, çêja şor, çêja tirş, çêja umamî û çêja tal hest dike. Çêjegopke endamê hestê çêjkirinê ye. Çêjegopke li ser rûyê ziman de di nav goçkeyan de an jî bi awayek serbest, li ser esmanê dev, gewrî û li ser zimanê kirkiragî de cih digirin[1]. Ji boy nasîna çêjan, divê molekulên çêjdar di nav lîkê de bihele û bikeve nav çêjegopkeyan.

Taybetiya çêja tal[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêjegopke endamê hestê çêjkirinê ye.

Bi gelemperî heke çêja xurekek hinekî şor, şîrîn an jî tirş be, xurek hê tamxweş dibe. Lê ji boy çêja tal rewş ne heman e. Heke di nav xurekek de çêja tal hebe, ji taliya xurekê mehdê mirov tê girtin û mirov dev ji xwarina wê xurekê ber dide[2].

Ne hertim, lê bi gelemperî xurekên jêhrdar tal in. Wergirên xaneyên jo boy çêja tal dikare heta 100 molekulên çêjdar ên ji hev cuda binase û ji hev der bixe[3]. Bi vî awayê jiyana mirov ji xurekên jêhrdar tê parastin. Asta derîzankê (bi îngilîzî: threshold level) ya hestê çêjtinê li mirov, ji boy çêja tal, gellek nizm e. Di nav xurekan de bi rêjeyek pir hindik ji awêteyên tal hebe, koendama çêjtinê ya mirov, dîsa jî dikare bi hêsanî çêja tal binase. Wekî mînak, awêteyek bi navê kînîn (bi îngilîzî: quinine), yek ji awêteyên herî tal e. Kînîn ji qaşilê darek bi navê dara sînçonayê (cinchona) tê bi destxistin. Heke di nav xurek de xestiya kînînê bi rêjeya serê lîtreyek 25 mîkromolar (25 μmol/L) an jî zêdetir be, mirov dikare taliya xurekê hest bike. Lê asta derîzankê ya ji boy çêja şirîn li gor çêja tal, gellek bilind e. Wekî mînak, heke di nav xurek de rêjeya xestiya şekirê çayê (sukroz) ji 10000 μmol/L kêmtir be, wê gavê şîrîniya xurekê nayê hestkirin. Herwisa gava li mirov çêja tal peyda dibe, taliya devê mirov li gor çêja tirş, şor û şîrîn hê derengtir winda dibe. [4]

Bi taybetî du komên awêteyan endamî (bi îngilîzî: organic compaunds) dibin sedema peydabûna çêja tal. A yekem, awêteyên endamî yên ji zincîrek dirêj pêk tên û azot (N) lixwe digirin, a duyem, koma alkaloîdan e. Alkaloîd ji riwekan tê bi destxistin. Wekî mînak, nîkotîna nav tûtina cixarê, kafeîna nav qehwê an jî kînîn (quinine) madeyên alkaloîd in. Her wisa taliya hin derman jî ji ber hebûna alkaloîdan e[2]. Wekî mînak aspirîn alkaloîd lixwe digire loma çêja aspirînê tal e[5].

Rêbaza hestkirina çêja tal[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji boy têgihîştina çêja tal, molekula çêjdar bi wergirên taybet ên çêjewergirê ve girêdan ava dike . Navê van wergiran “wergirên bi proteîna-G ve gêrêdayî” ye (bi îngilîzî: G-protein-coupled receptors)[6]. Ji boy naskirina çêja şîrîn yek, lê ji boy naskirina çêja tal, ji 30yê zêdetir cor wergir li ser çêjewergirên mirov de cih digirin[7].

Gava molekulên çêja tal (peyambera seratayî) bi wergirên ser parzûna xaneya çêjewergir ve girê dibin, binebeşên protina-G ji wergirê diqetin û belavê nav sîtoplazmayê dibin. Binebeşên proteîna-G di nav xaneya çêjewergir de peyambera duyem dide destpêkirin, pêştê rêzereaksiyonan, cogên potasyumê(K+) tê girtin ko potasyumên nav sîtoplazmayê, dernekevên dervayê xaneya çêjewergir. Di heman demê de retîkûlûma endoplazmî jî kalsîyum (Ca+2) der dide nav xaneyê. Bi vî awayê di xaneya çêjewergir de berevajîbûna cemsergiriyê rû dide[8]. Ji xaneya çêjewergir demareguhêzer tê derdan. Demareguhêzer jî demarexaneyên hestê çalak dike û erkê kar dide destpêkirin. Ango sînyalên kîmyayî yên ji molekula çêja tal te veguherandin boy sinyalên elektrîkê. Sînyal bi şeweyê demareragihandin ber bi demax ve tê şandin[9].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ a b Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  3. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  4. ^ Adam Drewnowski, Carmen Gomez-Carneros, Bitter taste, phytonutrients, and the consumer: a review,The American Journal of Clinical Nutrition, Volume 72, Issue 6, December 2000, Pages 1424–1435, <nowiki>https://doi.org/10.1093/ajcn/72.6.1424.
  5. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  6. ^ Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  7. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  8. ^ Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  9. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.