Bihîstin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bihîstin, bi navbeynkariya guh, veguherandina pêla dengê bo demareragihandinê[1].

Hemû deng di nav hewayê de dibin sedema çêbûna pêlên dengê an jî lerizînê. Pêlên deng di nav hewayê de di çirkeyek (saniye) de 332 metre cih diguherîne, ango leza deng di nav hewayê de 332 metre/çirke ye[2].

Kiryara bihîstinê ji guhê derve dest pê dike, di beşa bihîstinê ya tûkila mejî de dawî dibe.

Pêvajoya bihîstinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1. Wergirtina pêlên deng

2. Veguherandina enerjiya pêlên deng bo erkê kar

3. Gihandina pêlên deng bo demax

4. Di tûkila mejî de şîrovekirina pêlên deng û têgihîştina bihîstinê.

Wergirtina pêlên deng[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kiryara bihîstinê ji guhê derve dest pê dike, di beşa bihîstinê ya tûkila mejî de dawî dibe. Şêweyî perrê guh, girtin û komkirina pêlên dengan hêsantir dike. Perrê guh pêlên dengan ber bi coga bihîstinê araste dike. Li dawiya coga bihîstinê de perdeya guh heye. Pêlên deng gava rastê perdeya guh tên, dibin sedema lerizîna perdeyê. Ango enerjiya pêlên dengê ji bo lerizandina perdeya guh tê xerckirin. Hestîkên bihîstinê bi perdeya guh ve girêdayî ne, loma leriza perdeyê di heman demê de hestîkên bihîstinê jî dilerizîne. Lerizên perdeyê ji çakûç derbasî dezgehê dibe ji wir jî derbasî zengûyê dibe. Zengû bi kuna hêlkeyî ve girêdayî ye. Ji zengû leriza pêlên deng digihîjin ser kuna hêlkeyî. Bi vî awayê leriza perdeyê ber bi guhê navî ve tê guhêztin[2].Tundiya leriza pêlên dengên hewayê li guhê naverast de bi qasî 17- 20 car tê zêdekirin paşê derbasî guhê navî dibe[3]. Li aliyê derveyî kuna hêlkeyî de zengû, li aliyê navî jî şileya endolîmf heye. Endolîmf di nav coga lûlpêçê (coga naverast) de ye. Lerizên zengû kuna hêlkeyî ber bi aliyê navî ve pal dide, kuna hêlkeyî jî şileya nav coga naverastê tehn dide, şile cih diguherîne[4]. Bi vî awayê leriza pêlên dengê tên veguherandin bo pêlên pestoya şileyê[5].

Veguherandina enerjiya pêlên deng bo erkê kar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêlên pestoyê li guhê navî, di kuna hêlkeyî de dest pê dike û di nav şileya perîlîmfê ya coga serî (dalanî) de pêl bi pêl pêş ve diçe[6]. Di vê gavê de perdeya dalanî jî ji ber pestoyê dilerize. Leriza perdeyê dibe sedama çêbûna pêlên pestoyê di nav şileya endolîmfê ya coga naverastê. Pêlên pestoyê perdeya binî ya coga naverastê dilivîne. Li ser perdeya binî de endamê Corti heye. Endamê Corti hestewergirên mîkanîkî yen ji bo wergirtina deng lixwe digire. Ji ber livîna perdeya binî, kûlkên mûxaneyên endamê Corti ditewin (diçemin). Bi tewîna kûlkan, mûxane demareguhêzer der dide, demareguhêzer di demearexaneyên bihîstinê de erke kar didin destpêkirin[7] .Bi vî awayê pêlên dengê tên veguherandin bo demareragihandinê.

Gihandina pêlên deng bo demax[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demareragihandin bi demarên bihîstinê ber bi talamusê ve tê guhêztin. Piştî tekûzkirinê, demareragihandin tê şandin ji bo beşa bihîstinê ya tûkila mejî.

Di tûkila mejî de şîrovekirina pêlên deng û têgihîştina bihîstinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her beşêk lûlpêçê taybet e ji bo frekansek diyarkirî.

Şîrovekirin û têgihîştina deng di pila cênikê (cênikepil) ya mejî de rû dide[8]. Hinek ji pêlên pesto ya şileya lûlpêçê heta kuna bazneyî didome, gava pêlên pestoyê li ser rûyê kuna bazneyî dixin, enerjiya pêlên pestoyê tê xerckirin. Li gor hejmara mûxaneyên tewandî tundiya deng tê şîrovekirin. Heke gelek mûxane ji ber pestoya endolîmfê hatîbin tewandin, mejî vê reweşê wekî dengek bilind hest dike[9]. Perdeya binî ya lûlpêçê, li nezikê kuna hêlkeyî de teng e û li gor beşên din şidayî (req) ye. Herwisa li hêla serikê lûlpêçê de perdeya binî hê firetir û qaîşokî ( nerm) ye[4]. Loma her beşêk lûlpêçê taybet e ji bo frekansek diyarkirî ya deng. Dengên bi frekansa bilind li nezikê kuna hêlkeyî, yên bi frekansa nizim li nêzîkê serikê lûlpêçê de tên veguherandin[10]

Diyarkirina hêla dengê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gava dengek tê guhê mirov, mirov dikare bi du rêbazê bingehîn hêla çavkaniya dengê diyar bike[10].

1. Di wergirtina pêlên dengê de çêbûna cudahiya demê.

2. Tundiya dengê

Heke çavkaniya deng rasterast li pêşî an jî li paşiya mirov be, durahiya çavkaniya deng ji bo herdu guh yeksan e. Loma deng di heman demê de digîhîje guhan. Lê heke çavkaniya deng li aliyê çepê an jî rastê be, vê gavê guhek nezîkê çavkaniya deng dibe, guhê din piçek dûrê çavkaniyê dimîne. Wekî mînak, heke çavkaniya deng nezîkê guhê rastê be, deng berê digîhîje guhê rastê, paşê digîhîje guhê çepê. Derengketina wergirtina deng, ji aliyê mejî ve ji bo diyarkirina hêla dengê tê bikaranîn[10].

Heke deng ji aliyê rastê an jî çepê were, tundiya dengê ji bo herdu guhan yeksan nabe. Wekî mînak, heke çavkaniya deng li aliyê rastê be û tundiya wî jî 80 desîbel be, deng berê digîhîje guhê rastê. Di navbera guhê rastê û yê çepê de serê mirov (kilox) heye, pêlên deng gava rastê serî tên, serî wekî mîna berbestek, rê li ber pêlên dengê digire, loma tevahiya deng derbasî aliyê çepê nabe, tundiya deng kêm dibe[11]. Ango guhê rastê dengek bi tundiya 80 desîbelê werdigire lê guhê çepê heman dengê ji 80 desîbelê kêmtir werdigire. Cudahiya navbera tundiya deng ji bo diyarkirina çavkaniya deng tê bikaranîn. Ev herdu rêbaz ji bo diyarkirina çavkaniya dengên li hêla çep û rastê ye, lê mirov dikare çavkaniya dengên ji hêla jor, jêr, paş û pêşî jî diyar bike. Ev kar, karê perrê guh e. Şêweyî perrên guh ji bo berhevkirina dengan taybet e. Perrên guh, li gor hêla çavkaniyê, tundiya deng rêk dixin, paşê aresteyê coga bihîstinê dikin. Ango li ser perrên guh, bandora dengê ji hêla pêşî tê, û dengê ji hêla jore tê ne wekhev e, loma ji aliyê perrên guh ve berhevkirin û arestekirina van dengan ji hev cuda ye. Ev rewş jî ji bo diyarkirina hêla dengan tê bikaranîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  2. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  3. ^ Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  4. ^ a b Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  5. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  6. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  7. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  8. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  10. ^ a b c Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  11. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Sound localization [1]