Şaqaviyê spî yê mezin
Şaqaviyê spî yê mezin | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Pelecaniformes |
Famîle: | Ardeidae |
Cins: | Ardea |
Cure: | A. alba |
Navê zanistî yê latînî | |
Ardea alba Linnaeus, 1758 | |
Hevwate | |
Casmerodius albus |
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a gurcî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Şaqaviyê spî yê mezin yan kerê roro (bi soranî: şawespîlke; bi latînî: Egretta alba), cureyekî şaqaviyan e.
Şayes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şaqaviyê spî yê mezin 95 cm dirêj e. Kelwaş spî ye. Gerdena wî gelek dirêj e. Nikul zivistanan zernarincî ye û havînan rengreşekî binzer e. Navbera çavî û nikulî kesk e. Spîlka çavan zer e. Pê reş in bavşîn in û ji serî ve rengzer in. Nêr û mê rengek in.[2]
Reftar û jîngeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Kurdistanê bi qetlazî ji çiriya yekê heta dûmahiya nîsanê li kinar û perê robar û ger û golên kêm gil û giya dihê dîtin. Komkome di nav qeramî û levenan û darûbarên berlêvên robaran de hêlînan çêdikin.
Xwarina wî behra pitir masî û piq in.
Belavbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li başûrê rojhilata Ewropayê û li Asyayê ji Tirkiyeyê û Îranê heta başûrê Sîbîryayê û bakurê Çînê û Japonê têjikan tîne der. Zivistana xwe li bakurê Afrîkayê û başûrê rojava ya Asyayê derbas dike.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Şablon:IUCN2010
- ^ Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok.
- Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
- Zana Farqînî (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî, Stenbol.
- H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28
- D. Îzolî (2007). Ferheng. Kurdî-tirkî Tirkî-kurdî. Deng, Amed.
- R.F. Porter, S. Christensen, P. Schiermacker-Hansen (1996). Field Guide to the birds of the Middle East. T & A D Poyser, London.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ageing and sexing (PDF) by Javier Blasco-Zumeta & Gerd-Michael Heinze Girêdana arşîvê 2012-01-28 li ser Wayback Machine
- Great (White) Egret – Species text in The Atlas of Southern African Birds
- The Great White Egret Girêdana arşîvê 2007-11-01 li ser Wayback Machine Image documentation
- Great Egret Information – Cornell Lab of Ornithology
- Great Egret Information – USGS Patuxent Bird Identification InfoCenter