Abdusamet Yigit

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Abdusamet Yigit
Jidayikbûn13ê adarê 1978
EsilKurd
HevwelatîKurdistanKurdistan Kurdistan
PîşeNivîskar
Xebatên navdar
  • Feqiyê Teyran
  • Destana Kawayê Hesinger (roman)
  • Şahmaran
  • Çîroka keçelok
  • Zerdeştê kal
BandorbarMelayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Eliyê Herîrî, Feqiyê Teyran, Îsmaîlê Cizîrî, Zerdeşt, Manî, Mîtra
biguhêreBelge

Abdusamet Yigit (jdb. 13ê adarê 1978an de li gundê Xirabê SosinaCizîrê), nivîskarê kurd e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîskar biçûkatiya xwe li gundê Xirabê Sosina derbas dike. Haya ku tê 12-13 saliya xwe li gund mezin dibe. Piştre malbata wî barî bajêr dike. Ew jî li bajêr mezin dibe. Li bajêr dest bi dibistanê dike. Lê, hê ku zêde pêde neçûye tê girtin û ku hate girtin wê dişînin girtîgehê. Piştî ku ser deh salan re li girtîgehê dimîne, derdikeve û piştre, li derve dest bi karê nivîsandinê dike. Yigit, perwerdeya xwe ya bingehîn li malê li cem dê û bavê xwe digire.

Yigit, di pirtûkên xwe de bi taybetî bi dîroka Kurdistanê re li ser pêşketina civakê disekine. Ji ber vê yekê, qedrekî mezin daye ziman û pêşxistina ziman jî. Yigit bixwe, di piçûkatiya xwe de heta ku tê 12-13 saliya xwe jî li gund mezin dibe. Piştî vê demê ku barî bajêr dike zimanê tirkî nas dike. Di dema piçûkatiya xwe de ji ber ku gelek meriv bo xwandinê diçin Cizirê û li wir li Medreseya Sor dixwînin, ew jî di wê demê de bi wan çûyîn û hatinan wî nas dike û di derbarê wî û dîroka wî de dibe xwediyê agahiyê. Ji ber ku ew jî ji wê herêmê ye, êdî zor nabe di nava wê de pêde here. Bavê wî bixwe jî yekî ku salên xwe dabûbûn xwendinê li wê Medreseya Sor. Ji ber vê, bandora alimên kurd ên weke Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û hwd, bi vegotin û anîna wan ya li ser ziman re li ser wî jî xwe diyar dike. Piştî salên 84an ji gund bi mecbûrî barî bajêr dikin.

Ji ber kurdbûna xwe, demekî tê zîndanîkirin jî. Ji 1994an heya 2004an di hepsê de dimîne. Li zindanên Erzîromê, Êlihê û Giresunê maye.

Mijarên kitêbên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mijarên ku nivîskar di pirtûkên xwe de hildide dest mijarên wekê felsefe, dîrok, wêje, çand, civaknasî, dad û dîroka civakê ne.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]